Mixabin ku mirov carna mecbûr dibe ku li ser hindek mijar û babetan dubare hetta belkî dehbare raweste. Di serê van mijaran da jî ziman têtin. Belêm divêt westan jî nebe û car bi car bizivirne ve ser vê pirsa zimanî. Giringîya vê dubareyîyê ji rewþa pratîk ya zimanî têt. Li ser zimanî tesbîtên teorîk gelek bi comerdî têne kirin. Giringîya ziman, hebûna ziman, pêkhatina ziman, pêþhatin û pêþkevtina ziman û gelek detayên dî yên zimanî bi kûrahî û firehî têne gotin û nivîsîn. Di serê her tiþtî da ”hebûna zimanî” wekî ”hebûna îdentîtêtê” tête îfade kirin, îzah kirin û gotin ku tesbîteke rast û di cih da ye. Xelkek an neteweyek di serî da bi zimanê xwe tête nas kirin û ew ziman jî bi hebûna wî xelkî an neteweyî tête bi nav kirin. Ev rastîyên zimanzanî û zimannasîyê hema bêjin giþtî ne û ûnîversel in. Li milê dî , ziman wekî elementekî sereke yê ”îdentîtêt”ê û ”aletê têkilî, têkgihiþtin û danûstandinê” roleke jîyanî dileyize di jîyana mirovahîyê da. Di hemû giriftarî û serûbinbûnên mirovahîyê da ziman jî tesîrên negatîv dibîne û bi ber gelek reng eriþkarîyan dikeve. Her di serî da, terefê domînant û êriþkar zimanê xwe li ser terefê ”mexdûr” ferz dike û hem desthilata xwe ya sosyopolîtîk û sosyoekonomîk serdest dike, hem jî zimanê xwe li ser zimanê terefê mexdûr hakim dike û zimanê alîyê mexdûr ca an yêkser hildigire bin zeptûrepta qedexetîyê, anjî di nav prosesa desthilata xwe da li ber aþê asîmîlasyonê dihêre û di nav bi giþtî sîstemê xwe da dihelîne. Di dîrokê da bi sedan nimûneyên bi vî rengî hene ku gelek ziman digel xelkên xwe hatina helandin û birandin û tehwîlî nav rûperên dîrokê hatine kirin. Hema nimûneya herî balkêþ zimanê Sumerî û xelkê Sumer bi xwe ye ku ji teref xelkên dî ve hatîye helandin û birandin. Sumer ku di jîyana mirovahîyê da cara pêþîn ”nivîs” peyda kirine û bi vê dîterîya [keþf] xwe ve xizmeteke mezin kirine ji bo mirovahîyê, belêm mixabin ku li ber çerxa bêbext ya helandin û birandina zaliman nikarîne xwe jî û zimanê xwe jî biparêzin û jînde bihêlin. Vêca xelkê Kurd jî cîranên Sumeran bûne û ew jî, ji van êriþkarîyên helandin û birandinê bêbahr nemane û hatîye xwastin ku Kurd û zimanê wan Kurdî jî wekî Sumer û Sumerîyan bikeve nav rûperên dîrokê û ji jîyanê rabe. Digel ku bab û bapîrên Kurda berî Îsa [BÎ] dewlet û împaratorî avakirine û demekî dirêj hukmek ajotine li ser axa xwe, lê belê bi taybetî piþtî Îsa [PÎ] bi ber pêlên êriþên dewlet û xelkên dagîrker û talanker ketine û adeta wekî livaya ber jena kûrincî ji hev hatine belav kirin. Di van demên tarî da, xwudan desthilata xwastine ku Kurdî ji jîyana gundewarîyê pêve bi kar neêt û berpêyên bi kar înana zimanî teng kirine, nehêlane ku Kurdî di nav jîyana xwandewarîyê da bi kar bêt ku pêþbikeve. Belêm xelkê Kurd di nav vê jîyana hatîye teng kirin û dorpêç kirin da jî berxwedaneke balkêþ nîþandaye û di warê axivtinê da, di têkilîyên sosyoekonomîk û sosyokulturel da bi israr bi kar înane, xêr û þerê xwe, þîn û þahîya xwe bi zimanê xwe kirîye û bi vê rika xwe jî hem xwe bi edet û tradisyonên xwe yên qedîm parastine, hem jî zimanê xwe jînde hêlane û di nav vê çembera mirinê da jî bi zimanê xwe yê axivtinê, folklor û edebîyateke devkî afirandine. Vêca gava li vê maceraya ketûraba xelkê Kurd tête nêrîn, Kurdî wekî ziman bûye çeperê herî xurt û saxlem yê berxwedana xelkê Kurd. Xelkê Kurd bi jîyana xwe ya tradisyonel, bi sîstemê xwe yê eþîrî, bi boþbûna nifûsa xwe zimanê xwe parastîye. Dagîrkeran û kolonyalîstan, daku Kurd hiþyar û serwext nebin, daku Kurda di bin nîrê sîstemê xwe yê zordar da bigirin, gelek bi zanahî û sîstematîk di nav jîyana paþkevtî û gundewarîyê da hêlane û dergehên xwandin û perwerdegarîyê li ser girtine û adeta xwastine dinyayê li wan tarî bikin. Ew hizirîne ku bi vî rengî zimanê Kurdî dê bihele û di nav beraþên sîstemê asîmîlasyonîst da bête hêran û bibe ar û hevîrê zimanê wan yê serdest. Lê Kurda rêyên jînde hêlana zimanê xwe peyda kirine û huner û her reng edebîyat bi devkî afirandine û bi vî þiklî hem zimanê xwe, hem jî xwe parastine û jînde hêlane û polîtîka asîmîlasyonîst pûç û betal kirine. Heta vê dereceyê ji alîyê xelkê me ve hertiþt kêm zêde baþ çûye û digel hizaran asteng û dijwarîyan dîsa ve di kanalê normalîyê da herikîye. Belêm kengî reng û rûyên jîyanê hatine guhorîn, tarzên nû derketine, sîstemên cudatir bi kar hatine, jîyana tradisyonel serûbin bûye, gundewarî û eþîrî veresîyaye, çerxa jîyana bajêrwarî û sîstemê perwedegarî û jîyana sosyal ya desthilata dagîrkerî û kolonyalîzmê bi hemû mekanîzmayên xwe yên helandin û birandinê ve aktîvtir û dînamîktir bûye, hingê êdî îmkan û keysên parastina zimanî jî teng bûne û çerxa asîmîlasyonê adeta bêhn li zimanê xelkê mexdûr çik kirîye. Evro zimanê xelkê mexdûr, xelkê Kurd, zimanê Kurdî di vê rewþê da ye. Gerçî tehlîkeya birandina zimanê Kurdî nemaye, çiku têkoþîna xurt û berfireh ya leþkerî li bakur hêz û sîstemekî polîtîk derêxistîye beramberî dewleta Tirkîyeyê û di warê weþangerîya elektronîk da îmkanên nû afirandine û têne bi kar înan û bi vê yêkê hem þuûra Kurdbûyînê hatîye geþ kirin, hem jî Kurdî wekî ziman hatîye fonksîyonel kirin û helbet li milê dî jî bi taybetî bi avabûna dewleta federal ya Kurdistana Baþûr jî zimanê Kurdî, hem li ser axa xwe, hem jî li cîhanê fermîyet wergirtîye û êdî bûye zimanê perwedeyê. Ji xwe gava zimanek gihiþte sîstemê perwerdegarîyê êdî mirina wî zimanî nabe û çerxa perwerdeyê zimanî, ziman jî perwerdeyê têr û jînde dike û bi vê sîrkûlasyonê ziman di timamî jîyanê da fonksîyonel dibe û jînde dimîne ku îro li parçeyekê jî be vê prosesa pozîtîv dest pê kirîye û eve bi serê xwe nîþana jîndebûn û jîndemana zimanê Kurdî ye.
Belêm li alîyê dî, tehlîkeya tengavkirina zimanê Kurdî bi taybetî li parçeyê herî mezin yê Kurdistanê, anku li parçeyê di bin dagîrîya Tirkîyeyê da hêj jî aktûel e û polîtîka asîmîlasyonîst ya dewleta Tirkîyeyê bi tarzên kevn û modern didome. Kurdî hêj jî armanceke polîtîk e ji bo xelkê Kurd li bakur. Kurdî axivtin hêj jî rîskên mezin digel xwe tîne. Hêj jî bi bedelên giran Kurdî tête axivtin. Di warê axivtinê da hêj jî normalîzasyonek pêknahetîye. Ji xwe hemû rê li ber bi kar înana zimanî di warê perwerdegarîyê da girtîne. Çerxa asîmîlasyonê bi hemû reng û rûyên xwe ve û bi xedarîyeke nedîtî tête domandin. Guhorînên van salên dawîyê jî rûavkî dimînin û ji xwe ew jî di pratîkê da tûþî hizaran asteng û giriftarîya tên. Zimanek heke di nav dem û salan da, di warê perwerdegarîyê da neête bi kar înan, ew ziman dîsa ve di nav dem û salan da jar û lawaz dibe, pêþve naçe. Zimanek heta hetayê bi zimanê devkî li ser pêya namine. Xwûn û oksîjena jîndemana zimanî warê nivîskî ye û perwerde ye. Gerçî her bi çi awayî be hewildanên bi kar înana zimanî ya di warê nivîsînê da hebûye, belêm axir ne di wê dereceya bilind û têr û tijîkirina zimanî da bûye. Ji serê sedsala bîstan û pêve nivîskarîya Kurdî gavek pêþvetir çûye û ji salên 1930î pêve jî hemleyeke berbiçav hatîye kirin di warê nivîsîna Kurdî da. Lê Kurdî di nav sîstemên perwerdeyê da nehatîye bi kar înan. Heke em ”hûbûn” anjî ”fêrbûn”a di nav sîstemên ”medrese”yên ku binkeyên xwandina dînî bûn, danin alîyekê, cara ewil li nav Kurdên dîasporaya Kafkasyayê û di nav sîstemê Yêkitîya Sovyetan da û ji salên 60î pêve jî li parçeyê baþûr bi kêm û kasî jî be fermîyen di nav sîstemê perwerdegarîyê da hatîye bi kar înan. Li Îranê, li parçeyê rojhilat jî ziman çu cara di warê axivtinê û weþangerîya devkî ya radyovanîyê da nehatîye qedexe kirin, belêm di warê nivîsînî da rê nehatîye dan ku Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeyê û pêþbikeve. Li parçeyê Sûrîyeyê jî ziman tinê di warê axivtin û kêm jî be di çarçoveya nivîskarîya edebîyat û xebatên weþangerîya polîtîk da maye. Heke em her çar parçeyên Kurdistanê bidine ber çav, hem di warê axivtin û afirandêrîya huner û edebîyata devkî da, hem jî di warê nivîsînê da Kurdan þerekî dijwar û bedelên mezin dayne. Belêm di dinyaya îro ya pêþkevtî da, di dinyaya îro ya zanyarî û teknolojîya herî bilind da, zimanek heke nekeve nav sîstemê perwerdeyê, pirtûkên zanyarîyê bi wî zimanî neêne nivîsîn û di perwerdeyê da neêne xwandin û bi kar înan, ew ziman paþdikeve û ji alîyê gotin, bêje û term û îdyoman ve jar û lawaz dibe û her diçe feqîr dibe. Feqîrîya zimanekê ya di warê perwerdegarî û zanyarîyê da rengekî mirina wî zimanî ye. Vêca Kurdî wekî ziman, bi taybetî li parçeyê herî mezin yê Kurdistanê, li bakur di nav rewþeke hinde xirab, kavil û wêran da ye. Dewleta Tirkîyeyê aþê asîmîlasyonê hind bi hostahî bi kar tîne ku, îro nifûsa Kurdên tinê Tirkîaxêv, anku Kurdên ku zimanê xwe nizanin, anjî ji bîr kirine her diçe zêde dibe û heke bi vî rengî biçe, dê ji hejmara Kurdên Kurdîaxêv, anjî Kurdên ku bi zimanê xwe diaxivin, zimanê xwe dizanin jî zêdetir bibe. Dewleta Tirkîyeyê çerxa asîmîlasyonê wekî polîtîkeke sereke bi kar tîne li ser Kurdan û encamên li goreyî dilê xwe jî bi dest ve tîne. Ji milekê ve demografîya Kurdistanê serûbin dike, ji milê dî ve mengeneyê li ser ziman diþidîne û bi rêya teknolojîya ragihandina bihîserî û bînerîyê hakimîyeta Tirkî xurttir dike. Îro li Kurdistanê koþeyek, gund anjî mezrayek nemaye ku televizyon lê nebe. Dewlet daku televizyon bikeve nav malên Kurdan, þebekeya elektrîkê kêþayne her kujîyê Kurdistanê. Dewlet bi zanahî hemû dezgehên medyaya elektronîk û di serî da jî televizyonan teþwîq dike, ji alîyê malî ve subvanse dike ku weþangerîya Tirkî bi ekranên televizyona ji nav mala Kurdan kêm nebe û bi program û fîlmên mejîþo jî Tirkî hakim dike. Ji xwe nihe jî polîtîkeke nû dayne dest pê kirin û fîlmên herî bê kalîte bi aksanê Tirkîya Kurdistanê diweþînin û navên aktor û aktrîsta jî Kurdî dadinin û bi vê rêyê Kurdan diçikilînin ber ekranên televizyona bi Tirkî. Ji bo teqwîyekirina vê polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst, metodên leþkerî, polîsîye, qanûnî û ekonomîk jî heta dawîyê bi kar tînin ku bi kar înana Kurdî kêm bikin. Ji xwe kanên afirandêr û parêzer yên Kurdî, gund û jîyana eþîrî hema bêjin hatine balev kirin. Jina Kurd, ku ji ber rewþa kolonyal ya Kurdistanê û sîstemê antîdemokratîk û paþvemayî yê sosyoekonomîk û sosyopolîtîk, di mal da ye, ew jî bi kursên sinet û hunera desta û ya herî giring jî bi rêya televizyonê hilgirtine bin terora axivtina Tirkî. Kurd ji çaralî ve hatine ablûka kirin ku zimanê xwe bi kar neînin. Digel vê zulma nedîtî jî Kurd helbete berxwedidin û zimanê xwe bi kêm û kasî jî be, bi birîndarî û perîþanî jî be bi kar tînin. Xelkê sade di nav vî agirê sojer yê sîstemê asîmîlasyonîst da hemû hewilan dide û rika xwe ya axivtina Kurdî didomîne jî. Lê eve têra nake. Di vî warî da rol û wezîfeya sereke ya pêþengên xelkê ye. Pêþengîya hem di warê polîtîk da, hem jî ya di warê ronakbîrîyê da heke layiqen neête bi kar înan, Kurdî tinê bi axivtina piranîya xelkê sade naête parastin. Objektîven ronakbîr bi hejmareke kêm jî bin di warê nivîskarî û weþangerîya bi zimanê Kurdî da di nav bizavekê da ne û hemleyan dikin, belêm ew jî heta dereceyekê dibe. Ji ber ku sîstemê kolonyalîst yê dewleta Tirkîyeyê hemû mekanîzmayên xwe di dereceya herî bilind da aktîve dike û van kar û xebat û hemleyên ronkabîrîya Kurdî marjînalîze dike. Dimîne pêþengîya polîtîk ku objektîven ew jî ji bo bi kar hatina zimanê Kurdî têkoþîneke taybetî didin, bi kêm û kasî jî be medyaya xwe ya polîtîk bi kar tînin. Lê belê, ji bo xelkê sade û hêza ronakbîrîya Kurdî mazeretên objektîv hene ku taqet û þiyana wan têra nake ku zimanê Kurdî di warê perwerdeyê da hakim û fonksîyonel bibe. Ji ber ku, îro hêj jî bi kar înan zimanê Kurdî ya di warê axivtinê da, armanceke polîtîk e û digel vê bi kar înana zimanî ya di warê perwerdegarîyê da jî herwisa armanceke polîtîk e. Ev rol û wezîfeya polîtîk di serî da dikeve ser milê pêþengîya polîtîk. Hêza polîtîk bi armanca guhorîna sîstemê kolonyal, azadkirina xelkê û rizgarkirina welatî di nav têkoþînê da ye û hatina desthilata polîtîk bo xwe kirîye armanc ku eve di îddîaya polîtîk da karekî normal e. Pêþengîya polîtîk ya ku di îddîaya desthilata polîtîk da ye, divêt hemû þiyana xwe aktîve bike ku zimanê Kurdî lezînen di warê axivtin, nivîsîn û perwerdegarîyê da bigihîne dereceya bi kar înana pratîk. Di vê yêkê da mixabin ku bi giþtî zeafek heye û pêþengîya polîtîk gelek aþkera kêm dimîne û çu mazeretên vê kêm manê jî lojîken nînin. Ji xwe çerxa asîmîlasyonê di dereceya mirandinê da tête domandin. Li ber vê tearruza dewleta Tirkîyeyê ya di warê asîmîlasyonê da, kar û xebatên ji teref pêþengîya bi gîþtî Kurdî ve têne kirin kivþ e ku têra nakin û gelek lawaz dimînin. Li ber asîmîlasyona dewletê bîst û çar seet hawarkirin êdî ne çare ye û bi serê xwe zeîfî ye. Pêþengîya polîtîk tinê þerê dijî dijmin sewq û îdare nake, herweha rê û rêbarên îdarekirina xelkê xwe jî peyda dike û di pratîkê da realîze dike. Di þertên evro da karê di rê birina xelkê xwe da, wezîfeya sereke jîyandina zimanê Kurdî ye. Kurdî divêt tinê di nav kuçe û kolanan da nemîne, bikeve nav sîstemê bi giþtî perwerdegarîyê û mekanîzmayên îdarî. Kurdî axivtin divêt hilkeve dereceya bilind û bibe xwudan statû. Her di serî da pêþengên xelkê Kurd divêt bilaîstîsna hemû karûbarên xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî bikin ku ji bo xelkê xwe jî bibine nimûneyên pozîtîv. Xelkê sade têne ber pêþengên xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî diaxivin, lê pêþengên wî xelkî bersiva xelkê xwe bi zimanê dewleta dagîrker û kolonyalîst didin. Eve bêsîyanetkirina zimanê xwe ye, bêqedirkirina Kurdî ye, eve li zimanê xwe heqaret kirine, eve li pêþ xelkê xwe biçûkkirina zimanê xwe ye. Eve nîyet çi dibe bila bibe, xizmeta asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê kirine. Navê vê bedbextîyê jî otoasîmîlasyon e, anku xwe bi xwe asîmîle kirine. Li vê derê, divêt reftara bi berpirsiyarî rabûna beramberî zimanê Kurdî þaþ neête têgihiþtin û mana kirin. Di vê reftarê da ”antî Tirkîtî” anjî dijminahîya zimanê Tirkî kirin nîne. Helbet zimanê Tirkî em bixwazin nexwazin heta demekî dirêj dê di jîyana Kurdên Kurdistana Bakur da bi giringî xwudan rol be û esasen Tirkî zanîn jî ne sûc anjî guneh e. Bi gotina herî sade zimanê dijiminê xwe zanîn jî hewce ye. Li alîyê dî, zimanê Tirkî jî, zimanekî bîyanî ye û zanîna wî zimanî jî zêdehîyek e û Tirkî jî wekî hemû zimanan xwudan sîyanet e. Belêm, tiþtê ku tête xwastin û gotin, Kurd beramberî rejima kolonyalîst ya Tirkîyeyê þerê hebûn û nebûnê, têkoþîna man û namenê didin û di vê prosesa þer û tekoþînê da ”ziman” yêk ji armancên polîtîk yê têkoþînê ye. Çiku dewleta Tirkîyeyê, hem xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê bi israr di bin desthilata sîstemê xwe yê kolonyalîst da digire, hem jî zimanê xelkê Kurd, zimanê Kurdî, bi hizar reng qedexeyan dixwaze di nav sîstemê xwe yê kujer da asîmîle bike. Dewleta Tirkîyeyê bi zimanê xwe, anku bi zimanê Tirkî, zimanê xelkê Kurd, zimanê Kurdî, dihelîne. Dewleta Tirkîyeyê di vê polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst da, zimanê xwe, anku Tirkî, bi kar tîne. Ji ber ku zimanê Tirkî di vê ekuasyonê da aletê asîmîlasyonê ye, li pêþ çavê Kurd ne zimanekî sempatîk e, bereks zimanekî antîpatîk e. Dewleta Tirkîyeyê bi polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst zimanê xwe jî li ber xelkê Kurd reþ û kirêt kirîye, nevînî û nehezî peyda kirîye di bîr û hizir û wijdana xelkê Kurd da û herweha dewleta Tirkîyeyê bi vê polîtîka xwe ya nemirovî neheqîya herî mezin li zimanê xwe jî kirîye. Vêca di nav vê rastîyê da, gava Kurd jî radibin zimanê xwe sivik digirin û edetê Tirkî axivtina xwe didomînin, bivê nevê dikevin çeperê domînantîya zimanê Tirkî. Lewma Kurd, belêm bi taybetî pêþengên Kurd di nav paradokseke mezin û kûr da ne. Hem ji bo azadkirina xelkê xwe, bo rizgarkirina welatê xwe têkoþînê didin, bedelên giran didin, roj têt canê xwe feda dikin, belêm di betalkirina polîtîka asîmîlasyonîst ya dewleta dagîrker û kolonyalîst da, bi gotina herî sivik xwe þaþ dikin. Pêþengîya ronakbîrî be anjî ya polîtîk be, herçend wekî term hewayekî negatîv dide jî, lê axir ”otorîte” bûne. Ev otorîte divêt otorîtetîya xwe, helbet bi reng û metodên demokratîk, di pratîkê da nîþan bide û zimanê Kurdî di hemû xelekên jîyanê da aktîv û domînant bike. Eve berpirsiyarîya herî mezin û pîroz e beramberî xelkê xwe, beramberî armanca xwe, beramberî îdealên xwe û beramberî doza azadkirin û rizgarkirina Kurd û Kurdistanê. Vêca ji alîyê teorîk ve gotina giringîya Kurdî îro manayeke mezin nade, çiku ew baþ tête zanîn. Hewceyî ji nû ve dîterîya [keþfa] Amerîkayê nîne!. Kurd hene, zimanê wan heye, Kurdî îdentîtêta neteweyê Kurd e û filan û bêhvan!.. Îro roja pratîkê ye. Helbet realîteyek li pêþ çavê me ye, dewleta Tirkîyeyê bi hemû hêz û þiyana xwe rê nade ku Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdegarîyê. Lê eve wezîfeyên me ji halê ranake. Pêþengîya bi giþtî Kurdî, divêt di hemû dem û dezgehên xwe da, di hemû têkilî û danûstandinên xwe yên organîzatîv, ferdî û weþangerî da zimanê Kurdî serdest bike. Normalîzasyona bi kar înana zimanê Kurdî di serî da divêt di cîhana pêþengîya Kurd da bête dîtin. Gelek konkret heke bête gotin, bi taybetî li nav welat û li dîasporaya Tirkîyeyê, li Stanbol, li Ankara û bajêrên dî yên Tirkîyeyê, hemû organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk yên Kurda, divêt zimanê xwe yê sereke bikine zimanê xwe, anku zimanê Kurdî. Di axivtina rojane da, di kombûn, semîner, sempozyûm, konferans û kongreyan da, di têkilîyên dualî da, di weþangerîyê da û di hemû karûbarên hunerî, sosyal û kulturî da divêt zimanê xwe, zimanê Kurdî bi kar bînin. Di vî warî da yêk rola mezin jî dikeve ser milê þehridarên Kurdistanê ku heta îro mixabin ku karê zimanî layiqen ne kirine û gelek li paþ mane. Þehridarî desthilatên navçeyî ne û ji gelek alîyan ve xwudan îmkan in. Helbet astengên polîtîk, leþkerî, polîsî û huqûqî yên îdareya merkezî hene û eve rê li ber gelek kar û xebatên þehridaran digirin. Lê li alîyê dî, þehridar dikarin di nav þertên heyî da afirandêr bin û rê û îmkanan peyda bikin û hemû çeper û dîwarên sîstemê merkezî bidine zorê û ji nav vê hercûmercê xizmetan derêxin. Þehridarên Kurdistanê, li goreyî þert î îmkanan divêt di serî da rû û rûmet û sîyanetê bidine zimanê Kurdî û di têkilîyên xelkê yên di derheqê xizmetguzarîya þehridarîyê da Kurdî pêþ bêxin û xelkê teþwîq bikin ku di serlêdanên þehridarîyê da Kurdî bi kar bînin û bi cisaret Kurdî biaxivin.
Di encam da, heta ku pêþengîya bi giþtî Kurdî, bi xwe di bizava bi kar înana zimanê Kurdî da micid [ciddî] nebe, nikare xelkê jî qani bike û herweha nikare rê li ber pêla tsunamîst ya asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê jî bigire. Di vî warî da pêþengîya bi giþtî Kurdî gunehkar e û divêt zûtirîn dem xwe ji vê zeaf û paradoksê xilas bike û hemleya bi kar înana zimanê Kurdî bide dest pê kirin û hemû hêz, þiyan û otorîteya xwe bi kar bîne ku Kurdî di warê axivtin, weþangerî, perwerde û hemû baskên jîyanê da layiqen bi kar bêt. Zimanê Kurdî namire, belêm heke ev tarzê li Kurdistana Bakur neête guhorîn, Kurdî dê jar û lawaz be, feqîr û perîþan be û nifûsa Kurdên Tirkîaxêv dê her bo her zêde be û eve jî mal xirabkirin û mal wêrankirina xwe bi xwe ye û av kêþana ser aþê asîmîlasyona dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirkîyeyê ye, anku otoasîmîlasyon e. Hêj rê nêzîk e û divêt pêþengîya bi giþtî ya Kurdî ji vê þaþîya xwe vegere û rêya rast û maqûl bide ber xwe ku ew jî pêþxistina zimanê Kurdî ye, rûmetdayîna zimanê Kurdî ye, bisiyanetkirina Kurdî ye, qedr û qîmetdayîna Kurdî ye, jîndekirina Kurdî ye, di pratîkê da bi kar înana zimanê Kurdî ye ku eve hemû pêkve jî avakirina neteweyê Kurd û dewleta Kurdistanê ye. Li ser vê biryardarîyê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], di kombûna xwe ya giþtî ya 6. ya li 13-14 Gulana 2006ê da pêkhatî, biryareke di cih da wergirt û “komisyona ziman û perwerdeyê” damezrand û ji bo vê komîsyonê jî çar wezîfeyên lezîn kivþ kirin:
1. Daku zimanê Kurdî di her xeleka jîyanê da serdest be û pêþ bikeve û herweha di nav dewletên ku Kurdistan dagîr kirî da bête fermî kirin, digel hemû rêxistin û dezgehên neteweyî, kampanyaya zimanê Kurdî bête organîze kirin.
2. Têkilî û ragihandina navxweyî ya bi name, bang, vexwandin, e-mail, fax û hwd. bi zimanê Kurdî be.
3. Digel cih û dayreyên Yêkitîya Ewrûpayê [YE] yên bi ziman û perwerdeyê ve mijûl, peywendî bête danan daku zimanê Kurdî li goreyî formên YEyê bibe xwudanê statûyeke fermî di xwandingehan da.
4. Komisyon hewil bide ku kes û alîyên bi ziman û perwerdeya bi zimanê Kurdî ve girêdayî bîne nik hev ku hem ziman û materyalên perwerdeyê bêne standart kirin, hem jî pirtûkên zarokan bêne destek kirin.
Vêca ev çarçoveya giþtî helbet dikare di nav kar û xebatên paþerojê da bête zengîntir, têr û tijîtir kirin. Lê belê, heke bi taybetî Kurdên ji Kurdistana Bakur, di serî da zimanê xwe, zimanê Kurdî, ji meydanên diasporayê bigirin heta Kurdistanê, di nav jîyana rojane, jîyana kar û hemû bask û xelekên jîyanê da fonksîyonel nekin, gelek aþkera zerar û zîyaneke mezin dê bigihînin doza xwe, doza xelkê Kurd, doza Kurdistanê û bi vê xemsarîyê dê paþeroja xelk û welatê xwe, paþeroja hebûna xwe tarî bikin. Divêt her Kurd berpirsiyarîya xwe ya di vî warî da bîne cih, xemxwarê doza xelkê xwe, doza welatê xwe û doza zimanê xwe be, daku rê li vê bêpersiyarîya di warê zimanê Kurdî da li bakur tête kirin, bête birîn. Esasen hem bi damezrandina “komisyona ziman û perwerdeyê”, hem jî bi tewsîye û biryarên wergirtî, KNK, dibe tercumana bîra Kurdîtîyê û wijdana neteweyê Kurd îfade dike. Tête hêvî kirin ku bi taybetî di warê bi kar înana zimanê Kurdî da, þûna xemsarîyê, xemxwarî bigire, li þûna bêpersiyarîyê, berpirsiyarîya neteweyî cih bigire. Li dinyayê yêkem nimûne Kurd in ku hem þerê dagîrîyê û kolonyalîzmê dikin, têkoþîna avakirina welatê xwe didin û di eynî demî da jî beramberî nîþana sereke ya hebûna xwe, anku zimanê xwe hinde xemsar dimînin. Eve jî paradoksa me Kurdan e mixabin, belêm helbet ne qeder e û divêt ev xûyê þaþ û kirêt û hind jî bi tehlîke, bête terk kirin û jîyan pêkve bête Kurdîze kirin!. Tika ye, beramberî zimanê xwe, beramberî zimanê Kurdî, beramberî nîþana hebûna xwe, beramberî îdentîtêta xwe ku ew jî zimanê Kurdî ye, bi berpirsiyar bin!.
ROJAN HAZIM
Hezîran 2006