paşve

Întervûya digel

Samî Ergoşî

Spîkerê Kurdistan TV

 

ROJAN HAZIM

 

***

” Êvara 17. 01. 1999-ê yekemîn roja weşana

Kurdistan TV bû, yekemîn program xwendina

hin rojnameyên Kurdistanê bû... ”

   

***

Ji 90î pêve, deh salên dûmahîka sedsala bîstan, pencereyeke bêhna bijûn li ber Kurdan vekir. Spesîfîk di warê medyaya bînahîyî da gavên adeta şoreşî hatin avêtin. Kurdan xwe gihande ber perê esman. Kurdan bi rêya esman xwe gihande hev. Tixûbên reşahî yên bi peymanên Qesr-î Şirîn û Lozanê, ku bêyî dilê Kurdan hatine danan li Kurdistanê, êdî pare nekir li ber vê gava Kurdan. Kurdan di prosesa bizava rizgarkirina welat da, bi danana dezgehên televizyonê, jîyana xwe, xewn û xiyala xwe ya serbixwetîyê, di ekranê vî aletê sihrî da adeta organîze kir. Bi weşana televizyonê, komple jîyana Kurd bi hemû detayên xwe ve, bi zimanê Kurdî kete nav mala Kurdan. Mahabad, Diyarbekir, Hewlêr û Qamişloyê hevdu dît. Kerkûkê Batman dît. Wanê Silêmanî dît. Hekarîyê Barzan dît. Kurmancîaxêvê Sêwasê, feylîaxêvê Xaniqînê bihîst. Zazayê Paloyê Hewramîya Kirmanşanê bihîst. ”Kek” û ”Kak”ên kurmancî û soranî nêzîkî hev bûn, ”kurmanc” û ”soran”an, ”rengên” hevdu nas kirin! Televizyonê, cîhana neteweyî ya mirovê Kurd mezin kir. Şîna Hewlêrê îna Wanê, xema Urfayê bire Sineyê. Şahîya Qersê bire Efrînê. Kurd li çarnikarê Kurdistanê û derveyî welat, bi şîn û şahîyên xwe, bi rêya van televizyonan li hevdu bûn mêhvan, bûn xemxwarên hevdu, bûn hevderdên yêk û herweha li ser rewşa hewayî ya timamî Kurdistanê serwext û agahdar bûn. Kurdan li reşahî xwe nekirin yêk, lê televizyonê ew li esmanî kirin yêk!

TVyan peymanên Qesr-î Şirîn û Lozanê, li ber perê esman belav kirin.

Televizyonan pirek ava kirin di navbeyna Kurdên Kurdistanê û diasporayê da.

Nihe sê televizyonên satellîtî, MEDYA TV, KURDISTAN TV û KURDSAT, vê xizmetê dikin. Em hêvî bikin ku hejmara wan zêde be.

KurdistanTV, ji Kurdistana Başûr weşanê dike. Me jî xwast bi spîkerê wê Samî Ergoşî ra hevaxivtinekê bikin. Ergoşî jî gelek vekirî û bêyî otosansûr bersiv dan. Em jî wê hevaxivtinê bêyî ravekirin û komentar û herweha bê sansûr, herwekî xwe li jêr pêşkêşî we dikin.

Helbet hevaxivtin rûbirû nehatîye kirin. Di hevaxivtinên rûbirû da pirs û bersiv hevdu vedikin û axivtin rengekî xwezayî werdigire û mexsed û naveroka hevaxivtinê têrkertir û bi detaytir dibe. Di hevaxivtinên nivîskî da, -ca çi bi e-mail, çi jî bi faksê bin-, bivê nevê çarçoveyeke vebirî tête dîtin. Belêm, dîsa ve mexseda ku tête hêvî kirin, -mesaj, agahî, serwextî û hwd.-, ji hevaxivtinên nivîskî jî derdikeve, ku hûn dê di vê hevaxivtinê da jî bibînin.

ROJAN HAZIM

Çile 2004

***

        Bi pirseke klasîk em dest pê bikin. Nizanim, belkî hûn nexwazin bi firehî xwe bidin nas kirin jî, belêm dîsa ve heke bi kurtî jî be hûn xwe bidin nas kirin, em dê şa bin. An hûn çi dibêjin?  

Ergoşî: Navê min Samî Haşim Hesen Ergoşî ye. Ergoş, gundekê başûrê Kurdistanê ye, dikeve ser sînorê bakûrê Kurdistanê, girêdayî qeza Mêrgesorê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, yek ji gundên herêma Barzanê ye. Lê ez bi xwe li gundê Çame yê li heman deverê di 4.3.1972-ê de hatime dinê, ji 1979 – 1999 li nahyeya Herîrê bi cih bûme, 1992-ê ji ber rewşa ko li başûrê Kurdistanê derket, neçar mam min dev ji xwendina xwe ya li zanîngeha Bexdayê berda.

Belê, em dizanin ku hûn di Kurdistan TV da spîker in, nûçeyên kurmancî dixwûnin. Başe, hazirîyeke we ya destpêkê hebû ji bo vî karî?

Ergoşî: Sala 1992-ê min weke spîkerê radyoya Dengê Kurdistana Îraqê dest bi kar kir. Ew cara min ya pêşî bû ko spîkertiyê bikim. Beriya wê dema ko li dibistanê şahî çê dibûn min gelek caran rêberiya wan dikir û ji wê yekê hinekî curet ji min re çê bûbû ko ezê bikaribim spîkertiyê bikim, û heval û nasan jî hertim ez han didam ko karekî weha bikim. Piştre sala 1996-ê bûme spîkerê kanala herêmî (Lokal) ya Kurdistan TV, lewra dema ko Kurdistan TV-ya esmanî çê bû, ez tam ji wî karî re amade bûm.

Tam dem tête bîra we, Kurdistan TV kengî dest bi weşanê kir?

Ergoşî: Êvara 17. 01. 1999-ê yekemîn roja weşana Kurdistan TV bû, yekemîn program xwendina hin rojnameyên Kurdistanê bû, piştre min û spîkerekî din bi navê Heval Newroz yekemîn belavoka nûçeyan pêşkêş kir.

Çend dem borî heta ku we amadekarîyên xwe timam kirin?

Ergoşî: Eger ko mexseda we amadekariyên ji bo Kurdistan TV bin, beriya weşanê bi kêmtirî du heftiyan me dest bi amadekariyan kir, despêkê me ji cih û amûrên Kurdistan TV-ya lokal fêde girt, piştre hêdî hêdî em bûn xediyên her tiştê xwe yê xweser.

Nav û logoya televizyonê we çawa amade kir, çend alternatîvên dî jî hebûn?

Ergoşî: Me ji hemû hunermend û pisporan xwest ko her yek li cem xwe logoyekê amade bike û yê kê ji tevan baştir bû; ewê bibe logoya TV-yê, ca ji nav gelek logoyan yek hate bijartin û dawiyê hinek guhertin têde hatine çêkirin heta ko awayê xwe yê niha standî. Navê TV-yê jî her ji navê Kurdistan TV-ya herêmî hat, navê ko despêkê serok Barzanî li TV-yê kiribû.

We rojê çend seeta dest bi weşanê kir û niha çend seet weşanê dikin?

Ergoşî: Me despêkê 3 seetan weşan dikir, piştre bûne 5 seet û paşî 8 seet û niha em 24 seetan weşanê dikin.

Programên we çend jê zindî, çend pakêt in?

Ergoşî: Bi giştî 33 programên me hene, ji wan 6 zindî ne û yên din pakêt in.

Rêvebirîya televizyonê çawa tête hilbijartin, anku ji alîyê xebatkar û karmendan ve, anjî ji alîyê desthilata polîtîk ve tête tesbît kirin?

Ergoşî: Desthilata polîtîk birêvebiriya TV-yê tesbît dike, lêbelê helbet yên ko têne tesbîtkirin jî li ser bingehê jêhatin û tecrubê têne tesbîtkirin.

Ekonomîya televizyonê çawan e, reklaman diweşînin an ne?

Ergoşî: Ekonomiya wê ji partiyê tê, reklam jî hene lêbelê ne bi rengekî ko bikaribe TV-yê fînanse bike.

Di îdareya televizyonê da kolektîvîte çend kar dike, anku sîstem demokratîk e, an sentralîst e?

Ergoşî: Nêzîkî 400 kesan di TV-yê de kar dikin. Civata birêvebir ya TV-yê heye ko tê de hemû birêvebirên beşên cida yên TV-yê weke endam cî digirin, dema ko ji bo cara pêşî programek çê dibe civat rûdinê û naveroka programê û armancên wê bi hev re giftûgo dikin û bi hev re jî biryara dawiyê li ser programê û çawaniya wê digirin, piştre îdî program dikeve ser sikeya xwe û hin kesên ko jê berpirsiyar heta dawiyê bi rêve dibin. Lê belê hinek caran ko hinek pirsên siyasî derdikevin; wê demê birêvebirê giştî li gor talîmatên ko ji aliyên jortir jê re tên biryarê li ser dide, lê ev carên weha hindik in, lewra dikarim bêjim sistim demokratîk e, lê ev demokratîkbûyîn jî nayê maneya ko divê ji bo her pirsekê dîtin û nêrînên her 400 karmendên TV-yê bête standin, ji ber piraniya wan ko karên teknîkî dikin ne mecbûr in bên pirsên siyasî, yan kulturî yan jî civakî giftûgo bikin.

Di nav xebatkarên we da tixûbê amatorî û profesyonelîyê çi ye?

Ergoşî: Piranî amator in, ji ber weke hun jî dizanin berê li Kurdistanê fersenda ko kurd bikevin xwendina medyayê nebûye û van nêzîkan hinek fêrgehên medyayê vebûne, lêbelê hê jî bi awakî aktîv kadro amade nekirine.

Televizyon çend derece fermî, çend sivîl e, anku tixûbê fermîyet û sivîlîyetê çawan e?

Ergoşî: Di rojeva xwe de bêtirî %70 cî daye sivîltiyê, lêbelê rewşa Kurdistanê wisa kiriye ko gelek caran TV nikare weke ko divê rojeva xwe pêk bîne.

Di nav hemû programan da, kîjan bask bi giranî ye, anku prosenta programên sosyal, kulturî, hunerî, folklorî, aktuel, magazîn, nûçe û yên polîtîk çend e?

Ergoşî: Kurdistan TV hewl daye rengên Kurdistanê yên cida berçav bike, têde hemû awayên programan jî hene, lêbelê ji bilî nûçeyan ko girîngiya xwe ya taybet heye, pirsên polîtîk û kulturî cihê mezin digirin.

Zimanê fermî û herweha sereke yê televizyonê Kurdî ye, ma ne wisa ye?

Ergoşî: Belê, kurdî bi taybetî jî kurmancî û soranî. Em hewl didin ko beşa wê ya kurmancî zêdetir bikin, herweha bernameyên bi zimanên din yên wek erebî, tirkî, farsî û siryanî jî hene.

Hûn çend zaravayên Kurdî bi kar tînin?

Ergoşî: Kurmancî û soranî, herweha hin caran programên bi zaravayên mîna hewramî jî têne weşandin.

Bi rêzê ve bi kar hatina zaravayan çawan e, anku kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt? Balansa kurmancî û soranî hûn çawa radigirin? Bi taybetî kurmancîya bakur û başûr, soranîya başûr û rojhilat çawa tête bi kar înan? We standardek, krîterek heye di vê balansekirinê da?

Ergoşî: Rojeva TV-yê ew e ko piraniya programan bi kurmanciya bakûr bin, lêbelê li başûrê Kurdistanê ew îmkan weke ko divê nîne, programên me yên li rojhilata Kurdistanê têne amadekirin jî hene, lêbelê ji ber rewşa Kurdistanê dimîne heta niha piraniya programan her bi herdu zaraveyên kurmancî û soranî yên başûr in.

Kîjan zimanên xelkên kêmanî yên li Kurdistanê dijîn bi kar tên û çend seet û di kîjan programan da?

Ergoşî: Heftiyê sê rojan nûçeyên bi zimanê siryanî hene û heftiyê carekê jî programeke turkmenî heye.

Zimanê Erebî çend seet û di kîjan programan da bi kar têt? Bi zimanên dî yên biyanî jî program hene?

Ergoşî: Di 24 seetan de 3 jê bi zimanê erebî ne, têde nûçe û programên polîtîk û kulturî û dîrokî jî hene. Bi herdu zimanên farsî û tirkî jî heftiyê carekê nûçe hene.

Hindî ku tête dîtin, tekstên danasînên programên we bi tîpên Latînî têne nivîsîn. Lê gelo tekstên nûçeyên we bi kîjan tîpan têne amade kirin, anku bi tîpên Latînî, an yên Erebî hûn dinivîsin û dixwûnin?

Ergoşî: Li başûrê Kurdistanê qed xwendin û nivîsandina bi tîpên latînî nebûye, lewra her kes nizane bi van tîpan binivîsîne û bixîne, em jî her bi tîpên erebî dinivîsînin û dixwînin, lêbelê baweriya me ew e ko bikaranîna tîpên latînî xizmeteke neteweyî û nîştimanî ye; lewra em hertim li ser ekranê tîpên latînî bi kar tînin, vê yekê jî roleke pir mezin li başûrê Kurdistanê lîstî ye û îdî nema ko tîpên latînî li ber çavên xelkê tiştek ecêb bin, gel hêdî hêdî bi wan tîpan re tê û li cem wî normal dibin.

Di nav xebatkarên we da balansa hejmara jin û mêran çawan e?

Ergoşî: Em dikarin bêjin wek hev e, jibilî ko em çêtir dibînin her kesê nû bête TV-yê jin be.

Perspektîva televizyona we ya bi giştî li ser nûçe û programan çi ye?

Ergoşî: Di nûçeyan de em hewl didin ko bûyerên di her warî de li Kurdistanê diqewimin weke kanaleke medyayî ya rojanamevanî nîşan bidin, herweha nûçeyên girîngên cîhanê jî. Di programan de jî em hewl didin dîrok, kultur û jiyana sosyala kurdan û xwestekên gel yên siyasî berçav bikin û bi giştî hemû mercên heyîna kurdan wek neteweyek ko ji bal dijminên xwe ve hatiye perçiqandin, nîşan bidin.

Li Kurdistana Başûr çend televizyonên satelîtî hene?

Ergoşî: Du, Kurdistan TV û Kurdsat.

Çend televizyonên navçeyî (lokal) hene?

Ergoşî: Ez tam nizanim, sê yên PDKê û du yên YNKê hene, herweha yên piraniya partî û rêxistinên li Kurdistanê çi yên kurdan û çi jî yên hidikayîyên din jî hene.

Têkilîyên Kurdistan TV digel televizyonên dî çawan e?

Ergoşî: Têkiliyên normal in, di dema pêwîst de hevkariya hevdu dikin. Wek mînak hin caran nûçeyan didin hev.

Bi taybetî têkilîyên Kurdistan TVyê digel Kurdsatê çawan in?

Ergoşî: Kengê ko pêwîst be hene û li gor pêwîstiyê ne.

Hûn di roj û munasebetên neteweyî da ji alîyê xwe ve bo bi hev ra weşanê, teklîfa TVyên dî yên satellîtî, Kurdsat û MedyaTVyê, dikin an ne?

Ergoşî: Beriya ko em ji aliyê neteweyî ve li pirsê binêrin, hun dizanin ko karê me karekî medyayî û rojnamevanî ye, her kanaleke medyayê dixwaze beriya kanalên din û eger ko mimkun be jî bi tenê nûçeyên balkêş veguhêze, ev di medyayê de prensîpek e, Kurdistan TV jî li gor vê prensîpê kar dike û ev yek mafekî wê yî rewa ye, ji bo weşanên weha jî pir pere dikevin ser TV-yê. Haya hemû kanalan ji munasebetên weha heye û ne hewce ye ko li benda Kurdistan TV bimînin ji bo ko wan teklîf bike, weke min got ev munasebet yên gelê kurd in û mafê her kanalê heye ko veguhêze, wan çima veneguhast?! Helbet bersîv li cem min nîne.

Têkilîya we digel Medya TVyê heye an ne? Hûn dixwazin ku têkilîyên we hebin?

Ergoşî: Na, heta niha nîne, ez weke şexs pir dixwazim ko hebin û cara dawî jî di peyîza 2002-ê de dema ko hatim Ewropayê min ji TV-yê re got ko biçim nevenda Medya TV û her nebe di warê hunerî de têkiliyên xwe çêkin û hinek klîpan li hev biguherin, lê piştre pê hesiyam ko ev daxwaza min ne di dema xwe de bû, lewra min dev jê berda û deh rojan jî li Parîsê mam, lê qed wextê min nebû ko biçim wê derê. Bi baweriya min hebûna têkiliyan pewîstiyek e û eger ko ne sedemên polîtîk li pişt bûna; niha ji mêj ve bû têkiliyên me hebûn. Vê beharê jî cardin tême Ewropayê û ezê hewl bidim baweriya birêvebiriya Kurdistan TV bînim ko em têkiliyan çêkin û seredana hevdu bikin.

Çend istasyonên radyoyan hene li Kurdistana Başûr?

Ergoşî: Du yên sereke, yek ya PDKê û ya din jî ya YNKê, herweha stasyonên lokal yên tev partî û rêxistinan û hindakayîyên din jî hene.

Li Kurdistana Başûr bi giştî di medyaya elektronîk da kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt?

Ergoşî: Ji xwe meydaya elektronîk hindik e, a ko heye jî piraniya wê bi zaraveya soranî ye.

Dîsa ve bi giştî kalîteya weşana televizyonan, spesîfîk jî kalîteya weşana Kurdistan TVyê çawan e, anku hûn jê razî ne, bi dilê we ye?

Ergoşî: Hemû dezgeh û amûrên Kurdistan TV dîgîtal in, lê em dizanin versonên vê teknîkê yên baştir jî derketine û em li bendê ne ko bighîjin me, ya heta niha ne li gor xwesteka me ye.

Di warê weşana medyaya elektronîk da çi kêmasî hene?

Ergoşî: Jiyê weşana elektronîk li başûrê Kurdistanê pir kurt e, internet weke ko divê neketiye hemû malan û her kes nikare li mala xwe bi kar bîne, lewra jî rewaca medyaya elektronîk li başûrê Kurdistanê hindik e.

Rewşa medyaya nivîskî çawan e, çend rojname, heftename û kovar têne weşandin?

Ergoşî: Ez nikarim tam numreke dirust bidim, lêbelê niha li Kurdistanê di navbera 150 – 200 kovar, rojname û heftenameyan de derdikevin.

Di bi giştî weşangerîya li Kurdistana Başûr da, anku hem li ya elektronîk, hem jî ya nivîskî da, rewşa ziman çawan e? Kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt? Em dizanin ku tîpên Erebî zêdetir bi kar tên, lê rewşa nivîsîna bi tîpên Latînî di çi dereceyê da ye?

Ergoşî: Helbet piranî bi soranî ye û em dikarin bibêjin ji bo vê yekê jî soraniyeke standart çê bûye. Ji bo pirsa tîpên latînî berê kovarên GULAN û DÎCLE bi latînî derdiketin, niha bi tenê kovra NÛBÛN mehê carekê li Duhokê bi latînî û bi zaravaya kurmancî derdikeve, herweha hin kovar jî çend rûpelan didin hinek nivîsên bi tîpên latînî.

Di warê nivîsîna weşangerîyê da, nivîsîna bi tîpên Latînî çend ber bi pêş diçe?

Ergoşî: Mixabin gelek sist e.

Têkilîyên televizyonê digel bîneran çawan e, anku xelk razîbûn anjî nerazîbûna xwe çawa kivş dike, anjî hûn li vê helwesta bîneran digerin?

Ergoşî: Li Kurdistanê dezgeheke ko van rastiyan serast bike; niye, lêbelê bi hinek awayên din yên wek şandina name, e.mail û vekirina telefonan em hinek pê dihesin ka temaşavan çi dibêjin. Razîbûn yan narazîbûna wan jî hertim ne wek hev e, carna razî carna jî narazîn e, ya girîng ew e em pê dihesin ko temaşavan TV-yê bi ya xwe dihesibînin û bi dilsozî û vekirî dîtinên xwe ji me re tînin zimên.

We tevnê nûçegihanîyê danaye, anku li her bajêr, bajêrge, tax, gund û cihên dî sîstemek, mekanîzmayek we pêkînaye ku nûçe di dem da bigihin we? Dîsa hûn teknîka ku program û nuçeyên ji derên dûr zindî didin, bi kar tînin?

 

        Ergoşî: Li hemû bajarên mezinên başûrê Kurdistanê bîro û nûçegihanên me hene, li bajark û derên biçûk nûçegihan nîne, lê belê hevkarên nûçegihanan hene ko tiştek çê dibe ew ji me re dibêjin û em jî nûçegihan û kamêra dişînin wê derê. Li beşên din yên Kurdistanê jî nûçegihanên me hene, lê belê ji ber sedemên siyasî ew nikarin weke pêwîst û zêde li ber çav kar bikin, lewra jî piranî bi telefonê nûçeyan didin me, herweha li piraniya paytexên Ewropa û paytextên din yên cîhanê jî nûçegihanên me hene, lê dîsa ew jî zêdetir bi telefonê nûçeyan didin û bikaranîna kamêran hindik e. Li dor beşa duyê ya pirsiyarê jî; belê em gelek caran çalakiyên ko li cihên dûr wek mînak li Bexda yan jî li Ewropa çê dibin zindî diweşin.

Profîlê bînerên we çawan e, anku zêdetir kîjan bask, grûb, kategorîyên civatê, jin an mêr, zarok, ciwan, navsere an sere, seyra televizyonê dikin?

Ergoşî: Bê dudilî dibîjim; hemû jî (emir) ne.

Televizyonê çi tesîr li jîyana rojane ya xelkê kirîye heta niha, tesbîteke we heye?

Ergoşî: Jiyê TV-ya kurdî li başûrê Kurdistanê ji dawiyên salên heftiyan dest pê dike. TV-ya ko kurdan bi TV-ya xwe jî hesibandiye sala 1992-ê dest pê dike û helbet di pir warên jiyanê de bandora TV-yê li ser jiyana xelkê heye, lê helbet di hevpeyvîneke weha de ezê nikaribim bi ferehî li ser vê bandorê rabiwestim û ji bersiva vê pirsiyarê re lêkolîneke sosyolojî gerek e.

Periyoda plankirina programên televizyonê çawan e, anku hûn ji bo çend midehî programan plan dikin û krîterên we çi ne? Herweha fîlm, rêzefîlm û fîlmên karton çend têne weşandin û di zimanê fîlman da wergêr, dublaj an binnivîs çend bi kar tên?

Ergoşî: Ji xwe hinek programên wek nûçe û xwendina rojnameyan hertim di cihê xwe de ne û nayêne guhertin, programên din jî hene sabit; hinek program jî hene li gor xwesteka dema xwe ne  û li gor pêwîstiyê têne çêkirn û rakirin. Herweha programên kulturî, dîrokî jî sabit û di cihê xwe de ne. Dawiyê hinek progranên li dor jiyana sosyal li gor pêwîstiyê têne çêkirin û rakirin jî. Wekî din heta niha fîlm û rêzefîlm û kartonên ko hatine weşandin hemû jî xweser kurdî bûne û hinek ji wan berhemên TV-yê bi xwe û hinên din jî ji aliyên din hatine. Beşa zarokan jî hemû karê xwe bi xwe dike û niha hinek fîlmên karton anîne ji bo ko doblajî kurdî bike.

Rewşa ragihandina televizyonê li gund û bajêran çawan e?

Ergoşî: Dema ko Kurdistan TV çê bû, ew cara pêşî bû di dîrokê de ko TV-yeka kurdan ya setelît li ser ax û di hundirî welatê wan bi xwe de weşanê bike, lewra jî bi sed hezaran kurdên ko nû vegeriya bûn gundên xwe û heta wê demê TV-yên wan ji ber wernegirtina kanalên lokal tine bûn, çûn sûkan û ji xwe re TV kirrîn, ji wê hingê ve rewaca TV-yê weke bajaran li gundan jî heye û weke ko her roj li me rast tê, heta niha jî ev rewaca wê her heye û ji gundiyan re bûye sebrek. Ji xwe li bajaran jî TV yek ji pêwîstiyên herî li pêş yên jiyanê ye û dîsa em pê dihesin temaşavanên me pir in.

Di weşangerîya medyaya elektronîk û ya nivîskî da, rewşa demokratîzmê çawan e, krîtîk, otokrîtîk di çi dereceyê da ye?

Ergoşî: Weşana elektronîk li gor dilê xwe çi dixwaze dibêje, rojname û kovarên xweser jî hene dîsa ew jî vekirî dinivîsînin. Kovar û rojname û radyo û TV-yên partiyan jî heta dereceyeke baş kela dilê xwe dirêjin û rexneyan dikin, bi giştî her tiştê tu bixwazî cihên ko ji te re biweşînin hene.

Di weşangerîya bi giştî da, sansûr û destwerdan heye an ne?

Ergoşî: Di weşangeriya partiyan de heye, lêbelê di ya xweser de nîne.

Di weşana Kurdistan TV da sansûr heye an ne?

Ergoşî: Belê heye, lêbelê dîsa jî di programên zindî de her kesê çi bixwaze dibêje û kes rê li ber nagire.

Organek an dezgehekî ku kontrola normên etîkî yên weşangerîyê dike heye an ne?

Ergoşî: Qed nîne.

      Spas ji bo bersivan.

Ergoşî: Ez jî ji bo vê hevaxivtinê spas dikim.

 

ROJAN HAZIM - Çile 2004

 

                                    serî