Çilename - 2006
Ji
dawîya sala 2005an, ji meha kanûnê bûyer û mesaja herî giring mayî ji alîyê
xelkê Kurd û bi gitî bizava neteweyî ya Kurd ve hilbijartinên li Iraqê û
Kurdistana Başûr û mesaja serokkomarê Tirkîyeyê Ehmed Necdet Sezer ya
di derheqê sala nû da bû. Hilbijartinên Kurdistana Başûr û herweha yên
Iraqê, ji alîyê cepheyê Kurda ve kêm zêde di çarçoveyeke baş da
cereyan kir. Kurd bi piranî ve, di serî da du partîyên desthilatdar PDK û
YNK û partîyên dî, wekî yêk lîste ketin nav hilbijartinan. Eve hem ji alîyê
rûniştandina prosesa avakirina dewleta Kurdistanê hewce bû, hem jî ji
alîyê Iraqê ve jî daku giranahîya Kurdan bi tesîr be, giring bû. Tinê
Hereketa Islamî û Partîya Çareserîya Demokratîk bi lîsteyên serê xwe
ketin hilbijartinan ku ew jî nîşana plûralîst û demokratîk ya
Kurdistanê dikare bête hejmartin û dîtin… Di zemînê tehisok yê bi giştî
Iraqê da, heke Kurda hetta mumkun bi tifaqeke piranî hereket nekiriban, şik
têda nîne ku giranahîya wan di leyiza nav Iraqê da jî da sivik û bê encam
biba. Ji ber hindê hûr û gir partî û rêxistinên Kurda di nav koalîsyoneke
neteweyî da gihiştin hev ku eve pêkhatineke bi xêr bû ji bo paşeroja
xelkê Kurd û mayîndekirina destkevtên neteweyî. Partîyên desthilatdar û
yên opozisyonî yên Kurda, di vê yêkê da bi berpirsiyarîya neteweyî rabûn
ku divîyabû wisa jî kiriban. Ji ber hindê hewceyî pesindayîneke zêde nîne,
eve wezîfeya neteweyî bû, wan jî kêm zêde, bi kem û kurî jî be înan
cih. Partî û rêxistin û kesayetîyên bi xizmet û karûbarên xelkî û
neteweyî ve rabûyî divêt li hêvîya metih û senayê nebin, çiku binasên
hebûna wan ji xwe ev zemîn û xwastekên neteweyî ne…
Piştî ku serokwezîrê TCyê [Komara Tirkîyeyê] Teyîb Erdoxan li 9ê Tebaxa 2005ê li Diyarbekirê devê xwe sot û got ”Em pirsa Kurdî qebûl dikin”, mekanîzmayên tradisyonel yên TCyê ketin bizavê û ev gotina Erdoxanî pê dane xwarin… Erdoxan piştî axivtina xwe ya Diyarbekirê, ji ber fişara van derûdorên Tirkîst gotina xwe zivirande ser qaydeyê berê û wî jî dest pê kir got ”Hemû hevwelatîyên li Tirkîyeyê dijîn bê ferq û cudahî Tirk in. Em yêk milet, yêk dewlet û yêk ziman in…” Ev axivtina dawîyê ya Erdoxanî dihate manaya ku gotina xwe ya li Diyarbekirê bi kûrahî alîst, ya rastî leşkerîyê pê da alîstin…
Ji xwe di encama daxuyanîya MGKya [Şêwra Ewlekarîya Millî] dawîya kanûnê da jî, bi israr hate gotin ku ”dewleta TCyê, yêk netewe ye, yêk zimanî ye”… Di piştra jî serokkomar Ehmed Nejdet Sezer daxuyanîya xwe ya pîrozîya sala nû belav kir û wî jî dubare kir ku TC ”yêk dewlet, yêk milet, yêk ziman e”… Eve êdî bû nakarata mezinên TCyê. Kîjan rabû ev nakarata ji ber kirî, wekî benîşt cû… Sezerî binê hindek maddeyên makqanûna TCyê jî xîç kirin û bi hişkî got ku kes nikare vê hebûna yêkpareyî ya TCyê xirab bike… Sezerî wisa got: “Li goreyî makqanûna me, TC bi welat û neteweyê xwe ve yêkitîyek e ku naête parçe kirin û dewleteke yêkpareyî ye. Navê neteweyî, di vê gotina zelal ya rêberê mezin da wisa hatîye îfade kirin: ’Ji bo xelkê Tirkîyeyê ku Komara Tirkîyeyê [TC] damezrandîye, neteweyê Tirk tête gotin’… Tirkbûyîn huvîyetên etnîk inkar nake…”. [01 Çile 2006, Radikal]
Serokkomar
Sezer bi vê pîroznameya xwe ya serê salê berdevkîya TCya tradisyonel û hemû
kes û dezgehên Tirkîst dikir. Li goreyî wan, Kurd jî bî, Çerkez jî bî,
Laz, Ereb an Rûm û Ermenî jî bî, heke hevwelatîyê TCyê bî, Tirkî,
xilas û wesselam!.. Bi vî şiklî riberiza li ser ”huvîyeta serekî û
binekî” jî dihate birîn!.. Ji xwe li goreyî formûlasyona wan ”Kurdbûyîn,
Lazbûyîn, filan…” huvîyeta binekî ye, ”Tirkbûyîn” jî huvîyeta
serekî ye. Mezinên TCyê û medyaya statûkoperês hind ji xwe bawer ev îzaha
nû dubare dikirin ku li goreyî wan bi dîtina vî formûlî, pirsa ”huvîyetan”
jî dihate çareser kirin!. Bo wan gelek sanahî bû, ma çi pê ketîye, bila yên
bi huvîyetên binekî, rehet bêjin ”em Kurd in, Laz in, Çerkez in” lê
gava dor hate îfadekirina huvîyeta serekî, divêt herkes bi dengekî bilind bêje
”em Tirk in”!.. Maşallah!!! Çend çareyeke orîjînal peyda kirin bo vê
pirsa mezin ya Tirkîyeyê. Ya ji wan ve heke wan ev formûlasyona ”nû!”,
anku “bi huvîyeta binekî ve Kurd, bi huvîyeta serekî ve Tirk” da qebûl
kirin, pirs ji binî ve hel kir!.. Ew bi xwe ji vê yêkê wisa avneh in, ya ji
wan ve herkes jî avneh e, xilas û çû!.. Li vê derê êdî mantiqî îflas
kirîye û van mezinên TCyê bi rastî jî mejîyê xwe xwarine, aqilê xwe
berze kirine!.. Xwelîseran, gelo yêk Kurd, ji bilî yên ”spî”, dê vê
gotina wan qebûl bike!.. TC û mezinên wê, xwe jî, xelkê xwe jî dixapînin
û paşeroja xwe û ya welatê xwe reş û tarî dikin… TC û mezinên
wê, bi van bîr û hizrên pûç li ser korerêyeke bi tehlîke da ne… Dê
serê wan bi zinarê ”Berê Şine” bikeve û bi xusareke mezin hişyar
bin, lê dîyar e dixwazin biceribînin… Herçend Kurd dibêjine wan jî,
”hişyar bin li pêşîya we zinarê Berê Şine heye, hûn dê qoç
lê bikevin û mejîyê xwe belav bikin, lê mixabin ku xema wan nîne… Başe,
bi keyfa xwe ne… Dîyar e ku guhên xwe li nesîhetan girtine û dixwazin musîbet
bi serê wan bêt!.. Musîbeteke ecêb wêranker li pêşîya wan e… Hêj
korerê bi dawî nehatî, disa ve guh bidine Kurdan dê bo wan jî silametî
be…
Di
dawîya meha Çile da, encamên hilbijartinên Kurdistanê û Iraqê fermîyen
kivş bûn. Li goreyı vê ecamê lîsteya Kurda ya yêkgirtî 53 sandelî
bi des êxistin. Yêkitîya Islamî jî 5 sandelî… Heke Kurd bi tifaq bin,
hingê di parlementa Bexdayê da 58 sandelîyên wan dibin… Ev encama ku Kurda
standî, li goreyî encama hilbijartinên 30ê Çileya 2005an qederekê ketîye.
Kurdan di hilbijartinên dûmahîka Çileya 2005an da 77 parlementer derêxistibûn…
Vê carê 58. Ferq 18 ye û eve jî ne kêm e. Binas helbet gelek in. Hema di
serî da, vê carê nikarîn tifaqa xwe ya ewil biparêzin û Yêkitîya Islamî
ji nav tifaqê derket… Bivê nevê tifaqa Kurda ji nav ve birîndar bû û vê
yêkê hejmara rehîyan kêşa xwarê… Binasên admînîstratîv jî divêt
bêne hejmartin… Axir di encam da Kurd disa ve di bazara danana hukûmeta
merkezî da xwudan însîyatîv in û bêyî Kurdan danana hukûmetekê zor xuya
dike. Herçend trafîka danana hukûmetê ma ji bo meha Sibatê jî, belêm bi
ihtimaleke mezin Kurd û Erebên Şiî dê koalisyonekê çêkin, lê dibe
ku post û sandelîyên di hukûmetê da nikarin wekî berê biparêzin…
Serokkomarîya Celal Talabanî di şertên evro da û li goreyî konjonktûra
meha Çile di serê ihtimalan da ye û Celal Talabanî ji xwe namzetê hevpişk
yê Kurdan e ji bo serokkomarîya Iraqê… Di encam da, leyiza satranca Kurdan
û Ereban dom dike û dê pêkhatinek çêbe ku Kurd rewş û pozisyona xwe
saxlemtir bikin…
Di
meha Çile da, yêk ji bûyerên dî yên giring jî, pêkhatina yêkkirina
herdu hukûmetên Kurdan bû. Biryar hate dan û serok û mezinên PDK û YNKyê
jî tesdîq kirin ku hukûmeteke hevpişk pêkbêt… Eve belkî pêşhatineke
herî mezin û giring bû di nav meydana polîtîk ya Kurdên başûr da, ku
xelkê Kurd bi tevahî, li hemû parçeyan li hêvîya vê encamê bûn… Ji
ber hindê, ev pêşhatin bû binasê şabûna Kurda bi giştî û
helbet pozisyona Kurda ya di bazara digel Ereban da jî xurt kir… Tête hêvî
kirin ku ev reftara yêkgirtinî bête parastin û domandin…
Di
meha Çile da yêk ji bûyerên bi xem, kul û keser ya bi serê xelkê Kurd hatî,
”êşa mirîşka – nisaxîya firindeya – grîba firindeyan” bû.
Nisaxîyê ji bajêrkê Kurdistana Bakur, ji Bazîdê dest pê kir û li gelek
bajêr û bajêrkên Kurdistanê belav bû. Gava nisaxîyê li Bazîdê dest pê
kirî, hukûmeta Tirk, xemsarîyeke mezin nîşanda û li ser nesekinî…
Nisaxî sivik girt, xem nexwar. Ji maleke Bazîdî çar xwûşk û bira bi vê
êşê ketin û rakirin xestexaneya Wanê. Lê belê, wekî ev zarokên Kurd
hatine rêkirin, êdî direng hatibû man… Nisaxîyê ser ji wan standibû…
Li Wanê jî teşxîsên di cih da û rast nehatin kirin, di serî da hate
gotin ku ev zarok bi sarmayê ketine û zatûre bûne. Hem teşxîsên
şaş hatin danan, hem jî dermankirineke rast û durust nehate kirin.
Zarok bê sexbêrî man û ji wan sê mirin… Piştî mirin û bûyer di
medyayê da deng veda, hukûmet û berpirsiyarên dî ji nû ve bi pirsê ve mijûl
bûn… Lê helbet direng mabûn… Ev direngmayîna wan bi zanahî bû, bi
mexsed bû… Gava zarokên binemala ”Koçyiğit”an li Bazîdê bi vê
êşê ketî, hem daybabên zarokan, hem jî Şehridarîya Bazîdê, ku
di destê Kurdan da ye, bal kêşa ser dijwarîya nexweşîyê û gazî
li hukûmetê kir ku tedbîran bistîne… Belêm, wezîrê saxîyê Recep
Akdağ di beyanata xwe ya pêşîyê da got ku çu rîskeke ”Grîba
firindeyan” nîne û zarokên nexweşbûyî jî zatûre bûne… Çend
medyayê bal kêşa ser ”grîba firindeyan” jî, wezîr û serokwezîr
êrişî medyayê kirin ku goya medya panîkê derdêxe li nav welatî… Lê
kengî mirinan dest pê kir, hingê êdî guhên wan şor bûn û vê carê
jî bi rûçirî wisa got wezîrê saxîyê Recep Akdağ: ”Risk
mezin e…”. Lê piştî ku ji wan nisaxa sê xûşk û bira mirin, paşê
wezîr bi xwe hesîya ku bi rastî jî ”rîsk mezin e”!.. Ev reftara wezîr
û bi giştî hukûmetê bi timamî xemsarîyeke bi zanahî bû beramberî
xelkê Kurd. Çiku serkanîya nisaxîyê Kurdistan bû, tedbîr nehatin standin,
sexbêrîyeke rêkûpêk nehate kirin. Di encam da jî çar zarokên Kurd bi vê
êşa bêyûm mirin… Ya herî dilsoj jî, ji van çar mirîyan, sê ji
binemala ”Koçyigit” bûn. Babê biçûka Zekî Koçyigit, hêj biçûkên wî
ne mirî, di xestexaneya Wanê da, hawar dikir ku sexbêrîyeke baş li biçûkên
wî bête kirin… Zekî Koçyigit û jina wî digotin ku, çar zarokên wan di
xestexaneyê da razandî ne, lê hêj jî çu doktoran negotîye wan ku werin em
we jî kontrol û muayene bikin… Zekî Koçyigit û jina wî, mixabin sê
zarokên xwe gorî dane vê êşa bêyûm, lê ya rastî gorî dan sîstemê
nemirovî yê rejima Tirkîyeyê. Heke hêj di serî da hukûmetê xemsarî
nekiriba, nisaxî û rîskên wê neveşartiban, ev encama xemgîn jî
dernediket û Zekî Koçyigit sê biçûkên xwe berze nedikirin… Piştî
Zekî Koçyiğit sê biçûkên xwe gorî dan, zarokekî dî jî ji Bazîdê,
Fatma Özcan, dîsa ji vê nisaxîya ”grîba firindeyan” mir…
Hukûmeta Tirk,
ya Erdoganî [AKP], dezgehên dî yên fermî giringî nedane bajêr, bajêrk û
gundên Kurdistanê. Reftara wan
polîtîk bû. Di zivistana dijwar da, Kurdistan, bi taybetî jî bajêrk û
gund mane di bin befreke giran da, belêm rê û rêbar nehate vekirin, ji befrê
nehate paqij kirin. Gelek nisax ji ber girtina rê nikarîn nisaxên xwe bigihînin
xestexaneya [nexweşxaneya]. Direng mayîna nisaxa hem ji ber girtina rê û
rêbarê, hem jî ji ber neşandin, anjî direng şandina ambûlansan bû...
Zekî Koçyiğit sê biçûkên xwe ji ber vê xemsarîya hukûmetê û
berpirsiyarên fermî, bi taybetî walî, qaymeqam, çiku ev berpirsiyarên
mezin yên bajêr û bajêrkan, yêkser girêdayî wezîrê karê navînî ne,
dane axa sar... Dayre û dezgehên hukûmetê bi xelkê bêçare ra mijûl nebûn...
Şehridara Bazîdê Muqeddes Kubîlayê
jî dîrekt bal kêşa ser vê xemsarîyê û got ku binasê sereke ew e ku
ji ber Kurdbûyîna navçeya me, hukûmet guhê xwe nade van deran... Eve destnîşankirineke
giring bû. Hukûmetê bi taybetî û bi reftareke polîtîk û zanyarane kar û
hevkarîya hewce nekir bo navçeyê ku rê li ber vê nisaxîyê bête girtin.
Xelk agahdar û serwext nekir. Xelkê xwecih seda 90 Tirkîya niviskî nizanin.
Seda 70-80 jî bi Tirkî axivtinê nizanin. Xelk divîya bû ku bi Kurdî bêne
agahdar û serwext kirin, bi Kurdî broşûr û materyalên dî hatiban
hazir kirin û belav kirin û herweha bi rêya radyo û televizyona bi zimanê
Kurdî xelk hatiba hişyar kirin beramberî vê nisaxîya dijwar. Li ser vê
yêkê, şehridara Bazîdê Muqeddes Kubîlayê wisa gotibû: „Di demên
wisa da baştirîn rê ew e ku xelkê agahdar bikin. Ji nîvîyê pitir ji
130 hizar xelkê xwecih bi Tirkî nizanin. Heke ew bi Kurdî neêne agahdar
kirin, dê çawa bi wan bidin zanîn ku rewş gelek dijwar e?.. [15 Çile
2006, Politiken, nûçeyê Pola Rojan, ji Bazîdê]. Li milê dî vê nisaxîyê
derbê mezin li xelkê feqîr û reben da. Xelkê navçeyê ji bo hewcehîyên
xwe mirîşk, qaz, sone û eleloka xwudan dikin û ji goşt û hêkên
wan istifade dikin, an difiroşin, anjî bi xwe dixwin û pê debara xwe
dikin. Piştî nisaxîyê, tiştê ku hukûmetê kirî, rakirina fermana
firindeyan bû. Şûna ku tedbîrên tibbî bistînin, mal bi mal gerîyan
û çi heywanên bi per û bask yên xelkê hene hemû jê standin û bi awayên
hov qir kirin. Helbet heke nisaxîyeke vegir hebe, komkirin û serjêkirina
mirîşk û heywanên dî jî dibe, belêm axir bo vê jî divêt metodên
sihhî bêne bi kar înan û herweha zerar û zîyana xelkê bête razî kirin...
Lê hukûmetê rêya herî sanahî da berxwe û tinê heywanên bi per û bask
qir kirin, hem jî wehşîyane... Li ser vê yêkê jî şehridara Bazîdê
Muqeddes Kubîlayê wisa digot: „Di navçeyê da bi giranî bê îş û
karî heye û xelk mirîşk û hêka difiroşe ji bo hewcehîyên xwe.
Ji ber hindê jî xelk nabêje wezîfedarên fermî ku heywanên wan yên
firinde hene û teslîmî wan nakin... [15 Çile 2006, Politiken, nûçeyê Pola
Rojan, ji Bazîdê].
Di
encama feqîrî, Kurdbûyîn û xemsarîya bi zanahî ya hukûmeta Tirk, Zekî
Koçyigit û jina wî Marîfetê sê biçûkên xwe yên gihiştî gorî
dan. Ewil Mehemet Elî [14 salî], piştî wî çar roja xwûşka wî ya
mezin Fatma [15 salî] û rojekê piştî Fatmayê jî xwûşka biçûk
Hulya [11 salî] li xestexaneya Wanê ji ber vê êşa mirîşka [grîba
firindeyan] mirin. Biçûkê wan yê çarê Elî Hesen [6 salî] jî piştî
razan û dermankirineke dirêj ya di xestexaneya Wanê da gihişte saxîya
xwe û wekî zarokekî êkane ma di destên daybabên xwe Zekî û Marîfet Koçyigitê
da... Elî Hesen bi şans bû, sax ma lê mixabin ku du xwûşk û
birayek yên ji xwe mezintir berze kirin, bêyî wan ma bi tek û tinê… Piştî
mirina sê biçûkan û xema wan ya giran, serokwezîrê hukûmeta Tirk ji nû
ve bi xwe dihese, ku hevkarîya Zekî û Marîfeta daybabên wan sê zarokên
mirî, bike. Malê dinyayê ne zarokên wan paşve tîne, nejî xem, kul û
kesera wan kêm dike, ji halê radike. Lê belê, mixabin ku canê feqîr û
heke ew can jî yê Kurd be, dest nagihinê, hevkarî digel naête kirin. Piştî
xemsarî û nesexbêrîya bi zanahaî û dana bedelên giran, dirêjkirina destê
hevkarîyeke reklamî gelo çend ehlaqî ye divêt riberiz li ser bête kirin...
Bazîd
hêj jî ji teref hukûmetê ve bi başî naête sexbêr kirin, tedbîrên rêgirtina
li ber vê nisaxîya vegir naêne girtin. Cîhaz, alet û hewcehîyên ji bo
saxkirina vê nisaxîyê naêne rêkirin bo xestexaneya Bazîdê. Piştî
mirina sê biçûkên mala Koçyigita, bi mirina Fatma Özcana 12 salî, Bazîdê
çar gorî dane vê nisaxîya xedar û xemsarîya sîstemê bêdad û nemirovî
yê dewleta Tirkîyeyê. Ji ber ku xelkê Bazîdê li xwe, li huvîyeta xwe ya
Kurdîtîyê derdikeve, ku ji hilbijartinên 1999ê were şehridarî di destê
Kurdan bi xwe da ye û Muqeddes Kubîlay ji refên Partîya Civakî ya Demokratîk
şehridar e, Bazîd û xelkê Bazîdê ji alîyê dewletê ve têne ciza
kirin û ji hemû îmkan û hewcehîyên dewletê têne bêbahr kirin. Ev e rûyê
nemirovî û antî Kurd yê rejima kolonyalîst ya dewleta Tirkîyeyê beramberî
xelkê Kurd û Kurdistanê... Belêm şik têda nîne ku jîyê [emrê] zulmê
dirêj nîne û ev rejim û xwudanên vê rejima nemirovî dê di demekî ne dûr
da bedelê van kiryarên xwe yên hovane bidin û ji Kurdistanê bêne derêxistin...
Di
dawîya meha Çile da, ev pirsa „êşa mirîşka“, „nisaxîya
firindeyan“, anjî „grîba firindeyan“ mixabin ketibû binê rêza rojeva
dewleta Tirkîyeyê... Yên mirî ji kîsê xwe çûbûn!.. Çerxa dewletê
dizivirî...
Di
rojên dûmahîkê da deng ji Kurdistana Başûr hat ku li wê derê jî du
kes li bajêrên Ranya [Tîjan Evdilqadir, 15 salî, 17ê Çile] û Silêmanîyê
[Hama Sur Evdila, mamê kiçika mirî, Tîjan Evdilqadirê, 27ê Çile] bi vê
nisaxîyê ketine û mirine... Li goreyî çapemenîya Kurdistana Başûr,
hukûmeta Kurdistanê îmkanên xwe seferber kirine û çi hewceye tête kirin
ku nisaxî belav nebe...
Meha
Çile bi bûyer, qewimîn, pêşhatin û pêşkevtinên baş, nebaş,
bi xêr û xezeb timam bû. Ji alîyê Kurda ve tayê terazîyê yê bi başî,
xêr û qencîyan ve tijî, girantir bû û eve jî qazanceke mezin bû ji bo
roja tête jîyan û paşeroja xelkê Kurd... Hêvî dikin ku rojên bên jî
bi xêr û bêr bidomin...
ROJAN
HAZIM