paþve

Dijminê sereke û reftara neteweyî

 

 ROJAN HAZIM

Bi êriþa 16ê Kanûnê ya hewayî ve careke dî ron bû ku di rêza dijminan da rola sereke ya dewleta Tirk e. Helbet Îran jî wekî mîratxwera Împaratorîya Farisan kêmî mîratxwera Împaratorîya Osmanîyan Tirkîyeyê nîne. Hindî Sûrîye ye, ew kunika zirneyê ya dûmahîkê jî be her dijmin e. Iraqa berê nemaye û di þertên îro da relatîven jî be, ji ber cepheyê mezin yê anti Kurd vebûye, belêm þovenîzma Erebî ya salan hêj jî di polîtîka Iraqa nû ya Federal da dom dike û di nav xwe da potansîyela antî Kurdistanîyê jî diparêze. Lê belê, di vê ekûasyona dewletên kolonyalîst da rola sereke û organîzator ya Tirkîyeyê ye ku eve di pratîka van salên dawîyê da zelaltir bû. Tirkîye wekî þefê orkestrayê, dijayetîya van dewletên kolonyalîst organîze dike û di nav ahengekê da mobîlîze dike. Li piþt hemû tifaqên antî Kurd yên van dewletan Tirkîye heye. Tirkîye di nav van dewletan da jî ya herî xwerû antî Kurd û antî Kurdistan e. Dewleta Tirk hind bêperwa ye ku tehemmula navê Kurd û Kurdistanê nake. Tirkîye ji bo vê polîtîka xwe ya antî Kurd û antî Kurdistan hazir e hemû serûbinîyan bike, xwe bi hemû awayan pêþkêþ bike!. Di polîtîka dewleta Tirk ya beramberî xelkê Kurd da çu norm nînin û bi pratîka xwe ya salan jî eve nîþan daye. Tirkîye hemû têkilîyên xwe yên navneteweyî jî li ser bingehê antî Kurd û anti Kurdistanîyê vedihûne. Dewleta Tirk dijî xelkê Kurd hemû mekanîzmayên xwe, hemû hêz û þîyanên xwe seferber kirine û ji êriþên leþkerî û þiddetê pêve tiþtekê nake. Dewleta Tirk esasen hêza xwe ya sivîl jî bi metodên þerê psîkolojîk û manîpulasyoneke kûr dijî Kurdan organîze dike. Di dawîya sala 2007an da hate dîtin ku piranîya xelkê Tirk jî dakete kuçe û kolana û sloganên qehra Kurdan avêtin û piþtevanîya ertêþa xwe kirin. Hukûmeta Teyîb Erdogan jî xwe masîkî avête nav vê pêla nijadperês û xwe kire parçeyekî konsepta ertêþa ku didanên xwe bo wan jî diçîrikîne.

Ertêþa Tirk bi navê xelkê xwe yê þerxwaz û bi destek û dîrektîva hukûmeta Erdogan û piranîya parlementa Tirk ev êriþa 16ê Kanûnê pêkîna. Dewleta Tirk bi vê kiryara xwe timamî xelkê Kurd kire armanc û mesaja xwe bi aþkerayî û bi bombeyên jahrîn da ku ew dê antî Kurdîtî û antî Kurdistanîtîya xwe bidomîne. Êriþa wan herçend 5 gerîlla û du gundî kuþtibin jî, þik têda nîne ku ji alîyê leþkerî ve fîyasko bû. Belêm vê êriþê dubare zelal kir ku dewleta Tirk di dijayetîya xelkê Kurd da tixûban dide zorê û di þer û birandinê da bi israr e. Bombeyên wan bi nîveka Kurdistanê ketin. Zerar û zîyaneke mezin dan ku ji xwe vê yêkê dikin. Bo wan Kurd dijmin e û Kurdistan nîþangeha bombeyan e. Çi li baþûr, çi li rojhilat, çi li baþûrarojava û çi li bakur û hetta Kurdên dîasporayê, ferq nake, li her derê vê dijminahîya xwe didomînin. Beramberî vê reftara dewleta Tirk yêk rê heye bo hemû Kurdan; dijî dewleta Tirk nekevin nav sistî û hisabên pûç, vala û bêbin!. Beramberî dijminê birandêr çi hewce be divêt ew bête kirin ji teref Kurdan ve. Dewleta Tirk neyar e û hem jî neyarekî xedar e. Kurd divêt bi bîr û bawerîyeke saxlem ya neteweyî, li goreyî vê neyarîya dewleta Tirk pozisyona xwe kivþ bikin û heta ku wan mecbûrî ser maseyê dikin, polîtîka xwe ya maqûl û radîkal bidomînin!.

Kanûn 2007

Not: Ev nivîsar di KNK Bulten, hj. 4, Kanûn 2007ê da hatîye weþandin.

serî