paşve

 

Xweşbînî, xweşnebînî û bûyerên Şêxan

 

ROJAN HAZIM

 

Bi bûyerên li navçeya Êzidîyan, li Şêxana Kurdistana Federal qewimî, li 14 heta 16yê Sibatê, careke dî kivş bû ku ”xweşbînî” di nav civata Kurd da di dereceya herî kêm da ye. [Şêxan çarêkek dûrî qibleya Êzidîya, perêsgeha Heca wan, Lalişê ye.]. Binasên nebûn anjî kêmîtîya ”xweşbînî”yê di nav civatan da, ji baskê sosyokulturî, sosyoekonomîk, sosyopolîtîk heta rewş û poziyona dînan, gelek faktor hene. Civatên ji alîyê ekonomîk, sosyal û kulturî ve pêşveçûyî û tekamilîya xwe ber bi modernîyê ve bilind kirî, rîzîkoyên ji kanên kevnare dizên mînîmalîze dikin. Belêm civatên paşvemayî, ji alîyê xurafe û tradisyonên kevnare ve mişt tijî ne û adeta hatine dorpêç kirin. Ji xwe heke tevnê sosyolojîk yê civatekê hêj jî, bi giranahî ve, bi re û mûreyên eşîrî û feodalî û dînperêsîyê ve hatibe raçandin, kevneperêsîya giştî adeta hakimîyeta xwe ava dike. Di vî sîstemê kevnare da rola zihnîyeta mêrşahî jî ekstra dibe hêzeke negatîv û di encam da bûyerên kadastrofal derdikevin meydanê. Mixabin ku ev zemînê negatîv bi zêdehî ve heye di nav civata Kurd da. Ji ber statûya kolonyalîzmê, êrişkarîya dijminên çaralî û têkoşîna bi giştî neteweyî ya dijî dijminê derve, Kurd pirs û pirsgirêkên nava civata xwe bi kûrahî nabînin, li goreyî normên rastîya zanyarîya modern bi objektîvî analîz nakin. Kurd wekî xelkekî mexdûr, mixabin ku di nav xwe da jî dibin binasê gelek mexdûrîyetan. Ji ber pragmatîzma negatîv ya polîtîk û organîzasyonî, sîstemên kevnare yên civatê bi çavekî zanyarane û rasyonel naêne dîtin û ji ber hindê jî tesîrên van kanên negatîv naêne pûç kirin anjî kêm kirin. Çav lê girtin û peçinîna bûn û bûyeran adeta bûye tarzek û eve jî dibe binasê mezinbûna pirsgirêkên nava civatê û roj têt ew ”îhmala” bi zanyarî hatîye kirin, wekî varîlê gaza givaştî dipeqe!. Di bûyera Şêxan da jî ev ”bêberpirsiyarî”ya civatê û berpirsiyaran gelek aşkera tête dîtin. Tengbînî û teessûbîya dînî, eşîrbazî, zihnîyeta mêrşahî û serreqîya tradisyonel ya mêrê Kurd û bêberpirsiyarîya sîstemê îdarî, bûne binasê bûyerên gelek trajîk li Şêxanê.

Di vê bûyerê da tinê faktorê dîn derkete pêş û hema em jî li ser wê rawestin: Îslam û di nav îslamê da jî mezhebê Sunnî serdest e di nav civata Kurd da. Kurdê musulman xweşbînîyê nîşanî Kurdê nemusulman, bo nimûne Kurdê Êzidî, nade. Kurdê musulman yê sunnî xweşbînîyê nîşanî Kurdê nesunnî, bo nimûne, Elewî, nade. Hemû Kurdên bawerîyê bi dînekî esmanî tînin jî xweşbînîyê nîşanî Kurdên ateîst û xwezabawer nadin. Kurdên musulman xweşbînîyê nîşanî hevwelatîyên xwe yên Kurdistanê yên File, Cihû û Bûdîst nadin. Helbet em generalîze nakin, belêm zihnîyeta piranîya hakim wisa ye û dîroka dûr û nezîk ya civata Kurd û Kurdistanê bi van nimûneyan ve tijî ye.

Tengbînî, tinê xwe hizirîn, hêzperêsî, statûkoperêsî, berjewendîperêsî, keysperêsî û desthilatperêsî dibe merkez û kana negatîvîyeta mirov û di encam da jî ji bo parastina vî sîstemê neheq, mêrşahî û bêdad, şiddet tête bi kar înan. Mêrekî Kurd û musulman, bi kevneperêsîya dînî, bi serreqîya mêrşahî û eşîrî, heq di xwe da dibîne ku şiddetê li ser jina xwe, kiça xwe bi kar bîne, heq di xwe da dibîne ku wê bikuje!.. Ev bûyera Şêxan, ji bilî kevneperêsî û xweşnebînîya îslamî ya beramberî Êzidîtîyê, divêt ji alîyê serdestîya zihnîyeta mêrşahî û edetên kirêt û kevnare yên di nav civatê da jî bête riberiz û biha kirin. Helbet bi taybetî di vî demê gelek nazik da, ku Tirkîye, Îran û Sûrîye dixwazin bêhnê li xelkê Kurd çik bikin, wekî faktorên derve yên negatîv, roleke bêyûm dileyizin ku civata Kurd têkvedin, provakasyona pêkbînin û yêkitîya xelkê Kurd jar û lawaz bikin. Belêm tinê ji vî alî ve lênêrîn bi gotina herî sade, kem e. Rast e xelkê Kurd mexdûrê van dewletên cîran e, belêm civata Kurd di nav xwe da jî xwudan mexdûr e. Tovên xweşnebînîyê, antîdemokratîzmê, mêrşahîyê hindî hûn bêjin zêde ne di nav civata Kurd ya evro da. Di bûyera Şêxan da jî derkete meydanê ku kevneperêsîya îslamî û serreqî û zihnîyeta mêrşahîyê bi hev ra civata Kurd têkveda, serûbin kir û yêkitîya neteweyî jî adeta dînemît kir. Du mexdûr bûne armanca vê zihnîyeta kevneperêsîya îslamî û zihnîyeta mêrşahîyê: Kurdên Êzidî û jina Kurd. Bager û pêleke şiddet û teroreke nedîtî li ser Êzidîyan û jina Kurd hate rakirin. Serê jina Kurd hate birîn, mal, avahî û mabedên Êzidîyan hatin kavil û wêran kirin. Eve encameke gelek trajîk e. Vêca Kurd divêt di serî da mexdûrîyeta di nav xwe da çareser bikin, xwe demokratîze bikin, kultura xweşbînîyê di nav xwe da serdest bikin. Kurd divêt civata xwe bi zihnîyeta demokratîk û xweşbînîyê ve tijî, ji nû ve ava bikin. Hakimîyeta mutleq ya piranîyê ya antî demokratîk di her warî da civatê birîndar dike, paşve dihêle. Xweşnebînîya beramberî kêmanîyên dînî, etnîkî, cinsî û bawerîyên zanyarî di nav civata me da mixabin ku domînant e. Dijî vê bêtehemmulîyê, vê xweşnebînîyê divêt xebat û têkoşîneke zanyarane ya hevrayî bête kirin. Heke ji seferberîyekê bête behs kirin, divêt dijî xweşnebînî, zihnîyeta mêrşahî, fanatîzm, dogmatîzm û tabûîzma dînî û sosyotradisyonel ya bi giştî ya di nav civatê da, seferberîya perwerdekirin, hişyarkirin, serwextkirin û agahdarkirinê bête dest pê kirin.

ROJAN HAZIM

25 Sibat 2007

serî