Dîasporaya Kurdî
ROJAN HAZIM
Dîaspora gotineke binyad Yewnanî ye û tête manaya “bijbelavbûn, reþandina tovî, belavbûna wekî zerreyan”. Di Yewnana Antîk da ji bo belavbûna mirovan jî hatîye gotin. Ji bo kesên ku ji ”Bajêr Dewlet”an anjî ”Bajêrên Mezin – Metropolîs”an derdiketin, koç dikirine deverên dî anjî dihatin derêxistin dihate gotin. Di nav dem û salan da vê gotinê manayake fireh wergirt. Anku heke “komeke etnîk”, anjî ”qewmek” ji cih û warê xwe yê qedîm, yê bab û bapîran koç kir anjî hate koç kirin, li cih û warê nû, di kategorîya ”dîaspora”yê da hate hejmartin. Eve bi taybetî Berî Îsa [BÎ] û Piþtî Îsa [PÎ) ji bo Cihûyan hate bi kar înan. Cihû ji ber zordarîya desthilatên wan deman bijbelavî dinyayê bûn. Belêm ev ”term” îro êdî ji bo bi giþtî tête bi kar înan. Her ”komeke etnîk” her bi çi binasî [sebebî] be, heke ji welatê xwe, ji cih û warê xwe yê qedîm rabû û koç kir, anjî hate koç kirin û li cihekî nû bi cih bû, êdî ji wê ”grûba etnîk” ra ”dîaspora” tête gotin. Heta nihe di meydana navneteweyî da du ”grûbên etnîk” wekî ”qewmên dîasporaye” hatin nas kirin: Cihû û Ermenî. Bo Cihû û Ermenîyên ji Israîl û Ermenistanê dûr, li welatên cuda yên dinyayê dijîn Cihû û Ermenîyên diasporayê tête gotin.
Li goreyî nifûsê, vê gavê ”grûba etnîk” ya herî mezin Kurd in di nav kategorîya dîasporayê da. Dîasporaya Kurdî ji destpêka desthilata Farisan, Osmanîyan û paþê jî ya Ereban pêve dest pê kirîye û Kurd bi darê zorê hatine koç kirin ku îro jî mîratxwerên wan Kurdan didine koç kirin. Ji wan salan were Kurdên ku ji welatê xwe yê qedîm, welatê bab û bapîrên xwe hatine derêxistin, hatine koç kirin kêm zêde 10 [deh] milyon in. Ji vê hejmara mezin bahra [paya] pitir li Tirkîyeyê dijîn. Dîasporaya herî mezin ya Kurdan li Tirkîyeyê ye. Bajêrê herî mezin yê dîasporaya Kurdî Stanbol e ku 3 [sê] milyon Kurd lê dijîn. Paþê jî, li bajêrên Anatolîya Navîn, Baþûr, Rojava heta Anatolîya Bakur bi milyonan Kurd li bajêrên cuda belav bûne û wekî kolonîyên biçûk yên dîasporaya Kurdî dijîn. Tehran, Bexda, Þam û Beyrûd jî merkezên mezin yên diasporaya Kurdî ne.
Ji destpêka salên 1960î pêve jî li cografyaya Ewrûpaya Rojavayê û Amerîkayê [USA] dîasporaya Kurdî pêkhatîye. Di van salên 2000î da ev meydana dîasporaya Kurdî heta Afrîka, Kanada, Awustralya û Japonyayê berfireh bûye. Ji xwe Rûsya, Kafkasya û Asyaya Navîn ji berê were bûyne merkezên dîasporaya Kurdî. Yêk ji merkezên mezin ya dîasporaya Kurdî vê gavê cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] ye ku nêzîkî milyonek û nîv Kurd lê dijîn. Îro Danmark jî, ku endama YEyê ye, yêk ji wan welatan e ku ”Dîasporaya Kurdî” lê heye û nufûsa wan jî digihe nêzîkî sih hizaran.
Problema herî mezin û hevpar ya Kurdên ku li dîasporayê dijîn ziman e û ji ber asîmîlasyonê her diçe nifûsa Kurdî axêv kêm dibe. Herwisa jîyana kulturî ya Kurdî jî her diçe rengê xwe yê otantîk berze dike. Ev encamên xemdar yêk ji mezintirîn zehmetîyên jîyana dîasporayê ne. Êdî realîteyek e ku kategorîya ”Kurdên Dîasporayê” jî pêkhatîye. Tête hêvî kirin ku ”Kurdên Dîasporayê” li goreyî vê realîteyê bijîn, belêm herweha jî di serî da ziman û paþê jî her çi karekterîstîkên xwe yên xwumalî, otantîkî yên neteweyî hebin biparêzin û li welatên lê, di nav wan neteweyên pêkve dijîn da jî, di nav jîyaneke bi aheng û dostane da bijîn.
ROJAN HAZIM
5 Sibat 2009
[Di Bultena FOKUS-Ayê da hatîye weþandin. Hj. 4 Sibat 2009]