paþve

                                                 Li ser kampanya û seferberîya axivtina Kurdî

                                                

ROJAN HAZIM

 

Axivtina li Kombûna 12ê Tebaxê li Kölnê

Gelî beþdaran, berpirsiyarên rêxistinan û kesayetîyên hêja,

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê hûn vexwandin bo vê kombûnê û hûn hemû bi xêr hatin. Spas û mala we ava ku hûn beþdarî kombûnê bûne.

Berî ku ez li ser naverok û armanca kombûnê biaxivim, bi destûra we dixwazim agahîyeke kurt li ser KNK û komisyona ziman û perwerdeyê bidim. KNKyê kombûna xwe ya giþtî li 13-14yê Gulana îsal kir. Di wê kombûna giþtî da li ser bi giþtî zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî hate rawestan û ev rewþa trajîk ya bi taybetî li bakur û dîasporayê hate tesbît kirin û li goreyî vê hewcehîyê biryara damezrandina komisyonê hate dan. Komisyonê jî kombûna xwe ya pêþîn di 8ê Tîrmehê da kir û digel çend biryarên giring, biryara vê kombûnê jî da. KNK bi giþtî, di wê bawerîyê da ye ku bi hemû pirs û pirsgirêkên neteweyî ve mijûl be û ji bo çareserîyê jî însîyatîvê werbigire û di nav pratîkeke xurt da be. Li ber vê perspektîvê KNK û wekî organ komisyon gihiþte wê bawerîyê ku di þertên evro da pirsa neaxivtina zimanê Kurdî li bakur û dîasporayê, hatîye dereceya alarmê û di warê li ser rawestîn û çareserîyê da lezînîyeta xwe nîþandide û ji ber hindê jî ev pirse hilgirte serê rojeva xwe. KNK û komisyon wekî hemû karûbarên neteweyî, li ser vê pirsê jî dixwaze karekî kolektîv derêxe meydanê û ji ber vê yêkê jî hûn beþdarên hêja vexwandin vê kombûnê ku hem însîyatîv, hem jî îradeyeke hevrayî bête nîþandan û organîze kirin… Formê organîzebûnê helbet dê bi hev ra bête kivþ kirin. KNK bawer dike ku dê ji vê kombûnê di bin koordînasyona KNKyê da organîzebûnek derkeve…

Belê, nihe em bêne ser niyet û armanca me. Ev kombûne ji kîjan hewcehîyê derket? Belkî bête pirsîn!. Heke bi yêk hevokê bête gotin; kakilê mexseda me bi vê kombûnê, ”pirsa zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî” ye!. Em dizanin ku heta nihe gelek kombûn û kar li ser vê pirsê hatine kirin, belêm mixabin çu encamên ku li hêvîyê tête man nehatine dîtin.

Binasên vê yêkê çi ne û çi garantî heye ku ev hingave jî wekî yên berê nebe?.

Belê, pirsa aktûel ev e. Me xwast em digel we hemûyan li bersiva vê pirsê bigerin.

Mijara me kivþ e û em dixwazin di vê kombûnê da jî li ser pirsa zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bi firehî rawestin û encameke têrker, konkret û pratîk derêxin meydanê.

Rewþa zimanê Kurdî, ya perwerdeya bi zimanê Kurdî çi ye, di nav kîjan þertan da ye, asteng û giriftarî çi ne, kêm zêde têne zanîn. Belêm heke destûra we hebe, em dixwazin hema bi kurtî jî be panoramayê dubare pêþkêþî we bikin.

Di hemû parçeyên Kurdistanê û meydana fireh ya dîasporayê da, perwerdeya bi zimanê Kurdî kamilen û di hemû prosesa xwandinê da nîne. Kurdistana Baþûr îro bûye dewlet, belêm hêj jî perwerde bi timamî xelekên xwe ve ne Kurdî ye. Li dibistana seretayî xwandin bi Kurdî ye, lê li lîse û ûnîversîteyê hêj jî perwerde di branþên pozîtîv da bi giranî bi Erebî û Ingilîzî tête dan. Anku zimanê Kurdî di prosesa perwerdeyê da hêj jî bi timamî nehatîye rûniþtandin. Helbet binasên objektîv yên kêm mana vê yêkê hene, lê belê dîsa ve binasê sereke subjektîv e anku ji kêmîya xwe bi xweyî derdikeve, anjî bi gotina vekirî Kurd bi xwe kêm mane di vî warî da. Lê li alîyê dî zimanê Kurdî li Kurdistana Baþûr di pratîkê da domînant e, hem li nav malê, hem li derveyî mal, li bazarê, li kuçe û kolana, li çayxaneya û axir di her xeleka jîyanê da, pêkve jîyan bi Kurdî ye, zimanê çerxa dewletê fermîyen Kurdî ye û helbet eve bi serê xwe pozîtîvîyek e… Halîhazir problema li baþûr bikarnehatina alfabeya latînî ye û perwerde bi giranî bi alfabeya bi tîpên Erebî tête kirin. Gerçî wan jî dest pê kirîye û hêdî hêdî alfabeya bi tîpên latînî tête bi kar înan… Helbet pirsa zaravayan jî dom dike û hêj harmonî û ahengek nehatîye pêkînan di vî warî da… Anku li Kurdistana Baþûr zimanê Kurdî, zimanê jîyanê ye, zimanê fermî ye, belêm di sîstemê perwerdeyê da hêj jî kêm dimîne… Em dê li ser vê yêkê jî helbet rawestin…

Li parçeyê rojhilat, zimanê Kurdî di axivtina rojane da, di jîyana pratîk da, di malê da, li derveyî mal, li bazarê û hemû rûyên jîyanê bi kar têt. Belêm di nav sîstemê perwerdeyê da Kurdî nîne. Eve jî encama hakimîyeta sîstemê kolonyalîst e. Dewleta Iranê rê nade ku Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeyê, anku qedexetîyeke fermî heye û eve bi serê xwe negatîvîyek e. Lê li alîyê dî çi nivîskî be, çi bihîserî û bînerî be, di medyayê da Kurdî bi kar têt ku eve jî pozîtîvîyek e.

Li parçeyê rojavayabaþûr, anku li parçeyê di bin dagîrîya Sûrîyeyê da jî rewþ kêm zêde diþube rojhilat. Dewleta Sûrîyeyê jî rê nade ku Kurdî fermîyen di nav sîstemê perwerdeyê da bi kar bêt. Belêm li nav jîyana rojane û pratîk Kurdî bi kar têt, anku jîyan bi Kurdî tête jîyan.

Rewþa herî kaotîk û malxirab li bakur û heta dereceyekê li meydanên diasporayê ye. Li Kurdistana Bakur, dewleta Tirkîyeyê polîtîkeke hind xedar û asîmîlasyonîst bi kar tîne ku, adeta bêhn li zimanê Kurdî tête çik kirin. Qedexetîya bi salan dîsa ve bi giþtî, hem bi metodên kevn, hem jî bi yên nû dom dike. Kurdî di axivtina rojane da hêj jî bi tirs tête bi kar înan, ji xwe di nav sîstemê perwerdeyê da qet nîne û weþangerîya bi Kurdî tête kirin jî di bin sedan fiþar û astengên dewletê da ye. Anku rewþa zimanê Kurdî, ya perwerdeya bi zimanê Kurdî li bakur bi serê xwe trajîk e û ziman di nav çerxa nînekirinê da ye. Dewleta Tirkîyeyê daku zimanê Kurdî pêþnekeve, her bo her paþbikeve, feqîr, jar û lawaz bibe, çi hewce ye dike û aþê asîmîlasyonê gelek xeddarane bi kar tîne. Dewlet esasen þerekî dijwar û mezin beramberî zimanê Kurdî dide. Daku zimanê Kurdî nekeve nav sîstemê perwerdeyê du xalên ku teklîfa guhorîna wan jî naête kirin, [maddeyê 3. û 42ê] danayne makqanûna xwe. Ew guhorînokên makyajî yên di demê namzetîya endametîya YEyê da hatine kirin jî hûn baþ dizanin ku di pratîkê da hatine betal kirin. Dewletê bi doz û dadgeh, bi polîs û leþker û pêkve burokrasîya xwe ve, hemû mekanîzmayên xwe bi kar tîne ku ev çend guhorînokên hatine kirin jî di pratîkê da bi kar neên… Dewlet bi çerx û mekanîzmayên xwe yên fermî û nefermî ve zimanê Kurdî hilgirtîye binê ablûkayeke mezin ku Kurd zimanê xwe ji bîr bikin, di jîyanê da bi kar neînin. Eve bi hemû reng û rûyên xwe ve li meydanê ye…

Lê li alîyê dî, Kurd bi xwe jî zimanê xwe  bi kar naînin. Nihe em têdigihin, saheyên fermî yên dewletê li Kurdî hatine girtin, baþe saheyên jîyana kesînî ya Kurd çi lê hatine?. Pirs ev e û divêt em bi baldarîyeke mezin li ser vê yêkê rawestin. Saheya Kurd bi xwe jî evro bi Tirkî tête jîyan. Baþe çi li nav malê hatîye, çi li kuçe û kolana hatîye, çi li bazarê, li kirîn firotinê, li kiryarîyê, li çayxaneyan hatîye ku Kurd di van saheyên xwe da jî Tirkî diaxivin?. Timam, zor û zulma bi salan ya dewletê, sehma vê polîtîka dijminane û bedelên giran xelk çavtirsandî kirîye û tirs jî haletekî mirovî ye û tête têgihiþtin. Perwerde jî bi Tirkî ye, medya bi bombardûmaneke nedîtî Tirkî dibarîne ser xelkê, eve jî rast e û encamên van kiryar û pratîkan çeperên Kurdî axivtinê didine zorê û meydana Kurdî axivtinê teng dikin. Lê ji bilî vê yêkê, bi giþtî çu îzaha neaxivtina Kurdî nîne. Kurd di vî warî da xemsar in û vê xemsarîya xwe didomînin. Kurd bi vê reftara negatîv, xwe bi xwe asîmîle dikin, anku li paralelî aþê asîmîlasyona dewletê, aþê otoasîmîlasyonê jî Kurd xwe bi xwe li ser xwe digêrînin û mala xwe bi destê xwe disojin, kavil û wêran dikin. Di normalîyê da Kurd bi giþtî, dijî vê zulma dewleta Tirkîyeyê, divêt refleksa Kurdî axivtinê nîþan bidin, belêm mixabin vê jî nakin. Nimûne û binas gelek in û em naxwazin zêde demê we bigirin ku ji xwe di vê kombûnê da ev pirse bi hemû rûyên xwe dê bête riberiz kirin, gotûbêj kirin.

KNK li encameke wisa digere ku bi hev ra çareyeke lezîn peyda bikin ku qet nebe ev xûyê þaþ yê Kurdî neaxivtinê ji halê rakin. Di gava pêþîn û lezîn da divêt bal bête kêþan ku Kurdî bête axivtin. Helbet em hemû dizanin ku zimanek heta hetayê bi axivtinê li ser pêya namîne, divêt bikeve nav sîstemê perwerdeyê. Jîyandina zimanekê bi sîstem û prosesa perwerdeyê dibe. Ji xwe em hemû þerê vê yêkê didin ku Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê. Lê dîsa ve em baþ dizanin ku eve karê demekî dirêj e. Lewma di vê gava lezîn da, heke prosesa Kurdî neaxivtinê jî bête rawestandin û berevajî kirin û Kurdî axivtin bête domînant kirin, bi serê xwe qazanceke mezin e. Evro li nîveka cografyaya Kurdistanê, li du navçeyên xwerû Kurd û ji tesîra asîmîlasyonê nisbîyen dûr, li Hekarî û Bohtan jî hema bêjin kêm maye ku Tirkî axivtin ser ji Kurdî axivtinê bistîne û eve divêt bibe alarma sor ji bo paþeroja Kurdbûyîn û Kurdistanê. Dewleta Tirkîyeyê êdî kreþ û bexçeyên zarokan li Kurdistanê zêde kirine ku zaroka ji yêk û du salîyê pêve hem jî herwe û ji kîsê dewletê wergire nav sîstemê asîmîlasyona xwe û nifþên nû bi Tirkî bigihîne û bi vî rengî Kurdî bide ji bîr kirin.

Bi kurtî evro li Kurdistana Bakur bi zêdehî ve û li Stanbol, li Izmir, Mersîn, Edene, Ankara, Konya û bajêrên dî yên Tirkîyeyê ku meydanên herî mezin yên dîasporaya Kurdî ne, di jîyana rojane da jî bi Tirkî tête axivtin. Kurd, bi Tirkîya bi aksanên bajêr û bajêrkên xwe diaxivin û vê yêkê bo xwe dikin cudahîyek!. Diyarbekirîyek ”gelisen-gýdisen”ê, Urfayîyek ”siye demiþem”ê, Wanîyek ”gardaþ”ê, Elezîzîyek ”kakoþ”ê bo xwe dikin taybetîyên bajêrên xwe!. Eve di eslê xwe da digel asîmîlebûnê herweha dejenerebûnekê jî nîþandide.

Em dizanin ku di destê me da gopalê sihrî nîne ku em vê çûyîna wêranker di sanîyeyekê da berevajî bikin. Lê belê, divêt çareyeke pratîk jî bête dîtin ku bi israr em bala xelkê xwe bikêþin, hiþyar û serwext bikin ku ev çûyîne çûyîna mirinê ye ku li xwe vegerin. Çu þablon di destê me da nînin û di rastîyê da me nexwast ku em çarçoveyeke vebirî danin ber we jî. Helbet rêzepêþniyarên me hene û me bi niyeta firehkirina perspektîva bi giþtî pêþkêþî we jî kirine, lê berî her tiþtî KNK dixwaze çareyekê digel we, bi hev ra peyda bikin û bi hev ra jî bêxine nav pratîkê. Belêm em dixwazin di gava pêþîn û lezîn da li ser axivtina Kurdî ya di jîyana rojane da hemleyekê bikin, seferberîyekê bidine dest pê kirin û bi van reng kampanya û bizavan xelkê xwe bi micidahî hiþyar bikin ku di jîyana xwe ya kesînî û rojane da Kurdî biaxivin. Hema wekî îronîyekê em dixwazin behs bikin: Dewleta Tirkîyeyê di salên 30î da Kurdî axivtin bi quruþan ciza dikir. Gelo em xwe bi xwe jî bi ”quruþan” ciza bikin ku Kurdî biaxivin!. Helbet em çu metodên zaptîyeyî pêþniyar nakin û çu mueyyîdeyên me jî nînin. Lê belê, em wekî KNK hemû xelkê me gazî berpirsiyarîyê dikin: Belê, bi rastî BERPIRSIYARÎ!.. Tiþtê ku ji me têt ev e; xwastina BERPIRSIYARÎyê!.. Hiþyarî, balkêþan, hiþtarî û pêkve ”mueyyîde”ya me ev e; BERPIRSIYARÎ!.. Beramberî Kurdîtîyê berpirsiyarîya herî mezin Kurdî axivtine. Tika ye bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxivin!.

Careke dî spas ku hûn hatin û we bi sebir guhdarîya me kir.

Û dubare silav û rêz!.

ROJAN HAZIM

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

12ê Tebaxê 2006, Köln

**

Ev nameya li jêr min bi navê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê nivîsî û bi nav û îmzaya serokê KNKyê Elî Yigit rêkir.

Bruksel, 10 Tebax 2006

Bo Olli Rehn

Komîserê karûbarê firehbûna Yêkitîya Ewrûpayê

Bo Matti Vanhanen

Serokwezîrê Fînlandê û serokê Konseya Ewrûpî

Wekî hûn jî car bi car dibêjin, dewleta Tirkîyeyê di vê prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê da wacibên xwe, hem bi giþtî, hem jî spesîfîken di pirsa Kurdî da, bi cih naîne. Di vê çarçoveyê da, bi giþtî hewcehî û xwastekên xelkê Kurd adeta di rojeva dewleta Tirkîyeyê da cih nagirin. Hem bi têkoþîna xelkê Kurd, hem jî bi fiþara Yêkitîya Ewrûpayê hindek guhorînokên qanûnî li ser perwerdeya zimanê Kurdî hatine kirin, belêm ew jî di çarçoveya ”kursên taybetî” da maye û daku ew jî di pratîkê da neête bi cih înan, hizaran astengên burokratîk, cizayî, polîsî û leþkerî derdêxin pêþîya xelkê Kurd.

Dewleta Tirkîyeyê hêj jî di pirsa zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî da normalîzasyonek pêkneînaye. Bi kar înana zimanê Kurdî bi serê xwe hêj jî dibe binasê girtin û hefsan. Xwastina perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî hêj jî wekî sûcekî terorîstî tête qebûl kirin û di warê perwerdeyê da jî çu hisab li ser zimanê Kurdî naête kirin. Dewleta Tirkîyeyê bi hemû rê û metodan polîtîka asîmîlasyonê bi israr didomîne. Ne rê dide ku Kurd bi xwe hindek gava biavêjin û xwandingehan ava bikin û perwerdeyê bidin, nejî bi xwe tiþtekê dike. Pirsa perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji teref dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kilîl kirin û asê kirin. Mixabin ku Yêkitîya Ewrûpayê jî di vî warî da ji çend gotin û krîtîkên dîplomatîk pêve tiþtekê nake û ev rehaveta YEyê cisaretê dide dewleta Tirkîyeyê ku þekala xwe bixuþukîne û nêzîkî çareserîyê nebe.

Dewleta Tirkîyeyê astengên qanûnî hêj jî ranekirine. Di serî da astenga herî mezin makqanûn bi xwe ye û maddeyên 3yê û 42ê gelek aþkera rê nadin perwerdeya bi zimanê Kurdî. Lê belê, ji bo guhorîna van maddeyan ne dewleta Tirkîyeyê mûyê xwe dilivîne, nejî YEyê fiþarê dibe ser Tirkîyeyê. Ji bilî van maddeyên makqanûnê jî, qanûnên cizayî jî hene û ji xwe bi derêxistina ”qanûna dijî terorê” jî asteng û barîyerên li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin xurt kirin.

Wekî hûn jî dizanin, zimanek heta hetayê bi axivtinê li ser pêya namîne û nikare li ber çerxa asîmîlasyonê jînde bimîne. Jîna zimanekê bi perwerdeyê dibe. Ziman û perwerde wekî sîstemekî jînê hevdu timam dikin û bi vê sîrkûlasyonê hem jînde dimînin, hem jî pêþve diçin. Dewleta Tirkîyeyê gelek bi zanahî naxwaze ku zimanê Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeyê ku zengîn nebe, bi pêþ nekeve, her di warê axivtinê da bimîne ku di nav dem û salan da jar û lawaz û feqîr bimîne û hêdî hêdî jî ji tedawûlê rabe. Ev pratîka dewleta Tirkîyeyê divêt bo we xerîb nebe û ji alîyê we ve gelek ron û zelal bête zanîn.

KNKyê xwast ku vê rewþa negatîv bîne bîra we ku dewleta Tirkîyeyê, di nav prosesa endametîya YEyê da, ji teref we ve bi israr û mueyyîde bête hiþyar kirin û fiþara li ser neête sist kirin. Em naxwazin gavê seetê li ser nifûs, cografya û dîroka xelkê Kurd û Kurdistanê agahîyan bidin we. Ji ber ku hûn jî waqifî van fakta ne. Tiþtê ku KNK bi navê xelkê Kurd ji we daxwaz dike ew e ku hûn dewleta Tirkîyeyê bi norm û krîterên xwe ve serwext bikin, ku qedexe û astengên li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî bi timamî rake û zimanê Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da fermî bike û ji dibistana seretayî heta ûnîversîteyê perwerdeya Kurdî bike nav programa perwerdeya dewletê û di pratîkê da jî bi kar bîne. Gavikên ku heta îro hatine avêtin, helbet em biçûk nabînin, lê têra nakin ku ji xwe ew jî di pratîkê da bi kar naên.

Hêvîya me ew e ku YEyê lezînen vê pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî bîne serê rojeva xwe û digel dewleta Tirkîyeyê gotûbêj bike û encameke pozîtîv û pratîk derêxe meydanê ku zimanê Kurdî êdî di nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê da bête bi kar înan.

KNK bi baldarî li ser vê pirsê radiweste û dê li hêvîya bersiva we be.

Digel rêz û silavên me.

Elî Yigit

Serokê KNKyê

ROJAN HAZIM

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

**

Kampanyaya 8ê Îlonê

KNKyê, li goreyî biryara ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” 8ê Îlona 2006ê, kampanyayeke li ser axivtina Kurdî daye dest pê kirin ji bo Kurdistana Bakur û dîasporayê. KNK baþ dizane ku ev kampanyaye bi serê xwe paradokseke kûr e ji alîyê Kurda ve. Zimanek bi kampanyayan helbet naête rizgar kirin. Belêm çiku Kurdî axivtin li bakur û dîasporayê her diçe kêm dibe, ev pêrabûnên wekî kampanya jî ji bo balkêþanê hewce ne û daku birûskekê di serê xelkê me da biçeqînin divêt car bi car bêne kirin ku xelkê haj xwe hebe û bi vî rengî xelk bête hiþyar kirin. Ji ber ku xelkê me li bakur û dîasporayê mixabin ku di jîyana rojane da jî hêdî hêdî Kurdî axivtinê terk dike.

Li Kurdistana Bakur di dem û dezgehên fermî yên dewleta Tirkîyeyê da Kurdî axivtin hêj jî qedexe ye û ew sehma bi salan ya dewletê bi xurtî dom dike û rê li ber axivtina Kurdî digire. Ev reftara dewletê tête zanîn. Lê belê, cihê mixabinîyê ew e ku xelkê me li saheyên jîyana xwe ya kesînî jî zimanê xwe Kurdî naaxive û di jîyana xwe ya rojane da jî Tirkî diaxive. Eve bi serê xwe rewþeke trajîk e. Xelkê me di warê axivtina Kurdî da, di bi kar înana zimanê xwe da hindî hûn bêjin xemsar e. KNK bi vê biryara xwe xwast bala xelkê me bikêþe ser vê pirsa giran û bi giringî xelkê me hiþyar bike ku ev çûne ne çûneke baþ e, ne çûneke xêrê ye!.

Ji ber vê kampanyayê ev anons, slogan û spotên balkêþan û hiþyarkirinê hatine amade kirin ku di serê xelkê me da wekî birûskekê biçeqin ku haj xwe bin û ji þaþîya xwe vegerin. Kurdî neaxivtin bi gotina herî nerm, sade û sivik ”þaþî” ye û divêt ev þaþîye neête kirin.

BALKÊÞÎ

Ziman stûna ragir ya neteweyan e!

Gava ev stûna ragir þkest, îskelet hildiweþe!

Netewe bi zimanê xwe li ser pêya ne!

Zimanê Kurdî stûna ragir ya neteweyê Kurd e!

Vê stûnê neþkênin! Ragirin!

Bila jîyana Kurd bi Kurdî be!

HIÞYARÎ

Li Kurdistana Bakur û li dîasporayê zimanê Kurdî li ber asîmîlebûnê ye!

Zimanê xwe Kurdî biaxive ku asîmîle nebe!

Asîmîlebûna zimanê Kurdî, dawîya Kurdbûyînê ye!

Gelî Kurdan;

Zimanê we Kurdî li Kurdistana Bakur û dîasporayê li ber sekeratê ye, oksîjena jîyandina zimanê we axivtina Kurdî ye.

Þahîya xwe jî, þîna xwe jî bi Kurdî bikin.

Jîyana xwe bi Kurdî bijîn.

Kurdînîya xwe bi Kurdî bikin.

Zarokên we Kurdî dizanin? Hingê hûn xwe nas dikin.

Zarokên we Kurdî nizanin? Eve þerma we ye.

Mela û rêberên dînî yên Kurd;

Hûn ji kîjan dîn û mezhebî bin, îbadetî bi Kurdî bidine kirin.

Bila weiz û axivtin û þîretên we bi Kurdî bin.

Polîtîkerên Kurd;

Polîtîkê bi zimanê xwe Kurdî bikin.

Kombûnên xwe bi Kurdî bikin.

Di karûbarên xwe yên fermî da pêþîyê Kurdî biaxivin.

Jinên Kurd;

Hûn maka jîyanê ne, bi makzimanê xwe Kurdî biaxivin.

Digel zarokên xwe Kurdî biaxivin, zarokên xwe bi makzimanê xwe Kurdî bigihînin û dûndeha xwe bi Kurdî bidin domandin.

Organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk;

Di nav dezgehên xwe da, digel hev bi zimanê xwe Kurdî biaxivin, di karûbarên xwe da Kurdî bi kar bînin.

Gerîllayên Kurd;

Di nav xwe da, di perwerdeya xwe da, di têkilîyên digel xelkê xwe da Kurdî bi kar bînin, Kurdî biaxivin.

Karmendên Kurd;

Di nav dayre û dezgehên fermî da, di têkilîyên digel hev da bi zimanê xwe Kurdî biaxivin.

Karkerên Kurd;

Di cihên xwe yên kar da, di fabrîke û dezgehên xwe da, digel hev bi Kurdî biaxivin.

Kardêr, esnaf û dikandarên Kurd;

Di kirîn û firotina xwe da, di kiryarî û firoþkarîya xwe da, di nav xwe da, digel karker û xebatkarên xwe yên Kurd, digel hev û digel bikirên xwe yên Kurd, zimanê xwe Kurdî biaxivin.

Xwandekarên Kurd;

Di dibistan, enstîtu, akademî, fakûlte û ûnîversîteyên xwe da, digel hev Kurdî biaxivin, aktîvîteyên xwe bi Kurdî bikin.

Zarok û ciwanên Kurd;

Zarokîya xwe, ciwanîya xwe, bi Kurdî bijîn, yarî, leyiz û aktîvîteyên xwe bi zimanê xwe Kurdî bikin, di nav xwe da, digel hev Kurdî biaxivin.

Daybabên Kurd;

Zarokên we paþeroja we û xelkê we ne. Digel zarokên xwe Kurdî biaxivin. Bi zimanê xwe Kurdî axivtinê hûn dê paþeroja xwe û ya zarokên xwe jî û ya xelk û welatê xwe jî ronahî bikin.

Girtîyên Kurd;

Baþ tête zanîn ku dewlet teroreke mezin li ser we girtîyên polîtîk bi kar tîne ku hûn bi zimanê xwe Kurdî digel xuyanîyên xwe neaxivin. Her di serî da li Îmralîyê jî nahêlin ku rêberê KKKyê Abdullah Ocalan digel xwuþk û birayê xwe bi Kurdî biaxive. Ev qedexe li ser we hemû girtîyên polîtîk jî dom dike. Belêm divêt hûn berxwe bidin, vê bêdadîya dewletê qebûl nekin, red bikin û di girtîxaneyan da digel hev, di seradanîyan da jî digel daybab, bira û xwûþk, lêzim, xizim, kesûkar û hemû xuyanîyên xwe bi israr Kurdî biaxivin.

Þehridarên Kurd;

Di nav þehridarîyên xwe da digel karker û karmendên xwe yên Kurd, bi zimanê xwe Kurdî biaxivin. Digel xelkê xwe Kurdî biaxivin. Di xizmetguzarîya þehridarîyê da xelkê xwe teþwîq bikin ku hem Kurdî biaxivin, hem jî serlêdanên xwe bi devkî jî be Kurdî bikin.

Ronakbîr, nivîskar, þair û rojnamevanên Kurd;

Hûn pêþengên ronahîkirina civatê ne û bi kir û kiryarên xwe ve nimûneyên li ber çavê xelkê xwe ne. Di edetkirina axivtina Kurdî da jî bibin pêþeng û nimûne. Di jîyana xwe ya ronakbîrî da, di karûbarên xwe yên nivîskarîyê da, di jîyana xwe ya rojane da, di têkilî û danûstandinên xwe da zimanê xwe Kurdî bi kar bînin, Kurdî biaxivin û bidine axivtin.

Hunermendên Kurd;

Bi dengê xwe, bi firçeyê xwe, bi hemû enstrûman, alet û dezgehên xwe, bi hunera hiþ û bîra xwe ya bi ronahî bibine hunermendê Kurdî axivtinê jî. Hunera xwe bi Kurdî bikin, Kurdî biaxivin û bidine axivtin.

Pêþniyarên konkret û spesîfîk;

Ehmed Türk [Serokê Partîya Civatî ya Demokratîk –DTPyê]; Di kombûn û karûbarên partîyê da pêþîyê Kurdî biaxive!

Aysel Tuðluk [Cihgira serokê DTPyê]; Di karûbarên partîyê da pêþîyê Kurdî biaxive!

Osman Baydemîr û hemû þehridarên Kurd; Di xizmetguzarîya xwe da pêþîyê Kurdî biaxivin!

Hemû DTPyî; Kurdî bikin zimanê sereke di nav partîya xwe da!

Partîyên binyad Kurd; Kurdî biaxivin û Kurdî bikin zimanê sereke di nav partîyên xwe da.

Komele û hemû dem û dezgehên Kurdî; Di nav xwe da, di nav lokalên xwe da Kurdî biaxivin.

ROJ TV; Di nav xwe da, digel hev, di lokal, kantîn, kafeterya û ofîsên xwe da Kurdî biaxivin!

Yeni Özgür Politika û rojnameyên proKurd; Di nav xwe da, di lokal û ofîsên xwe da digel hev Kurdî biaxivin, di karûbarên xwe da bi serekeyî zimanê xwe Kurdî bi kar bînin.

Kampanya 8ê Îlonê tête dest pê kirin

Ji 8ê Îlonê pêve her Kurd divêt pêþîyê xwe, paþê jî dora xwe hiþyar û serwext bike ku edetê Kurdî axivtinê bête xurt û zêde kirin. Ji ber vê yêkê yêkem mueyyide ”berpirsiyarî” ye. Bila her Kurdek, Kurdê ku bi zimanê xwe neaxive bi nermî hiþyar bike û têbigihîne ku ji vê qusûr û kêmasîya xwe vegere û Kurdî biaxive. Bila her Kurd beramberî zimanê xwe bi berpirsiyarî rabe û bi axivtina zimanê xwe berpirsiyarîya xwe layiqen bîne cih.

Ji 8ê Îlonê pêve di bin koordînasyona KNKyê da, dê li ser vê kampanyayê bi micidahî bête rawestan û dem û dezgeh û organîzasyonên ku di saheya xwe da Kurdî axivtinê nekin edet, dê bêne aþkera kirin.

Tête hêvî kirin ku her Kurd, her dezgeh û organîzasyona ku bi doza Kurd û Kurdistanê ve rabûyî, dê vê berpirsiyarîya xwe ya beramberî zimanê xwe Kurdî bînin cih û edetê Kurdî axivtinê di hemû danûstandin, têkilî û jîyana xwe da serdest bikin.

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî û fînala kampanyayê

Ji 8ê Îlonê pêve li Kurdistana Bakur û meydanên dîasporayê, her dezgeh û rêxistina Kurdî dê li goreyî þiyan, þert û îmkanên xwe bi her reng û cureyî kampanyayê bidomîne û di 14ê Gulana 2007ê da jî bi hevrayî û geþahîyeke bilind Cejna Zimanê Kurdî dê bête pîroz kirin. Kampanya wekî aktîvîte dê bi vê fînala cejna zimanê Kurdî bi dawî be, belêm Cejna Zimanê Kurdî dê wekî tradisyon hersal bête pîroz kirin û herweha edetkirina axivtina bi Kurdî dê bi berpirsiyarî û baldarîyeke bilind dom bike û divêt bête domandin.

Di enstîtu û komeleyan da;

- bi rêkûpêkî û disiplîn kursên ziman,

- kursên gihandina mamostayên Kurdî,

- semînerên zanyarî li ser ziman bêne dan.

Di hemû organîzasyonên Kurdî da civînên xwandinê bêne amade kirin û digel nivîskarên Kurd suhbet û gotûbêj bêne kirin.

Medyaya Kurdî bi anons û spotan baldarîya xelkê ya axivtina zimanê Kurdî bilind bigire.

Rêzefîlm û fîlmên karton yên bi Kurdî di TVyên Kurdî da bêne weþandin.

Di TVyan da programên sinetkarî û hunera destî û suhbetê yên jinan bi Kurdî bêne amade kirin.

Di TVyan da panelên ciwanan bi Kurdî bêne kirin.

Di TVyan da programên zarokan yên pedagojîk yên bi Kurdî bêne weþandin.

Di radyoyan da jî her reng program û skeçên Kurdî, ku axivtin û guhdarkirina Kurdî bi baldarî teþwîq bikin, bêne weþandin.

Ji bo Yêkitîya Ewrûpayê bi hevrayî nameyên li ser xwasteka perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bêne þandin ku YEyê di prosesa endametîya Tirkîyeyê da fiþara xwe xurttir bike.

Dîsa ji bo organîzasyonên navneteweyî jî nameyên hevrayî bêne þandin ku destekê bidine bizav û aktîvîteyên xelkê Kurd yên li ser xwasteka perwerdeya bi zimanê Kurdî li Tirkîyeyê.

Kurdên li Ewrûpayê, bo hukumetên welatên ku lê hevwelatî ne, nameyan biþînin û daxwazê ji wan bikin ku tesîrê li ser dewleta Tirkîyeyê bikin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî bikeve nav sîstemê fermî yê dewletê.

Kurdên li Ewrûpayê ji bo dana perwerdeya Kurdî, ji îmkanên dewletên lê dijîn da di dereceya herî bilind da istifade bikin.

KNK - [Komisyona Ziman û Perwedeyê]

**

Spotên kampanyayê;

-         Suhbet?

-         Bi Kurdî!

-         Kombûn?

-         Bi Kurdî!

-         Riberiz?

-         Bi Kurdî!

-         Telefon?

-         Bi Kurdî!

-         Li dibistan û zanîngeha axivtin?

-         Bi Kurdî!

-         Yarîya li yarîgeha?

-         Bi Kurdî!

-         Li mal axivtin?

-         Bi Kurdî!

-         Li çayxane û qehwexaneyan leyiz û suhbet?

-         Bi Kurdî!

-         Chat?

-         Bi Kurdî!

                              Gazîya zarokê Kurd;

                                                   Babo, dayê, digel min bi Kurdî biaxivin!

                                                  **

      Seferberîya axivtina Kurdî

Gelî Kurdan,

Li Kurdistana Bakur û meydanên dîasporayê jîyana zimanê Kurdî di dereceya alarma sor da ye.

Zimanê Kurdî li bakur û dîasporayê kêm tête axivtin. Zordarîya dewleta Tirkîyeyê tête zanîn, belêm herweha xemsarîya xwe bi xwetî jî heye.

Ji ber vê yêkê, KNKyê kampanya, seferberî û hemleya Kurdî axivtinê daye destpêkirin û ev gave di 8ê Îlonê da tête avêtin.

KKK jî wekî endama KNKyê, bi timamî sîstem, hêz û îmkanên xwe ve û hemû kes û hêzên neteweyî piþtevanîya vê gavê dikin.

Beramberî zordarîya dewleta Tirkîyeyê û pêkve asîmîlasyonê, berxwedana herî mezin Kurdî axivtine.

Bang û hawara me ev e:

Kurdî biaxivin!

Bi israr Kurdî biaxivin!

Bi rik Kurdî biaxivin 

*Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKye*

 **

Mesajên kurt û balkêþ

ZAROK:

Dayê, Babo, digel min bi Kurdî biaxivin!

JIN:

Kurdî makzimanê me ye, ma ji bilî Kurdî em dê çi biaxivin?

MÊR:

Kurdî zimanê bab û bapîrên me ye, divêt em bi Kurdî biaxivin!

POLÎTÎKER:

Kurdînîya xwe divêt em bi Kurdî bikin!

RONAKBÎR:

Em Kurdî bihizirin, Kurdî biaxivin, Kurdî bixwûnin û Kurdî binivîsin!

HUNERMEND:

Bo hunermendê Kurd, hunera herî mezin, hunera xwe bi Kurdî kirine!

MAMOSTE:

Kurd î? Pêþîyê bi zimanê xwe Kurdî biaxive, paþê jî çend zimanan bizanî fayde ye!

BI HEV RA:

Em Kurd in û Kurdî biaxivin!

*Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKye*

**

Danezana kampanya, seferberî û hemleya 8ê Îlonê

Bo xelkê Kurd,

Xelkê me yê rencdar, xelkê me yê mezlûm, xelkê me yê bi siyanet, xelkê me yê fedakar, xelkê me yê têkoþer û berxwedêr, xelkê me yê bi rû û rûmet û serbilind, xelkê me yê hêja,

Dewleta Tirkîyeyê eve serê dehan salan e ku nîrê zulmê ji ser stuyê we neînaye xwarê û vê zordarîya xwe jî bi hemû reng û metodên hind zalimane bi kar tîne ku li çu derên dinyayê naêne dîtin. Her di serî da çu kolonyalîstan zimanên xelkên kolonî ji binî û qutbir qedexe nekirin, di nav beraþên aþê asîmîlasyonê da nehêran, belêm dewleta Tirkîyeyê eve kir û hêj jî dewam dike. Çu kolonyalîstan zimanê xelkên kolonîyên xwe bi ”quruþ”an ciza nekir, belêm dewleta Tirkîyeyê eve kir. Çu kolonyalîstan xelkên kolonîyên xwe hinde neþkandin, bê siyanet nekirin, belêm dewleta Tirkîyeyê ev kirêtîye kir û hêj jî didomîne. Çu kolonyalîstan nav û hebûna xelkên kolonîyên xwe yêkser red û inkar nekirin, belêm dewleta Tirkîyeyê eve kir û vê kiryara xwe ya bêdad berdewam dike. Çu kolonyalîstan plan û projeyên birandina xelkên kolonîyên xwe çênekirin, belêm dewleta Tirkîyeyê li goreyî birandina xelkê Kurd polîtîka afirandin û di pratîkê da jî bi kar înan. Dewleta Tirkîyeyê û xelkê Tirk, ji destpêka damezrandina komara nû pêve, çavên xwe li xelkê Kurd girtin, xelkê Kurd nedîtin, nexwastin bibînin û Kurd nîne qebûl kirin…

Lê belê, vê polîtîka dewleta Tirkîyeyê, ew di vî demê dirêj da îna ber îflasê. Ew xelkê Kurd yê ku bi israr nedixwastin bibînin, xwe bi heþmeteke mezin nîþanî dewlet û xelkê Tirk da. Di rikeberîya dewleta Tirk û xelkê Kurd ya di prosesa nînekirina neteweyê Kurd da, Kurd serkevtin û hebûna xwe parastin û xwe li ser pêya hêlan. Zincîr û prangayên dewleta Tirkîyeyê pare nekirin, yêk bi yêk hatin þkandin û belav kirin. Ji têkoþîna bi salan ya polîtîk û organîzatîv heta berxwedana bihadar ya çekdarî, xelkê Kurd xwe li ber hemû birandin û helandinên dewleta Tirkîyeyê ragirt û parast. Lê dewleta Tirkîyeyê hêj jî polîtîka xwe ya tradisyonel ya dijî xelkê Kurd didomîne. Hêj jî zulm û zora li ser zimanê Kurdî, kultur û hunera Kurdî dom dike. Xelkê Kurd dijî nîrê zulma dewleta Tirkîyeyê di çarêka dawîyê ya sedsala 20an da çawa li 15ê Tebaxa 1984ê fîþeka azadîyê teqand û agirê azadîyê gur kir, vê gavê jî divêt gaveke sivîl û demokratîk bi xurtî biavêje û dijî asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hemleya xwe bilind bike, biþihe û rabe depareke maratonî. Dewleta Tirkîyeyê gelek sîstematîk rê li ber axivtina Kurdî, bi kar înana zimanê Kurdî digire û barîyeran ava dike. Nahêle ku zimanê Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê. Beramberî vê polîtîka dewleta Tirkîyeyê ya wêranker, divêt xelkê Kurd di serî da bi zimanê xwe biaxive, bi axivtin û bi kar înana zimanê xwe Kurdî, reaksîyona xwe nîþanî dewletê bide û bi vî rengî li zimanê xwe, li nîþana hebûna xwe xwudan derkeve û polîtîka wan ya asîmîlasyonîst di pratîkê da pûç û betal bike.

KNKyê bi vê armancê kampanya, seferberî û hemleya axivtin û bi kar înana zimanê Kurdî amade kirîye û starta vê pêrabûnê îro, anku 8ê Îlonê dide. Sezona perwerdeya li dibistanên seretayî 11yê Îlonê li Tirkîye û Kurdistana Bakur dest pê dike. Zarokên Kurd dîsa ve dê bêyî perwerdeya bi zimanê Kurdî dest bi dibistanê bikin. Perwerdeya dewleta Tirkîyeyê ya xwerû bi Tirkî û bêyî Kurdî, mejî þuþtina zarokên Kurd e, asîmîlekirina zarokên Kurd e ku ev zarok paþeroja neteweyê Kurd in. Dewleta Tirkîyeyê bi vê qedexetîya li ser zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî, neyarîya xelkê Kurd dike û dixwaze paþeroja xelkê Kurd tarî bike. Lewma, divêt xelkê me li zimanê xwe xwudan derkeve û bi israr di timamî jîyanê da Kurdî bi kar bîne û Kurdî biaxive. Panjehra polîtîka antî Kurd û antî Kurdî ya dewleta Tirkîyeyê, Kurdî axivtin e, Kurdî bi kar înane. KNK hawara xwe digihîne xelkê xwe, xelkê Kurd, ku li zimanê xwe xwudan derkevin, bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxivin.

Xelkê me yê bi qedir û qîmet,

Dewleta Tirkîyeyê esasen þerê mezin beramberî zimanê Kurdî dide û hemû jîyana Kurdî Tirkîze kirîye. Divêt xelkê me, xelkê Kurd, vê polîtîka mirandinê pûç bike, berevajî bike û jîyana xwe pêkve Kurdîze bike.

Li seranserî Kurdistana Bakur û bajêrên dîasporaya Kurd, bila jîyana Kurd pêkve bi Kurdî be û divêt wisa be!

Kurdî axivtin, bizava man û nemanê ye!

Gundî, bajêrî, jin, mêr, zarok, mezin, feqîr, zengîn, pêkve xelkê me yê ezîz, xelkê Kurd, xemsarîyê nekin, bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxivin!

Kurdî axivtina bi israr û rik, bersiv û berxwedana herî mezin û bihadar e beramberî zulma dewleta Tirkîyeyê!

Dewleta Tirkîyeyê 26ê Îlonê ”Cejna Zimanê Tirkî” pîroz dike. Beþdarî vê pîrozîyê nebin û xwe amadeyî pîrozkirina ”Cejna Zimanê Kurdî” ya li 14yê Gulana 2007ê bikin!

Xelkê me yê serbilind!

Bi armanca azadîyê herne pêþ, herne pêþ, belêm bi zimanê xwe Kurdî herne pêþ!

Bila ji nihe ve xezaya we ya ji bo zimanê Kurdî pîroz be!

ROJAN HAZIM

Endamê Konseya rêvebir ya KNKyê

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

08ê Îlonê 2006

**

Ev nivîsara li jêr jî di kombûna 8ê Tîrmehê da hate nivîsîn û belav kirin.

Hawara KNKyê

Bizava antî kolonyalîst ya xelkê Kurd, ji gelek alîyan ve cudatirî bizavên antî kolonyalîst yên cîhanê ye. Xelkên dî gava dijî rejimên kolonyalîst têkoþîn didan, hemû karûbarên xwe yên sosyopolîtîk, sosyokulturel bi zimanê xwe dikirin. Herçend fiþar û qedexeyên li ser ziman heban jî, desthilatên kolonyalîst zêdetir li ser naverok, mana û armancê radiwestan. Kolonyalîstan bi rengekî totalîst zimanên kolonîyên xwe yêkser qedexe nedikirin. Lê belê, eve li Kurdistana kolonîya Tirkîyeyê çu cara wisa nebû. Tirkîyeyê tradisyona împaratorîya Osmanîyan jî serûbin kir, ku ne navê Kurd, ne navê Kurdistanê, nejî zimanê Kurdî di demê Osmanîyan da qedexe nebû. Belêm dewleta nû ya Tirkîyeyê her ji despêkê pêve mengeneyê fetisandinê li ser stûyê xelkê Kurd þidand û yêkser zimanê Kurdî bi reng û rûyên trajîkomîk qedexe kir. Dem hat bi qanûn, bi zora leþker û polîsî, dem hat bi ”quruþ”an zimanê xelkê Kurd li xelkê Kurd qedexe kir û nehêla ku xelk bi rehetî bi zimanê xwe biaxive. Beramberî vê zulmê, axivtina zimanê Kurdî ji bo her Kurdekê adeta bû armanca herî mezin ya polîtîk û ji ber axivtina Kurdî bedelên mezin hatin dan, cizayên giran hatin wergirtin, hefs û zîndan hatin dîtin. Dewleta Tirkîyeyê ji serî were mekanîzmaya antî demokratîk, asîmîlasyon bi kar îna ku zimanê Kurdî bide ji bîr kirin, di nav dem û salan da bide helandin û birandin. Ji bo vê armanca xwe ya kirêt çi kar û kiryarên ne mirovî hene hemû bi kar înan. Dewleta Tirkîyeyê ji alîyê cografî ve navên cih û war, mezra, gund, navçe û bajêrên Kurdstanê guhorîn û li þûna wan navên Tirkî danan. Bi salan nehêlan ku xelk navên xwerû Kurdî dayne ser zarokên xwe. Bi kurtî dewleta Tirkîyeyê bi qedexeya zimanê Kurdî, jîyana xelkê Kurd kire jahr û mirin. Ev polîtîka kirêt, antî demokratîk û dijî mirovî hêj jî bi israr tête domandin. Guhorînên van salên dawîyê yên li nav prosesa namzetîya endametîya Yêkitîya Ewrûpayê hatine kirin jî di pratîkê da bi sedan asteng û dijwarîyan adeta têne betal kirin. Eve rûyekî madalyonê ye û xelkê Kurd dijî vê asîmîlasyona kujer ya dewleta Tirkîyeyê têkoþîna xwe didomîne.

Belêm li rûyê dî yê madalyonê jî reftara negatîv ya Kurd bi xwe heye ku ew jî xwe bi xwe asîmîle kirine, anku otoasîmîlasyon e. Îro Kurd hem li meydanên dîasporayê, hem jî li welat bi zêdehî ve Tirkî diaxivin, karûbarên xwe, xebatên xwe yên polîtîk, kulturel, hunerî û sosyal bi Tirkî dikin, di têkilîyên xwe da Tirkî bi kar tînin. Dewleta Tirkîyeyê gelek bi zanahî Kurdî axivtin kirîye nîþana ”nezanîyê”, ”cehaletê”, ”gundîtîye” û ”paþvemayînê” û bi vê polîtîka xwe Kurdî axivtin kirîye statûyeke kêmîyê. Beramberî vê yêkê, Tirkî axivtin wekî nîþana modernîyê, bajêrîtîyê, zanatîyê, pêþveçûyîtîyê lanse kirîye û di vê polîtîka xwe da heta dereceyekê jî serkevtîye. Ev ”standarda dewleta Tirkîyeyê” di pratîkê da adeta qebûlîyek jî peyda kirîye û heçku gava Kurdî tête axivtin, ”haletî rûhîye”yeke ”xwe nizim dîtinê” tête nîþandan. Hal ew e ku, eve bi gotina herî sade û sivik, xwe þkandine, xwe red û inkar kirine. Bi zanahî nebe jî ev reftare, xizmeta polîtîka asîmîlasyonîst ya dewleta Tirkîyeyê dike û gelek aþkera eve tehlîkeyeke mezin e ku dê bi xwe ra jar û lawazî û feqîrîya zimanî bîne ku eve jî rengekî mirandina zimanî ye. Xelkê Kurd divêt vê rastîyê bibîne û di derheqê vê tehlîkeyê da serwext û agahdar be û beramberî vê polîtîka birandêr ya dewleta Tirkîyeyê reftareke berxwedêr nîþan bide û li zimanê xwe xwudan derkeve û di her xelek û baskê jîyanê da bi kar bîne. Heke Kurd dixwaze polîtîkên asîmîlasyonîst yên dewleta Tirkîyeyê pûç û betal bike û vala derêxe, hingê divêt di jîyana rojane da, di her reng kar û xebatên xwe da zimanê Kurdî bi kar bîne, bi zimanê xwe bijî û bi vî rengî zimanê xwe bide jîyandin. Xelkê Kurd, divêt zimanê xwe wekî elementê sereke yê hebûna xwe bibîne û bi vê berpirsiyarîyê rabe. Îro lezînen divêt bi israr Kurdî bête axivtin, her reng nivîskarî bi Kurdî bête kirin, li goreyî þert, mecal û îmkanan bi Kurdî perwerde bête dan û wergirtin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK, berpirsiyarîya beramberî zimanê Kurdî karekî sereke yê hebûna neteweyî dibîne, wezîfeyeke man û nemanê qebûl dike û gazî xelkê Kurd dike ku bi vê bawerîyê di nav pratîkê da bin. Êriþkarîya asîmîlasyonîst ya dewleta Tirkîyeyê biçûk nebînin, sivik negirin û beramberî wê, jîyana xwe pêkve bi Kurdî bijîn. Eve hawara KNKyê ye û KNK hêvî û bawer dike ku xelkê Kurd dê li vê bang, gazî û hawara KNKyê xwudan derkeve.

Komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê

08 Tîrmeh 2006, Bruksel

serî