paşve

                                   

                                    [Perêsgeha Zerdeştî]

 

Naverok

 

Pêşgotin

Cihê perêsgeha Dihokê, di warê cografî û dîrokî da

Rêya perêsgehê

Tûnêl, „qenterka“ perêsgehê

Dergehê perêsgehê

Perêsgeh, „Mabed“

Seko, „Mêhrab“

Stûn

Pavî, “cok”

Pencerk

Nîşanên Yezdana

Perêsgeha hewşê, “perêsgehka serbetal”

Sarinc, “Kunav”

Dexme, “Bergor”

Pişka başûrarojavaya perêsgehê û perêsgehek kevnartir

Seko, ”Mêhrab”eke Zerdeştî

Sumeh, „Sume“

Nexşeyê telarsazî, “Mîmarî”ya perêsgehê

Nîşana dîrokî bo perêsgeha gelîyê Dihokê

Du mêhrabên Zerdeştî

Şkeftegor, “Nawiska” gelîyê Dihokê

Sumeh, “Sume”

Cihnişîn

Dahmenên pirtûkê

Jêder, “serkanî”

 

***

Pêşgotin

Olê (dînê) Zerdeştî, pitir ji hizar salan berî hatina Îslamê, olê mezin û rewişt yê Kurdistanê bûye û di sed salên piştî îslamê da jî li hindek deverên Kurdistanê berdewam bûye. Wek Loristan û devera Xerzanê (Erzin). Serdemê dewleta Dostikê Kurd, di sedsala yazdeha Piştî Îsayî (PÎ) da, ku (Nasirê Xwusrewî) gerokê Îranî di çirîya paşîn (teşrîn) ya 1046ê PÎ da, Zerdeştî di şahrê Xerzan da dîtîye. Di pirtûka xwe da, (Hezaret El-Dewle El-Dostikîye, berg 2, rûper 269), me behsê vê kirîye. Bigre vî olî heta sedsala dozdehê di navçeya Hewraman da belav û bi hêz bûye. Seyid Îbrahîm El-Husynî, bapîrê mezinê şêxên devera Serget (Cebir Abad), di çiyayê rojava Şahrezorê da şalyarê reş (şalyar sîyaw) yê pîrê Zerdeştîyan û mezinê Hewramanîyan, di şahrê Urman-Hewraman-Wate Agirman da dîtîye û herwekî di bîrewerîyên xwe da li ser rûperên Qurana pîroz ya destnivîsa xwe da nivîsîye û paşê nevîyên wî veguhastîye ser Quraneke dî û gelek zanyarî pêşda birine û niho li jêr hejmara (numera) 16420 di qismê ”El-Mextûtat”ê namexaneya Mûzexaneya Bexdayê da ye. Ev Şalyarê reş, bo îslamê baştir bûye û cuda ye ji Pîr Şalyarê mezin yê Zerdeştî yê berî îslama Hewramanîyan, ku perêsgeha wî heta niho li jêr navê Çilexane maye û xelkê Hewramanan her sal bi navê cejna Kumsayê, yada van pîr û perêsgeha Zerdeştî digêrin. Mînakê wê perêsgehê di gotareke min da, El Tîraz El mîmarî we El Zexarîf Fî Tûwêlê, di Kovara Karwan, hejmara 2yê, sala 1983ê da belav bûye, ku bi bawerîya min eve perêsgeheke Zerdeştî ya serdemê pîrê şalyar e. Niho Êzidyatî (Êzdîyatî) li navbera Kurdên Êzidî maye û li goreyî bîr û rayên hindek dîroknivîs û lêkolîneran ew paşmayê olê Zerdeştî ye. Lê belê, bîra min pitir bo wê diçe ku paşmayê olê Dîwyesnî-Dêwyesna bit, ser wê ku şeytan (Ehrîman), keleha wan navê wî Melik Tawis e û wan diperêst. Herdu olên, Mezdeyesnî û Dîwyesnî, li pêş Zerdeştî û belavbûna Hîndoarîyan di nav Arîyan da hebûn. Yasavanên (Qanûndarên) mezdeyesnî yezdanperês bûn. Ew bêje, ji Mezd: Yezdan û Yesin, Yesna: Perêsîn, pêkhatîye. Tîre û êlên xwecihî, dîsan daniştvanên (rûniştvanên) şahr û gundan bawerî bi yasa (qanûn), peyman, rewişt û şaristanîyê hebûn û yezdanê wan yê mezin (Ahora-Ahoramezda) bû, ku yezdanê zana Mezda anku zanînê, digihînît û yezdanê başî û ronakîyê bûye û herçî hêzên koçer û şerxwazan bûn, ser olê Dêw (Deu) bûn û di perêst, ku yezdanê herî mezin yê yezdanên Dêw (Ahrîmen) û yezdanê şer û tarîkîyê bûye. Hêzên koçer û cengeweran zordarî li hêzên şahristan û daniştvan (rûniştvan) û cotyaran dikirin. Ji ber wê milmilana nav herdu cînan (cûnan) dujminatî (dijminatî) hate nav qada ol û kêşên olî. Dêwperêsî nehatîye nivîsîn û pirtûka olî nebûye, belkî olekî zardemî (zarikî) bûye, wekî êzidîyatîya niho. Zerdeşt (Zirtişt), kurê Poroşespî ye û dayîka wî navê wê Duxdu-Duxduwa, kiça Ferahîmî ye, di sedsala heftan li Berî Îsa (BÎ) da, anjî dewrûberê hizar û sed salên BÎ da bûye pêxemberê olê mezdeyesna (Mizdyesna) û hindek dibêjin Moslihê vî olî bûye. Ev ole bi kotekî di nav Mîdîyan (Medan, Medîyan) û Parisan (Parsan-Farisan) da belav bûye, an bêjin arîyên Kurdistanê û Iranê û Efxanistanê û rojavaya Efxanistanê bi piştgirîya Wîstasipe, ku paşayekî arîyan bû û Camasipe ku wezîrê wî bû. Zerdeştî êk (yêk) ji hersê kiçên xwe dayîye (daye) Camasipe yê wezîrê xwe, ku navê wê Porocista bû, ku rewiştperêsîn û pîrozkirina şeytanan, anku Dêwan, qedexe kirin. Belê (belêm) dîsan hemî Dêwyesnan bawerî bi Zerdeştî neîna û dijî rawestan, nemaze hersê grûb, an êlên mezin yên Arîyan, ku di Avista (Avesta) da bi Ûsîc û Girehma û Bindwe, navên wan hatîne nivîsîn. Vêca herwekî çawan di Qurana pîroz da gawir û bitperês (bûtperês, pûtperês) gelek di pêgotine û qala wan hatîye kirin, herwisa di Avîsta (Avesta) da gelek nav û qalên dîwyesnan (Dêwperêsan) hatine kirin û di pişka pêncê ya Avista da; Windîdadî yasa dijî Dêwan nivîsîye, di serdemê Eşkanil da. Avista, pirtûka olê Zerdeştî pêkhatibû ji du milyon rêzên şiirê, belê (belêm) pişka mezintir jê nemaye. Ew pişka binyatê Avista ya niho mayî, ku Gatayî ye, birkeka êkcara kêm ya Avista nifşî ye û li barê yanayî û kêşa şiir û rehwanbêjî  û rengê zimanî, gelek cuda ye ji pişkên dî. Zerdeşt yêktaperês (Mowehed) bûye û di Gatan da destnîşanî ji bo yezdanên caran ne birîye û pişt guhên xwe ra havêtine (avêtine). Belê (belêm) piştî wî, destkarî di Avistayê da hatîye kirin û hatîye guhorandin. Yezdanên dî wekî rojê, mîtra, heyvê, enahîta, azer, hersih rojên heyvê û her dozdeh heyvên salê, li jêr navê yezdanê Îzed-Îzîd, bi hev ra ne û pêkve kevtine nav Avista û olê Zerdeştî, belê (belêm) herwekî di Avistayê da hatî durust kirin, Amzîde û xeslet û derkevtên yezdanê mezin yê Ahoramezda ne. Haşim Rizayî naveroka mezina ya qada Zerdeştî dinasîn û zanyarîyeke pir ya bi mifa li ser Avista û pişkên wê nivîsîye û gelek qala herdu olan kirîye. Krîstînsînî di pirtûka Îran Fî Ehid El Sasanîyîn, rûper 19-29an da zanyarîyeke baş kirîye, ser wê hindê dîsan vêca dûr nîne hindek ji êlên ”Medî-Arîyan” her li ser olê kevn yê Dêwperêsî (Dîwyesna) mabin û nebibin Mezdeyesna-Bîhdînan, anku bûne Zerdeştî. Ew jî êlên Kurdên êzidî ne ku di nav Kurdan da bi Dasînî hatine nasîn. Em di serî da binêrine Dasinî, heta evro di navçeya Soran da belav e û li navçeya Behdînan hemûyê  an pişkek bi Dasinan hatîye nav kirin. Heta evro, di navçeya Botan da dibêjine Dihokê, Dihoka Dasinya, çiku Êzidîyatî di wê deverê da boş bû, nemaze di deşta Silîvan, deşta Bahedra da, ku bi pileyeke mezin ya qehremanîyê û xwe ragirtinê, ber singê çendîn gelekoma û êrişên kuştin û vebirandina dewleta Osman›yan xwe ragirtîye. Berwarî Bala di sedsala nehan ya PÎ da, di nav navçeya Dasin da bûye. Toma di pirtûka ”Kitab El-Rûesa”, rûper 233 da nivîsîye, ku gundê Orê-Bêtgoza, anku gundê Ûrê, di Berwarî Bala da, dikevîte nav navçeya Dasinê. Toma xelkê Şêrwana mezin ya Barzan e û qeşeyê navçeya Mêrgê (Mirka-Mirc-Mirc El Mûsil) bûye, ku dibite navçeya nav Zêyê Mezin û robarê Gumil, nêzîkî Ênsifnê. Eve dibîte cihê têkelbûna Xazirî, digel Zê di nêzîkî Dicleyê da. Toma di pirtûka xwe ya pir biha da, ku bi ”Suryanî” nivîsîye di sedsala nehê da û Eleb Elber Ebona wergêraye zimanê Erebî û gelek caran peyva Dasin û Dasinî têda înaye û ji Dêwyesna hatîye ku ji bo navçeyê û bo êzidîyan bi kar têt, çiku pişkek ji niştecihên (xwecihên) Dêwperês Êzidî bûn, herwekî me gotî ev ol (dîn) yê yezdanê mezin yê yezdanên Dêw-Ehrîmen (Şeytan - Îblîs - Ezazîl) bûye û niho dihête (tête) perêsîn ji layê Êzidîyan ve, bi pileya nîşana yezdanê xirabîyê ji bo parastina ji xirabîyê û wan bawerî bi yezdanî (Ellah) heye, wekî yezdanê (Xwudêyê) herî mezin yê vî çerxî (demî). Anku êzidî demekî dirêj, berî ji dayîkbûna Zerdeştî, li ser olê Dêwyesnî diçûn, ku êk bû ji herdu olkevnên arîyan û heta niho ew ol maye parastin ji alîyê wan ve. Digel wê hindê, olê Îslamê guhorînkarî têda kirîye li sedsala yazdehê û paşve hatine nav olê Îslamê. Li ser destê ”Şêx Adî”, ku êk e ji Kurdên devera ”Şûf El - Ekrad” ya Lubnanê û di nav wan da mezin bûye, herwekî me ev bi dûr û dirêjî di nivîseke xwe da, li ser belgenameyeke destnivîsa êzidîyan nivîsîye û sala 1994ê di kovara Laliş (Laleş) da belav bûye. Ew belgename, nijadname (secere), ”Mişûr Pîr Xetîb Pisî” ye, ku mirîdekî Şêx Adî bû û êzidîyekî cihê bawerê bû di bac komkirinê da. Ew belgename nivîsvanê (nivîskarê) êzidîyan hêja ”Pîr Xidir Silêman” bi dest xwe êxist. Piştî ku me agahdar kirî li ser hebûn û cihê wê Mişwêrê. Ji xwe eger êzidîyatî paşmayê Dêwperêsî nebit, pa perisîna şeytanî (serokê Dêwan) çawan û ji çi hatîye? Dîsan çu ol û baweran, şeytan ne perêsîye, belkî bi nehênî hatîye kirin û heke êzidî bi nifşê xwe ve Zerdeştî ban, ji bo çi di nêzîkî hindek olan e, ku dûrtirin ji Zerdeştîyê? Anku di sereta û dûmahîya olê Zerdeştî li dijî olê Şeytan perisînê bûye. Belê (belêm) pêdçit (pê diçe) bi borîna  şev û rojan, ser karê Zerdeştî û hebûna weku olê Mesîhî kevtibit (ketibît) nav êzidîyatîyê. Eger ew Zerdeştî ban, bi kêmî ve pêdivî bû ku Zerdeşt û Avista (Avesta) pîroz kiriban. Ez dişêm bêjim ku Zerdeşt û Avista, di nav xelkê hûr yê êzidîyan da nehatine nasîn. Pitir rê diçite (diçe) hindek tiştên wekhev di nav herdu olan da hatibin çêkirin, wekî pîrozkirina hindek ji tuxmên gerdûnê, wekî çawan niho roj li nik êzidîyan pîroz e û serê beyanê û êvaran rûyê xwe didine rojê û nivêjan dikin û li ser pêyan dûayê dixwûnin. Êdî em nizanin gelo ev tişt di olê Dîwyesna da wisan bûye, an ji Zerdeştîyan wergirtine. Di dawîyê da dibêjin xala sereke û herî rehwan, li nav êzidîyateyî da pirsa perêsîn û pîrozkirina Şeytanî (Ehrîmenî) ye. Eger êzidî bi nifş ve busulman (musulman) an Zerdeştî ban, çawan pitir ji hemî rêberdanan diçûn ser Şeytan perisîne? Herwekî ron û xuya ye ku Şeytan di herdu olan da pîstirîn mexlûqê yezdanî (Xwudê) ye. Eve heke ev berçavîye binaxeyeke kevintir nebit, çiku heta serdemê ”Exmînî” û ”Eşkanî”, her Dîwperêsî hebûye, ku olekî serdemî bûye, wekî êzidîyatîyê û peykerê (heykelê) ”Tawis”, ku nîşana ”Melik Tawis”î ye, nîşana mezin ya êzidîyatîyê ye.  Heke piranîya olê Dîwperêsîyê hatiba nivîsîn, da bi rêkevtina wê û êzidîyatîyê, bi rastî ron bin. Bêguman vî olî dirêjîya bawerî û rê û rengên xwe hebûne, belê (belêm) pirtûka olî ya nemazeyî nebûye û herwekî êzidîyatî olekî zarekî (şifahî - devkî) bûye. Toma di ”Kitab El Rûesa” da gelek caran navê Şeytan û Şeytan perêsîyê înaye, ku di hindek cihan da seda sed dîyar e ku mebesta (mexseda) wî bitperêsî (bûtperêsî - pûtperêsî) û Zerdeştî yên Behdînan û cihên dî bûye. Vêca eger di çend cihan da mebesta wî Şeytan perêsî bit (be), anku rasteqînên Behdînan, em nizanin wisan e an ne. Çiku wî ew tişt ji bo kesên dî jî gotîye. Bi pêçûna pirtûka Mîdîya (Medya), rûper 546-547 dihête (tête) zanîn, di serdemê dewleta ”Hexamenişî” da, ”550 - 331”ê BÎ, olê Dîwperêsî her mabû û di hindek navçeyan da Zerdeştî têda serkevtî nebûye. Belkî di demê Eşkanî da, ”127ê BÎ heta 227ê PΔ hebûye, ku yasaya (qanûna) dijî ”Dîwan”, pirtûka ”windîtatî” di wî demî da hatîye nivîsîn. Vêca vê berdewamîya olê kevin yê Dêwperêsî ”Diyesna”, di hindek navçeyên Kurdistanê li ber dîrok û dîroknivîsan berzebûye. Eger olê Dêwperêsî di sedsalên navincî da û heta niho di navçeka rojhilatanaverast da mabit (mabe), ew ya wê herêma Kurdistana berî Îslamê ye, ku bitperêsî (bûtperêsî - pûtperêsî) û Zerdeştî têda hebûn. Bo nimûne, Toma di ”Kitab El-Rûesa, rûper 285”ê da nivîsîye ku xelkê gundê ”Qûp”a rojhilata Mirêba, ku 25 KM ji Akreyê dûr e, bitperêsî (bûtperêsî - pûtperêsî) û Zerdeştî Mecosî (Mecûsî) û ser dewsa wan mabûn, belê (belêm) ”Mar Yûhena” di sedsala çarê da ew kirine Mesîhî. Eva ku me nivîsî, encam karê demekî dirêj e ku me ev babet jê wergirtîye. Sebaret navê ”Behdînan” hindek kes dibînin ku peyva ”Bihdînan” dibit (dibe) ku wateya (manaya) olê Zerdeştî bigehînit; ”Dîn bihî”, anku ”olê baş”. Peyva ”Dîn” jî arî ye neko (neku) Erebî ye, herwekî di Avistayê (Avesta) da hatîye nivîsîn. Di Avistayê da çendîn cara peyva ”Bihdînan” bo olê Zerdeştî hatîye gotin, wekî di Avistayê da li yesnayê 16 caran û di Avista biçûk (Xirde Avista) da, Avista rûper 163, 167, 398an da heye. Min çu rehên (reyên) dîrokî ji bo navê ”Behdînan” ya herêma Kurdistanê, wekî navê ”Dasin - Dasna” nedîtine. Ne di sedsalên navincî da û ne di demê Îslamê da, ku bişêm bêjim ”Behdînan” ji peyva (gotina) ”Bihdînan” ya Avistaya olê Zerdeştî hatîye û beramberî peyva Dasin bûye û Zerdeştîyên vê herêmê bo ”Bihdînan” û ”Dêwperêsî” an gotibin Dasin - Dasnan. Kevintirîn serûkanîya qala navê ”Behdînan” têda hatîye kirin, Şerefname ye, ku serhildana vî navî dikêşîte serdemê peydabûna ”Mîrnişînên Kurdî” yên di wê navçeyê da, ji alîyê binemala ”Behaedînî”. Wê binemalê nijadnameyeke ”Ebasî” bo xwe rêkxistîye. Belê (belêm) zanyarîyeke baş ya min ya belav nekirî heta niho li nik min heye ku bi belgeyên dîrokî, wê bineçeyê direw derdêxît (derdêxe). Hêjayî gotinê ye, ku berî olê Zerdeştî, olê bitperêsîyê (bûtperêsîyê, pûtperêsîyê) di Kurdistanê da hebû û êkemîn yezdanê (Xwudêyê) perisînê di serdemê peydabûna çandinê da bû, ku zanayên şûnwarnas, navê yezdanê dayîk ”El - Alîhe, El-’om” danaye ser û neh hizar salan berî niho, di gundê Çermo da, di navçeya Çemçemal da êkemîn peyker (heykel) hatibît (hatibe) durust kirin bo yezdanekê, dibîte peykerê vî yezdanî. Ew jî bi teqinê (herîyê) hatîye çêkirin, ku eve jî nêzîkî du hizar salan berî gihandina mirov ya bo naverast û başûra Îraqê ya niho, ku dest bi avadanîyê biket (bike). Belê hizir û bîrên olî di Kurdistanê da kevintirîn ji ser demên yezdana dayîk û şûnwarnasan bi mercê kevnegorên mirovên berî wî demî ew hinde zanîye, herwekî kevnegorên mirovan di şkefta Şabender û Zawî Çemî da û bi bawerîya min yezdana dayîk ya Kurdistanê, piştî avadankirina Iraqê bûye Eştar. Pêşîyê min di Kurdistana Başûr da, bi tinê du perêsgeh ji layê dezgehê şûnewarîya Îraqê ya giştî hatine dîtin. Yê êkemîn di girê ”qûrtas” da, di nav goma Derbendîxanê da bûye û bi tarzê ”çar taq” (çar dîwar) bûye û bi rengê serdemê Sasanî hatîye danan, piştî hilkolîn û lêkolîna wî girî. Yê duyan sekoyekî berî û perêsgeheke servekirî ”Mekşof” bûye, di rojhilata gundê Basifrê da li jêrî Çîyayê Xêrê li naverasta Etroş û Akreyê, ku di roja 24. 06. 1995ê da çûme dîtina wê, belê (belêm) negihiştim wî cihî, çiku mijûlê seradana şûnwarên gundê Bîr (Bîrta) bûm. Di sîstemê Hindûewrûpî da, du destekên yezdanan hebûn, Asûra (Ahûra) û ”Deû”. Di hindek layên pirtûka ”Rêgwida” da, ku nûjentirîn hest digirît (digire), dihêt (têt) niyasîn, ku destekên yezdanên ”Deû” layê pîrozîyê û bijînîyê û cakîyê digirît û destekên yezdanên Asûran bi rengê yezdanên bed û zîyanbexş ”Şirîr” hatine niyasîn (nasîn). Li Îranê ew tişt berevajî hatîye wergirtin, anku yezdanên dêw alîgirên zîyanbexşîyê ne û yezdanên ”Ahûra” layê çakîyê digirin. Binêre ”Haşim Riza, Avista r. 51”. Êzidî jî rewiştên çakîyê (başîyê) didin bal Ahremanî ”Melekê Tawis”. Li goreyî wan bawerî û çavdêrîya berê, ne bi bawerî û zêrevanîya olê Zerdeştî û olên paştir. Eve hêjayî gotinê ye ku Zerdeştî di Avistayê da, bi nerêkî nav li xwe kirîye û li jêr navê ”Kevî - Kewî” û ”Kerpan” hatîye navdar kirin, ku ”Ûsîc” û ”Girahma” û ”Bindwe” sê tîre (êl) û tagimên mezin yê ”Kewî” bûn, ku Dêwyesnî bûn û di pêşnivîsa min da, li rûper 25ê, hatîye kivş kirin. Kewî (Key) anku ”Şa” (Şah) an ”Mîr” an ”Hakim” û ”Kerpan” kahinên Dêwyesnî bûn. Vêca peyva ”Kirif”, ku êzidî bi kardihînin (kartînin). Ev peyva ”Kirif” nêzîkî herdu gotinên ”Kewî” û ”Kepen - Kerpan” hatîye û eger ji êk ji van herdu gotinan û ji vê yanaya kevin hatibît (hatibe), ew jî dê bibîte (bibe) belgeyek ku êzidî ”Dêwyesnî - Dasnan” nerêkîn Zerdeştî ne. Derbareyê çawanîya perêsgehên ”Dêwyesnîyan”, çu zanyarîyek di destê me da nîne. Bi tinê dizanin ku wan perêsgehên nemaze ên (yên) xwe hebûn. Dewleta Mad (Med) car û baran (car caran) perêsgehên eşîr û taqmên olên ne Zerdeştî, wêran dikirin, u dibit (dibe) yên Dêwyesnan bûn, ku ew jî pitir rê xweş biket (bike) ji bo belav bûna olê Zerdeştî û civakîyê di vî olî da û kom biket, di sala 522ê da li berî bûyîna Mûsa pêxember. Anku oldarê diravî yê Zerdeştî ”Geûmata - Gûmata”, demê şoreş kirî dijî paşayê Exmînî ”Kembocî” babê Daryûşî û dewrê heft heyva welatên Mad (Med) û Faris û hindek welatên padişahîtîya Exmînî kevtin jêr (bin) desthilata wî û gelek perêsgehên Exmînî kavil û wêran kirin. Belê (belêm) piştî Daryûsî careke dî ava kirine, anku piştî terorkirina Geûmotayî herwekî Daryûsî li ser çiyayê Bêston nivîsî, nêzîkî Kermanşahê digel wêneyê Geûmota û dîroknivlsê mezin Diyakunûf di Mîdya (Medya) r. 542-583-585 da eve gotîye û di r. 586an da nivîsîye ”Xişa Yar Şa”yê kurê Daryûsî di destpêka sedsala pêncê ya BÎ da, perêsgehên Dîwdan wêran kirin bi mebesta (mexseda) pitir rê xweş kir ji bo belavbûna olê Zerdeştî û peyva ”Dîwdan” ji bo kevne Yezdanê nav çîyan qedexe kirin û herwisa jî bo ”Dîwan”, anku yezdanên ”Dîw” hate qedexe kirin. Dîyar e ku di demê Med û Exmînî da ”Dîwperêsî” di olên dî yên navçîyayên ne Zerdeştî da firehtir û bi hêztir bûye. Vêca ez bi dûrî nizanim eger ev cihê gelîyê ”Dihoka Dasinya” cihekî pîroz yê Dasinyan ”Dîwyesnan” bit (be) û di vî şûnî da perêsgeheke wan hebît (hebe), berî ku Zerdeştî destan ser vî şûnê olî da bigirin û bi kêmasî ve du perêsgehan an pitir ji xwe ra têda durust biken (bikin), çiku pêş perêsgeha ”Şkefta Çarstûn”, bi kêmî du perêsgehên Zerdeştî yên kevintir di vî şûnî (cihî) da hebûn, wekî paşî bi dirêjî dê behs biken û herdemî pişkînin ”Tenqîbat”ên arkeolojîk di vî cihî da bihên (bên) kirin pêdivîye ev xal bihêt (bêt) têbînî kirin û herwisa di cihnişîna tenişt perêsgehê û ne dûr e di ”Laliş” (Laleş) da perêsgeheke ”Dasinyan” berî Îslamê hebûye. Dîsa di van çend salên dûmahîyê da, me çend perêsgehên dî dîtine di ”Bêtwate” û ”Newê” û ”Bêtas”ê da, di çîyayê başûra Zaxo da herwisa me cihê perêsgeheke dî destnîşan kir di ”Şaxê Ateşgah” da di rojavaya ”Bîyare” da ser rêya giştî, ku leşkerê Îraqê û dezgehê rêyên Silêmanîyê, kavilê wê ji nav birîn û text kirî. Bi bawerîya min, kela ”Xan Ehmedê Xanî Erdelan” di kevne şahrê  ”Zelim” da, di pişt ”Xormala Şahrezorê” da perêsgehek Zerdeştî ya kevn e. Ya ji hemûyan giringtir perêsgeha ”Derbendî Bazîyan” e, ku robarê wê ji 2000 m2yan zêdetir e û bi kerestê ber û gêçê ava kirîye û çendîn mezel û hûl û hewş digel dane û di nav şûrheyeke qaîm da ye, ku firehîya wê digihîte sê metreyan. Belêm seko ”Mihrab”a agirî û gorephana (meydana) wê di nav şûrheyeke dî ya duyan û nemaze (taybetî) da ye û her çar kujîkên şûrheya mezin bircek mezin têda hebûye. Pişkeke mezin ji vê perêsgehê bi rêya çend kesên xemsar û ne dilsoz, di dezgehê şûnwarîya Silêmanîyê da ji layê dezgehê rê û rêbarîya Silêmanîyê ve dane ber devê şûfelan û hat text kirin. Hind ez gihiştim ku kakila perêsgehê û seko û gorepahnê û şûrheyê û rêya hatin û çûna giştî rizgar bikem. (1) Di pirtûka xwe da ”Şûnewarên Newê di Saxê Sûrîn da” pitir ji van perêsgehan, me dest nîşan nekirîne. Pêş ”Dîroka Elseîredî” da bi bîst û du salan behsê hindê min dît ku ”Îşoîb”ê Bahedrî dêrkokek (ku biçûktir e ji dêrê), di çîyayê Bahedrê da ava kirîye, di şûnekê da ku Kurdan qurban (gorî) ji bo şeytanî dikirin. Bi gumana min ew şûn perêsgehek Zerdeştî bûye û di pirtûka xwe da ”Hezaret El-Dewle El-Dostikîye, berg 2, r. 257” ew hind me nivîsîye, belê (belêm) çendîn cara me pirsyar dikir, kesê nedigot şûnewarekÎ wisa heye di şaxê Dihokê da ku biçim bibînim. Heta di rojên piştî bîstê Gulana 1995ê da, ku ez çûme Dihokê û hindek kesan gote min ku di gelîyê Dihokê da du şkeftên wekî Nawiska û şkeftek bi navê ”Şkefta Çarstûn” hene. Ew bû ku di roja 25ê Gulana 1995ê da çûme wêrê û di herdu nawiska da nêrîm. Paşê me cuda rû kire wê şkefta nav çîyayî û me geryanek têda kir û perêsgehek Zerdeştî dît, nîşanên yezdanên olê Zerdeştî ser hatine nexşandin, ku di xeyala min da nedihat şûnewarekî wisa entîke û pir giring bibînim, ku ji giringtirîn dîtinên şûnewaryên xwe didem zanîn. Barek wêne me girtin û endaze û dirêjîya wê me pîvan û têbînîyên xwe me ser nivîsîn û herwisa roja paştir û roja 22ê Gulanê me bi lêkolîna li ser perêsgehê borand. Eger ev şûnewara herî mezin di welatekî pêşkevtî da hatiba dîtin, da dezgehên ragihandina gelek welatan behsê wê ken (biken - bikin). Belê (belêm) Kurdistan herçend ku bê ziman û dagîrkirîye gelek pişkên binaxa şaristanîya caran, wekî peydabûna xanîyan û beran û çandinê û vedîtina tiştên pir giran û fêrbûna çinîn û ristin û peyker (heykel) sazyê têda diyar dibin. Roja 26ê Gulanê careke dî çûme ser perêsgeha digel şandek (nûnêr) û wênegirê kanalê Dihokê yê wêneguhêza (televizyona) Kurdistanê û çend nivîser û roşinbîr (ronakbîr) û rojnamevanên Dihokê û bi kameraya TVyê hat wêne kirin (hate kêşan). (2)

Ebdulreqîb Yûsif

15ê Tîrmeha 1995ê

**  

[Dê dom bike]