ROJAN
HAZIM
Kurd
pêkve behsê tengavîyên van rojên ku em têda dikin. Ji kîjan baskê polîtîk
bin ferq nake, di xaleke hevpişk da jî digihin hev: Kurdistana Federal di
bin fişara dewletên cîran yên wekî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da ye
û divêt hemû Kurd vê destkevtê biparêzin. Dewleta Tirk serkêşî û
organîzatorîya vî cepheyê bêyûm yê antî Kurd û antî Kurdistan dike,
lewma dijî Tirkîyeyê divêt têkoşîneke xurt bête dan. Tirkîye van
roja fişareke hind bêhnçikêr tîne ser Kurdistana Federal ku behsê dagîrîyê
jî dike. Îran û Sûrîye jî ji cepheyên xwe carna, wekî Îranê kirî, bi
êrişkarîya dîrekt ya leşkerî, piranî jî bi provakasyon û têkvedanên
ajanwarî, destdirêjîya xwe di nav başûr da didomînin. Tirkîyeyê
referandûma Kerkûkê jî, ku divêt îsal bête kirin, bo xwe kirîye hêceta
gef û gurên xwe yên leşkerî. Ji xwe digel ku PKK-KKKyê agirbes îlan
kirîye û sadiqî biryara xwe ye jî, belêm dîsa ve Tirkîye operasyonên xwe
di dereceya herî dijwar da didomîne. Bi giştî li ser bizava neteweyî ya
xelkê Kurd zulm û zoreke mezin heye. Amerîka û Ewrûpa jî, digel ku piştevanîya
bizava heq ya xelkê Kurd dikin, lê bi vekirî reftareke xurt û saxlem dîyar
jî nakin beramberî Tirkîyeyê û hetta bi hindek kir û kiryarên xwe ve jî
destekê didine Tirkîyeyê, anku di nav paradoksê da ne û Tirkîye ji vê
pozisyona wan bi qazanca xwe îstifade dike.
Li
ser vê xalê, li seranserê Kurdistanê, di nav Kurdan da hizirîneke hevpişk
heye. Belêm mixabin ku Kurd jî di nav paradokseke kûr da ne. Li milekê, bi
tarz û rengên cuda jî be, analîza rewşê kêm zêde wisa dikin, li mile
dî jî, her kes û her alî gurzê xwe cuda dihejînin. Hal ew e ku, gava rewşa
xelk û welat têda bi giştî, nêzîkî hev hate analîz kirin, hinge divêt
reftareke hevpişk jî bête pêşxistin. Lojîka polîtîka bizavên
neteweyî û demokratîk ev e; analîza nêzîk, anjî ya wekî hev, di pratîkê
da jî nêzîkbûnê, bi hev ra hereketkirinê tîne, anjî divêt bîne. Lê di
pratîka Kurdan da berevajî encam dide û heke ji felaketê bête behs kirin,
esas felaket jî ev e! Ji ber ku, ev reftara negatîv, keysê herî mezin dide
dijmin ku qabilîyeta manewraya xwe ya fetisandin û têkbirina bizava neteweyî
ya xelkê Kurd, zêde û mezintir bike. Bo nimûne Tirkîye di van roja da ji vê
berbelavîya Kurda û negatîvîtîya Amerîka û hindek dewletên Yêkitîya
Ewrûpayê ya beramberî PKKyê, îstifadeyeke mezin dike û di nav hewildanên
xirabtir e ku di destpêkê da plane xwe yê tengkirina dora bizava neteweyî ya
xelkê Kurd di qazanca xwe da bibe serî. Êriş û girtinên li hindek
welatên YEyê, Tirkîyeyê ber bi dijwarbûn û êrişkarîyê ve teşwîq
dike. Kurd li hêvîyê ne ku Amerîka û YEyê Tirkîyeyê ber bi demokratîzasyonê
û dana mafên xelkê Kurd ve teşwîq bike, belêm mixabin ku ev operasyonên
li cografyaya YEyê pêktên bereks encam didin û bi kêrî êrişkarîya
Tirkîyeyê tên.
Di
nav vê hercûmercê da, karê ku divêt bête kirin, nav çi dibe ferq nake,
avakirina zemînê hevrayî yê hêza neteweyî ya xelkê Kurd û xelkên
Kurdistanê ye. Biçûk mezin hemû organîzasyonên polîtîk, yên kulturî û
hunerî, ronakbîr û polîtîkerên serbixwe û xelkê Kurd û herweha xelkên
hevqeder yên li Kurdistanê, divêt qedera xwe ya hevpişk pêşbêxin
û li çareyên hevpişk bigerin. Kurdên li her parçeyî, herçend li
goreyî şertên xwe têkoşîneke taybetî bidin jî, divêt rê û
metodên di eleyhê hevdu da jî bi kar neînin. Li goreyî rewş û şertên
xwe polîtîka kirin, ne maniê polîtîka hevrayî ya neteweyî ye.
Îro
bi taybetî rewşa Kurdistana Federal û pirsa bizava neteweyî ya xelkê
Kurd ya li bakur gelek aktuel e û tête riberiz kirin. Tirkîye gelek aşkera
hemû kartên xwe yên antî Kurd û antî Kurdistan di vî zemînî da bi kar tîne
û hem Amerîkayê, hem YEyê, hetta rêvebirîya Kurdistana Federal jî dide
zorê ku çembera li dora rêvebirîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya bakur
bişidînin û adeta bikine toka mirinê. Polîtîka Tirkîyeyê ya di vî
warî da gelek lêhbok û bi entrîka ye û bi sere lêva jî be dixwaze bêje;
“heke hûn dixwazin başûr hebe, bakur feda bikin”, ku eve planekî
gelek qirêj û wêranker e. Lewma di vê rewşa nazik da, di serî da Kurd
divêt mekanîzmayên xwe yên dîyalog û hevgirtinê di dereceya herî bilind
da aktîve bikin û bi vê hêza xwe ya hevgirtî jî hem Amerîka û YEyê hişyar
û serwext bikin ku nebine pal û piştên vî planê Tirkîyeyê yê qirker
û birandêr, hem jî rê li ber wan bigirin. Heke ev plane Tirkîyeyê biçe
serî, “başûr“ jî nagihe rehetîyê. Heke Tirkîye gihişte
mexseda xwe û “bakur“ kire firavîn, divêt neête ji bîr kirin ku dê
“başûr“ jî bike şîv!. Tête hêvî kirin ku Kurd pêkve vê
rastîyê bibînin û hevgirtin û armancên xwe yên mezin yên neteweyî fedayî
hisabên biçûk nekin û çeperê yêkgirtinîya neteweyî zûtirîn dem ava û
saxlem bikin. Garantîya her parçeyê Kurdistanê, parçeyên dî bi xwe ne.
Garantîya Kurda hêza yêkgirtî ya navxweyî ye.
14
Sibat 2007