Dîsa ve yêkitîya neteweyî
ROJAN HAZIM
Kurd bi hêmû rêxistin, ronakbîr û þexsîyetên xwe ve, di du encamên ji hev cuda yên ”Yêkitîya Neteweyî” da hemfikir in!. Hem ”Yêkitîya Neteweyî” dixwazin û ji bo pêkînana yêkitîya neteweyî, ji alîyê teorîk ve ji sedan çeman avê dikêþîn, xwe diperitînin, hewcehî û lezînîyeta jîyanî ya ”Yêkitîya Neteweyî” bi dubarekî dibêjin. Di vê yêkê da çu qusûr nîne, hemû Kurd di nivîsên xwe da, di program û destûrên xwe da, di kombûn û mitîngên xwe da bi giringî jê behs dikin. Hemû Kurd li ser vê hevokê tifaq in: Bêyî yêkitîya neteweyî serkevtin nabe, Kurd û Kurdistan azad û rizgar nabe!. Heta vê derê timam e, Kurd yêk in, yêkdeng in, hevpar difikirin, tifaq in!. Belêm di vê armanca ku teorîken tifaq in da, gava dor hate pratîkê dijî hev in. Di pratîka Kurdan da ne yêkitî heye, ne hevgirtin û havparî heye, ne tifaq û piþtevanî heye. Çi tiþtê ku yêkitîya neteweyî pêkbîne belav dikin, rêya ku di dawîyê da derkeve yêkitîyê xirab dikin, axir daku yêkitîya neteweyî pêkneyê çi negatîvîyet hebe dikin!. Ma gelo ji vê paradoksê kûrtir tiþtek heye? Lê ma xema Kurdan e!. Kurd di ware yêkitîya neteweyî da bi devkî xwelîyê di menqelê da nahêlin, xweþ diaxivin, belêm di pratîkê da jî tam bereksî gotina xwe dikin!. Pratîka heta îro ya hemû Kurdan eve bûye. Lewma gava pirsa yêkitîya neteweyî careke dî aktuel dibe, bivê nevê ev paradoksa kûr ya salan, di sere mirovê Kurd da bejn dide ve. Ji ber vê serborîya tahl, mirovê Kurd dikeve nav þik û þupheyan û bêyî hemd jî be, wê gotina pêþîyan tîne bîra xwe: “Xweþ xeber e, lê me ne bawer e”!. Peydabûna fikreke wisa di sere mirovê Kurd da neheq nîne. Bi tecrubeya salan sabit bûye ku, hemû rêxistinên Kurdan pirsa yêkitîya neteweyî “gotine”, lê “nekirine”!. Bê xwastin, neyê xwastin ev fikire di sere Kurdan da heye û gava riberiza yêkitîya neteweyî careke dî germ dibe ve, ev tereddut sere wan mijûl dike û bi temkînî hereket dikin. Eve rastîyek e!.
Baþe çi bikin? Çiku tecrubeyên tahl hene, sicîla rêxistinên Kurdan ya di warê pêkînana yêkitîyê da ne gelek paqij e, guh nedine vê pirsê, micid negirin, li ser nerawestin? Nexêr, eve jî nabe!. Yêk ji wezîfeya pêþengên civatê jî ew e ku rê li ber bêhêvîtîyê bigirin, çirîskên hêvîyê di sere mirovan da biçeqînin, geþtir bikin û her bi çi rengî û metodî be rê li ber pêkînana yêkitîya neteweyî xweþ bikin. Kurd û hemû dînamîkên neteweyî mecbûrê hevdu ne. Di serî da divêt ew tradisyona negatîv bête guhorîn, þika di sere mirovê Kurd da bête belav kirin. Ji bo avakirina zemînekî hevpar yê neteweyî divêt ji gavên ku mutabeqet li ser heyî bête dest pê kirin. Hindek element hene ku di hevparîya wan da homojenîyek heye. Yêk ziman e, yê dî jî sembola ku temsîla neteweyî dike anku ala ye. Esasen herdu jî ”ala” ne; alaya sor, spî, kesk û hetav li nîvekê, alaya obje ye, ziman jî alaya dengîn e. Ev herdu zemîn, bêyî riberiz, bêyî xirûcir û hisabên polîtîk, zemînên hevpar in. Qet nebe di van herdu zemînan da divêt Kurd yêk bin, tifaq bin, bikarin bi hev ra hereket bikin. Ev herdu sembolên neteweyî îro di bin êriþ û postalên dijmin da ne û dewleta Tirk bi hovîtîyeke mezin van herdu hebûnên Kurdan bêperwa binpê dike, biçûk dike, diþkêne û bi vê yêkê heqaretê li neteweyê Kurd dike, siyaneta Kurdan diþkêne. Dewleta Tirk bo zimanê Kurdî, tarîfa ”lehceya navçeyî” layiq dibîne!. Bo alaya Kurdistanê jî ”çapût” dibêje. Ma ne maqûl e ku dijî vê reftara dijmin, xwudanên van herdu sembolan pêkve qiyametê li ser serê dewleta Tirk rakin? Îro bizavek bi navê TZP Kurdî rabûye, bi armanca bi destxistina mafê perwerdeya Kurdî kiryaran dike, mitîng û meþan pêktîne. Eve bi serê xwe pêrabûneke mezin e û nav di xwe danek e beramberî dijmin. Belêm boçi hemû rêxistin, ronakbîr û þexsîyet aþkera destekê nadine vê bizavê, boçi hêza xwe bi hev ra seferber nakin!. Anjî boçi hemû Kurd pêkve, bi rêxistin û fikirên xwe yên cuda ve, ji bo van sembolên hevpar yên neteweyî, bi hev ra, bi alaya Kurdistanê danakevin meydanan û bi yêkdengî daxwaza perwerdeya Kurdî nakin!. Dijmin gelek aþkera êriþê tîne ser van herdu hebûn û sembolên neteweyî. Heke Kurd ji bo parastina van hebûnên neteweyî jî bi hev ra ranebin, destên xwe nedin hev, baþê dê çawa yêkitîya neteweyî pêkbînin?. Mesele ev e!. Xelk di pratîkê da dibîne ku rêxistinên Kurdan her di parastina van hebûn û sembolên neteweyî da jî hev nagirin, lewma deqa dilê wan ya di derheqê yêkitîya neteweyî da diþkê!. Ji ber vê bêpersiyarîya rêxistinên Kurdan e ku gava behs hate ser ”yêkitîya neteweyî” xelk serê xwe badide!. Di vê pirsê da rêxistin û berpirsiyarên Kurdan divêt kumê xwe danin ber xwe û bifikirin!. KNKyê di pêþniyara xwe ya li ”belgeya stratejîya neteweyî” da digot; ”Hebûn û sembolên neteweyî wekî bihayên hevpar bêne qebûl kirin û parastin.”. Ji bo vê daxwazê zeman û zemîn îro ye. Bizavek ji bo daxwaza fermîkirina ”perwerdeya Kurdî” li Tirkîyeyê hatîye dest pê kirin. Daku dewleta Tirk gelek micid bête tengav kirin, divêt hemû ronakbîr, þexsîyet û rêxistinên Kurd, li Kurdistanê û dîasporayê, hem bi alaya Kurdistanê, ku semboleke hevpar e, hem jî bi flama û sembolên ku temsîla rêxistina dikin, [çiku rêxistinên Kurd tinê bi vî rengî dikarin li hev bên], dakevin kolan û meydanan û daxwaza ”perwerdeya Kurdî”, heta ku bi dewleta Tirk didine qebûl kirin, bilind bikin!. Di ”Ji dil bûn”a ”Yêkitîya Neteweyî” da mezintirîn firset ev e!. Kerem bikin, bo pratîka ”parastina hebûn û sembolên neteweyî yên hevpar”, kolan û meydan li ber we ne!.
ROJAN HAZIM
13 Îlon 2008