Sal dozdeh heyv, jîyan bi hizaran reng û rû wekî robarekî boþ diherike. Di her meh û her demsalê da ev rengarengîya jîyanê harmonîyeke xwezayî jî derdêxe meydanê. Kurt an dirêj di van peryodên demî da hindek bûyer hene ku wan demên ku têda rûdayî bi nav dikin. Di jîyana xelk û neteweyan da hindek peryodên demî hene ku adeta spesîfîken li ser wan têne hejmartin. Ew ”dem” bi bûyer û qewimînên wan xelk û neteweyan ve tijî dibin û heçku ew dem ji teref wan xelk û neteweyan ve hatine rezerve kirin. Vêca meha Adarê jî yêk ji wan peryodan e, ku hûnê bêjin ji bo Kurdan hatîye rezerve kirin. Helbete gotina rezervekirinê metaforîk e û ev pêþhatinên têne dîtin rasthatinin ku di dîroka xelkan da ev rasthatin, ca bi negatîvî an bi pozîtîvî rûdabin, lê roleke giring dileyizin. Di kûrahîya dîroka Kurdan da serhildana ji bo azadîyê rastî serê demsala biharê, 21ê Adarê hatîye û êdî ev demê destpêka demsaleke nû, serê demê ji nû ve livîn û jîndebûna xwezayê, anku biharê, bi rashatina azadîya Kurd rengekî nû, manayeke nû wergirtîye û êdî ev destpêka biharê ji bo xelkê Kurd bûye roja têkoþînê, roja azadîyê û bûye cejneke neteweyî. Ji ber hindê heyva Adarê bi vê roja xwe ya 21ê, ji bo xelkê Kurd manayeke cudatir dide. Xelkê Kurd di meha Adarê da di nav bizaveke cudatirî xelkên dî ye. Adar meha Newrozê ye û Newroz ji bo xelkê Kurd ne tinê cejneke adetî ye, herwisa cejneke azadîyê ye. Kurda di kûrahîya dîrokê da, serhildana xwe ya bi armanca azadîyê, di roja 21ê Adarê da, di vê roja destpêka vejîna xwezayê da, pêkînaye û tama azadîyê di vê rojê da wergirtîye. Lewma 21ê Adarê ji bo xelkê Kurd, ji xelkên mayî giringtir û bi manatir e. Meha Adarê, bi roja xwe ya 21ê, bi vê roja xwe ya Newrozê, xwe kirîye malê xelkê Kurd û bi rûdana vê bûyera pozîtîv ya di dîroka xelkê Kurd da, adeta bûye meheke rezervekirî ji bo xelkê Kurd. Bi giyanekî nû û têkoþerî pêkhatina 21ê Adarê û Newroz, meha Adarê li nik xelkê Kurd meqbûl kirîye, bihadar kirîye. Xelkê Kurd ji ber qewimîn û afirîna Newrozê, ji serê meha Adarê pêve dikeve nav heyecan û coþeke mezin. Meha Adarê, bi 21ê Adarê, bi roja Newrozê, bi vê hebûna xwe ya pozîtîv, xelkê Kurd wekî miqnatisekê ber bi xwe ve radikêþê û wekî risyankê bi xwe ve dirisîne.
Ji bilî vê roja mezin û qenc, roja bi xêr û þahî ya xelkê Kurd, anku Newroz, ku rastî 21ê Adarê hatîye, rojeke dî ya meha Adarê jî bi rasthatineke bêyûm, meha Adarê dubare giring kirîye ji bo xelkê Kurd. Rojên 16 û 17ê meha Adarê jî bûyne rojên xemeke giran bo xelkê Kurd. Di wan herdu rojan da, li bajêrê Helepçeyê, bombeyên kîmyayî, bombeyên jahrê li ser xelkê Kurd hatine barandin û kuþtî û birîndar bi hizaran Kurd hatine telifandin. Ji pênc hizaran zêdetir Kurd, biçûk mezin, jin û mêr, hatin kuþtin. Ji pênc hizaran zêdetir Kurd jî hatin birîndar kirin ku ew jî nîv mirî man. Ev herdu rojên meha Adarê, bi negatîvî rûperek vekirin di dîroka xelkê Kurd da û ev herdu roj bi xem, kul û kesereke kûr têne bîr. 16-17ê Adara 1988ê, rejima xwûnxwar ya Beasa Seddam Huseyn, çawa bombeyên jahrîn û sojer barandin li ser xelkê Kurd û di encam da çawa hizaran Kurd kuþtin û hizaran jî birîndar kirin, hizaran jî kem û seqet hêlan… Eve bûyereke nedîtî ya dijmirovî bû bi serê xelkê Kurd dihat di meha Adarê da. Meha Adarê, bi van rojên 16 û 17ê Adarê, ji ber wê komkujîya mezin, bi wê operasyona jenosîdî ya rejima Seddam, bû meha þîneke giran bo xelkê Kurd. Kurd di meha Adarê da, hem þînê dikin ji ber wê komkujîya Helepçeyê, hem jî þahîyê dikin ji ber cejna serhildan û azadîyê, Newrozê. Evro þîna Helepçeyê û þahîya Newrozê, meha Adarê li xelkê Kurd adeta tapo kirîye. Kurd li seranserî Kurdistanê, li çarnikarî dinyayê, di meha Adarê da li ser pêya ne. Þîna xwe jî, þahîya xwe jî bi giyanekî têkoþerî dikin. Kurd di timamî meha Adarê da mijûl in, demên wan dagirtî ne, bîst û çar seet di nav kar û gendana bîrhatin û bîrînanên dîrokî da ne, li milekê komkujîya Helepçeyê tînin bîra xwe û hemû dinyayê, li milê dî cejna xwe ya neteweyî, cejna Newrozê hem pîroz dikin, hem jî xwastekên xwe yên ji bo dadyarî, wekhevî û azadîyê bi dengekî bilind bi dinyayê ra digihînin.
Belêm li milê dî, her sal ji ber bîrînan û pîrozîyên jenosîda Helepçeyê û cejna Newrozê, barê meha Adarê her diçe girantir dibe. Xelkê Kurd di van pîrozî û bîrînanan da tûþî hizaran giriftarîyên rejimên dagîrker têt û vêca bûyer li ser bûyerê diqewime, kuþt û kuþtdarên nû pêktên, birînên nû vedibin di bedena xelkê Kurd da. Yêk ji wan birînan jî di adara evsale da vebû di leþê xelkê Kurd da. Li Kurdistana Bakur, piþtî ku xelkê bi milyonan, li meydan, cade û kolanên Kurdistanê cejna xwe ya neteweyî pîroz kir, hêz û biryardarîya xwe ya ji bo azadîyê nîþanda, vêca dewleta dagîrker ya TCyê êriþkarîya xwe mezintir kir û di operasyoneke bêbextane da, li sêkuçeya Diyarbekir, Bîngol û Mûþê binkeyên gerîllayan bi bombeyên kîmyawî bombe kirin û di encam da 14 gerîllayên HPGyê þehît kirin. TCyê bersiva xelkê Kurd, bi vê wehþeta xwe da. Xelkê Kurd di Newrozê da xwezî û daxwaza xwe gelek aþtîyane û demokratîkane bilind kir, lê dewleta TCyê bi hovîtîya xwe ya tradisyonel bersiv da xelkê Kurd. Xelkê Kurd di 21ê Adarê da, di roja cejna Newrozê da, li du bajêrên stratejîk, li Diyarbekir û Wanê bi hejmara xwe ya milyonî û bi yêkdengî slogana azadîyê avêt û ev hawar, gazî û qêrîna xwe ya gelek mirovî gihande hem TCyê, hem jî hemû dinyayê. Lê dewleta TCyê di 24 û 25ê Adarê da, di wê sêkuçeya hatîye gotin da, bombeyên jahrê barandin ser têkoþerên azadîya xelkê Kurd. Piþtî ku þehadeta 14 gerîllayan ji teref HPGyê ve jî hate aþkera kirin, TCyê bi hemû dezgeh û organên xwe ve dest bi provakatorîyê kirin û mezinên dewletê bi axivtin û gotinên xwe yên bêperwa adeta xelkê Kurd tehdît kirin û goya gotin ku bombe ji ser serê we kêm nabin!. Belêm digel van gefên dewletê jî xelkê Kurd li termê þehîdên xwe xwudan derket. Di merasima çar þehîdan da li Diyarbekirê xwenîþandaneke gelek boþ pêkhat. Xelkê þehîdên xwe bi dilgermî koþ kirin û di axa xwe ya pîroz da veþartin. Dewletê tehemula van merasimên boþ jî nekir û dest bi terorê kir. Xelkê xwe ji ber van êriþan parast û berxwedaneke dijwar nîþanda û di sê rojên dawîya meha Adarê da adeta bêhna TCyê çik kir. 31 rojên meha adarê bûne meydana têkoþîna xelkê Kurd beramberî dewleta TCyê ya dagîrker û kolonyalist. Ser û binên meha adarê bi bûyeran ve hatin girêdan. Adarê çavên xwe bi xwûnê vekirin, bi xwûnê jî girtin. TCyê meha Adarê li xelkê Kurd kire gera xwûnê. Adara ku destpêka demsaleke nû, meha vejîna xwezayê, bi êriþ, kuþt û kuþtdarîya dewleta TCyê bû meha xem û þînan. Adar bi bûyîn û qewimînên nû, bi êriþkarî û qetlîamên nû yên TCyê ve tijî bû. Heke bi rêzê ve, kronolojîken pêda biçin tabloyeke trajîk derdikeve meydanê.
Dewletê qatilên xwe berdane Berîya Mêrdînê, deþt û banîyên Midyadê, gundê Mizîzexê. Duyê adarê, roja pêncþembê, êvara eynîyê, [02.03.2006], þev nîveka þevê kirêgirtîyên TCyê nijdeya xwe vê carê birin ser mala Ferhoyan. Di mal da du Kurdên jîmezin, du Kurdên sere, rihspîyekî 85 salî û serejineke 80 salî hebûn. Ferhoyê Mizîzexî û xanima wî Fatmaya Mizîzexî. Dayîk û babên têkoþerên doza Kurdistanê, dayîk û babên nivîskar û þair Medenî Ferho û þair û serokê Enstîtuya Kurdî ya Bruksela Belçikê, Derwêþ Ferho, kalê 85 salî Ferho Akgul [Gulspî] û kabanîya wî Fatma Akgul [Gulspî] bûne armanca terora dewletê. Ajanên dewletê gelek bêbextane ev kiryara xwe ya nemirovî bi cih înane. Ev herdu jîmezinên bi rû û rûmet gelek zalimane hatine qetil kirin. Bi îþkence û metod û aletên komandoyên profesyonel yên dewletê hatine kuþtin. Qatilan ev herdu pîrên rûnûr gelek hovane di nav xwûnê da hêlane di wê þeva tarî ya duyê adarê da. Esasen dewletê eve mideheke dest bi metodên nû kirîye beramberî têkoþerên doza Kurdistanê. Dewlet, kes û kar, lêzim û xizm û xuyanîyên aktîvîst û têkoþerên doza Kurdistanê tehdît dike, operasyonên têkel û cuda li ser wan bi kar tîne û bi van kiryaran dixwaze ku refên þoreþê sist, jar û lawaz bike. TC bi van polîtîkên xwe yên nemirovî, fiþareke mezin tîne ser timamî kes û kar, lêzim û xizm û xuyanîyên Kurdên aktîv û têkoþer û kadroyên pêþeng û ronakbîran. Ji milekê ve di nav malbatên fireh yên navdarên têkoþer yên Kurd da destê ajanî û cehþîtîyê diafirîne, li milê dî jî kuþt û kuþtdarîyê pêktîne. Dewlet bi van kiryarên xwe yên dijminane goya mesajên xwe yên bi gef û gur dide ku refên bizava neteweyî têkbide. TCyê bi vê operasyona xwe ya zalimane adeta xwastîye Medenî Ferho û Derwêþ Ferho, du birayên têkoþer yên doza Kurdistanê, ciza bike. Fatûraya têkoþerîya wan ya doza Kurdistanê ji bo dayîk û babê wan yên 80 salî hatîye birîn. Ev karê ku dewleta TCyê kirî, bêdadîyeke nedîtî ye. TCyê, di þerê xwe yê neheq yê beramberî xelkê Kurd û têkoþerên doza Kurdistanê da, çu norm nehêlane. TC, bêyî ferq û cudahî, timamî xelkê sivîl kirîye hedefa xwe ya kuþtinê. Biçûk mezin, jin mêr, pîr ciwan ferq nake ji bo hovîtîya wan. TC bi timamî bi psîkolojîya kolonyalîzma klasîk û dagîrkerîya talan û wêrankerîyê hereket dike û gelek baþ dizane ku ev statûya wê ya neheq, bêdad û nemeþrû dom nake, lewma bi hezeyan, har û hêcîtîyeke bêperwa êriþkarîya xwe didomîne. Heta nihe bi sedan Kurdên bêguneh bi rengê goya ”failî meçhûl” kuþtine, bê seraþûn berze kirine. Di vê operasyona kuþtina Ferhoyan da jî eynî metod bi kar înane. Lê belê xelkê Kurd û bîr û rehîya humanîter dewsa TCyê di vê bûyerê da jî bi zelalî dibîne û failên vê kuþtinê TC bi xwe ye. Wekî di hemû kiryarên bi vî rengî da, TC zehmetîyê di dîtin û bi kar înana lolebkêþan da nabîne. Di kuþtina Ferhoyan da jî bi ihtimaleke mezin dibe ku lolebkêþên nijad Kurd û cehþ jî hatibin bi kar înan, lê ev yêke ferq nake û hêza ku li paþ lolebkêþan TC ye. Dewletên kolonyalîst û dagîrker hergav di nav miletên kolonî da xwefiroþan, cehþan û lolebkêþan peyda dikin. Ji xwe TC di kuþtinên li Kurdistanê da, bi piranî cehþ, xwefiroþ û lolebkêþên nijad Kurd bi kar tîne. Mixabin wekî hemû miletên bindest, ji nav Kurdan jî xwefiroþ, cehþ û lolebkêþ derdikevin û xiyaneteke mezin li miletê xwe dikin. Ne dûr e ku TCyê lolebkêþên nijad Kurd di kuþtina Ferhoyan da jî bi kar înabin. Xala giring ew e ku kê ev lolebkêþ kirê kirine û ji bo kîjan armancê bi kar înane. Serê davê TC ye û çu þik di vê yêkê da nîne. Qatilê Ferhoyan jî dewleta TCyê ye.
8ê Adarê, wekî ”Roja jinên rencdar [kedkar] yên cîhanê” hate bi nav kirin û ji sala 1910ê were tête bîrînan û pîroz kirin. Jinên Amerîkî ku di fabrîkeyên tekstîlê da li New Yorkê, rojê heta 14 seeta û di nav bêdadîyeke nedîtî da kar dikirin, ji zincîr, qeyd û bendên li ser ked, xwuh û bedena wan hatine kilîl kirin, veresyan û greveke mezin kirin. Çil hizar jinên Amerîkî, adeta di nav þertên koletîyê da dihatin bi kar înan. Li ser serê wan kardêrîya kapîtalizma hov û desthilata ”mêr” hebû. Wan jî hind tehemmul kir û 8ê Adara 1857ê bi dengekî bilind û hevrayî ”bes e” gotin û çûne grevê. Belêm ma xema kardêran bû ev hawar, qêrîn û gazîya jinan ya heq û dadyar. Nobedarên xwe yên kirêgirtî ajotin ser refa jinan û 111 jin kuþtin. Ew roj û ew grev û ew bedeldayîna bi canê 111 kesan, ji bo hemû jinên cîhanê bû çirîskek, ku li xwe, li keda xwe, li xwuha xwe û li bedena xwe xwudan derkevin. Jinan ew kuþtdarîya di fabrîkeyên tekstîlê yên li New Yorkê ji bîr nekirin û di nav labîrentên mejîyê xwe da bi cih kirin. Roj hat û jinan ew deftera xwe danan ber desthilata mêran. Ji ber ku „mêran“ hem bi hukum û hêza cinsîyeta xwe, hem jî bi qudreta sermayeyê xwe, keda jinan, cinsê jinan du qat bindest dikirin û bi kar tînan. Gava sal hatîye 1910an, di pêþengîya jineke Alman ya bi navê Klara Zetkîn di kongreya enternasyonala sosyalîst da 8ê Adarê wekî „Roja jinên kedkar yên cîhanê“ hate qebûl kirin û biryar hate dan ku her sal bête pîroz kirin. Di 8ê Adara sala 1917an da, li Rusyayê jî jinan dijî þertên dijwar yên jîyana kar protesto kirin û grev kirin. Slogana wan jî „nan û aþtî“ bû. Jinan ji Amerîkayê heta Ewrûpayê, 8ê Adarê gotin „em jî hene“ û hem dijî desthilata sermaye, hem jî dijî desthilata „mêr“, hêza xwe, hebûna xwe nîþandan. Teorîken ev roje wekî „roja jinên kedkar“ hate bi nav kirin, lê di nav dem û salan da reng û formekî nû wergirt û bû „roja jinên cîhanê“. Ji xwe ji ber vê giringîyê bû ku UNê [Yêkitîya Neteweyan] jî sala 1977ê fermîyen 8ê Adarê wekî „roja jinan“ qebûl kir. Esasen „roja jinan“ naverokeke firehtir derdêxe meydanê û hemû jinan koþ dike. Ji xwe jin di dinyaya evro da „kedkar“ e. Xwudan desthilat jî be ew rol û fonksîyona wê ya ked, kar û rencê dom dike. Hema bi serê xwe biçûk înan û gihandin, ked û renca jinan mezin dike û ji mêran ferqeke berbiçav derdêxe. Di cografyaya mezin ya cîhanê da, di nav nifûsa hinde boþ ya cîhanê da, jîyana modern û pêþkevtî mixabin hêj jî di nav tixûbên çend dewletan da tête dîtin. Ev cîhane wekî „cîhana rojavayê“ tête bi nav kirin. Jinê herçend di nav vê cîhana modern û pêþkevtî da heq û huqûqên giring qazanc kiribin jî, belêm hêj jî kamilen azad nebûye, hêj jî ew „wekhevî û aþtîya“ ku xiyal dike, bi dest ve ne înaye û negihiþtîya xwezîya xwe ya mezin. Lê rastîyek heye ku gav û qonaxên mezin li paþ xwe hêlane û bi pêþ ketîye û ya herî giring jî bi zanahî haj xwe heye. Belêm li qismê dî yê dinyayê, jin hêj jî di nav þertên hindî hûn bêjin dijwar û kambax da dijî û hem li ber aþê jîyana feqîrîyê heroj tête hêran, hem jî li bin desthilata hovane ya mêr da roj bîst û çar seet ezîyetê dibîne. Jin du qat bindest e, jar, lawaz û bêçare ye di bahra pitir ya dinyayê da. Di piþka mezin ya dinyayê da jin hem cinsîyen, hem jî bi keda xwe ve di bin sîstemên sosyoekonomîk û desthilata bêdad ya mêr da dijî. Zulm û zora ku jin di vê dinyaya hov û bêdad da dikêþe ne tête pîvan, nejî kêþan. Jin di parçeyê mezin yê dinyayê da objeyê tetmîna desthilata mêr e. Mêr hem cinsîyen, hem jî wekî xwudan desthilat, jinê þubî „mal“, „eþya“ bi kar tîne. Jin ji bo mêr hem aletê „seks“ê ye, hem makîneya biçûk înanê ye, hem jî ked û renca bêpare ye. Mixabin di vê dinyaya bêbext da, jin wekî maka jîyanê, bi piranî û giranahî ve ji teref partnerê xwe ve, anku ji alîyê mêr ve tête bindest kirin, perçiqandin, êþandin, biçûkkirin û bêsîyanet kirin. Belêm digel hindê jî, ji ber vê xezeba bi giþtî desthilata mêr jî, jinê evro haj xwe bûye, haj hêza xwe bûye û ya herî giring jî rê û çareyên ji bin vê zulmê derketinê û gihiþtina azadîya xwe peyda kirine û di vê prosesê da rêyeke dirêj û mezin jî li paþ xwe hêlaye. Jinê hesûya xwe dîtîye, ron kirîye û destkevtên giring û saxlem bi destê xwe ve înane. Jin evro dizane ku binê pê wê saxlem e, zeminekî saxlem ku ji bo paþeroja xwe ya azad bi kar bîne, danaye. Ev pêþkevtinên pozîtîv jî mixabin di beþê modern yê cîhanê da têne dîtin ku esasen ew jî bi timamî ne bi dilê jinê ne. Li parçeyê mezin yê cîhanê, li nav nifûsa herî zêde ya cîhanê, dîsa ve mixabin em bêjin, jin di nav newekhevî, bêdadî û þertên nemirovî da dijî û ev rewþa negatîv jî ji alîyê mêr ve tête jîyandin. Vêca gelo jina Kurd, di vê tabloyê da li kîjan beþê cîhanê ye? Gelek aþkera û bêþik jina Kurd li milê cîhana bêdad da ye. Jina Kurd hem wekî Kurd, hem jî wekî cins di nav rewþeke hind dijwar, xirab, nedadyar da ye ku tarîfa wê ne mumkun e. Gerçî statûya polîtîk ya Kurdistanê û rewþa kolonyal ya xelkê Kurd bi serê xwe zor û zulmeke nedîtî ye, lê jin û mêr bi tevahî di nav vê çerxa zulmê da ne. Belêm wekî civata Kurd, jin dubare di nav civata xwe da bindest e, di bin zulma desthilata mêr da ye. Li nav civata Kurd, adet û tore, tradisyonên kevnare û sîstemên eþîrî, feodalî û bi giþtî nexwandayî heta hucreya biçûk mala jinê xirab, kavil û wêran dike. Jina Kurd hem jinîtîya ser doþekê bo mêrê Kurd dike, hem zaroka tîne, digihîne, xwudan dike, karê malê digêrîne, hem jî nobedarîya namûsa mêr dike!. Gelo ma ji van hinde baran girantir bar hene li dinyayê ku jina Kurd li ser milên xwe, li ser piþta xwe radigire û dikêþe?!. Hemû berpirsiyarîya jîyanê, ya civatê, namusê, zarokan, malê jin werdigire. Mêrê Kurd çend bêberpirsiyar e mîratê!. Vêca ev e realîteya jina Kurd. Binasên vê malwêranîya jina Kurd gelek in helbet. Ji rewþa sosyoekonomîk û sosyopolîtîk bigirin heta rewþa sosyokulturel û tradisyonên kirêt û li ser van hemû þert û hebûnên objektîv, desthilata mêr jî, binasên zulm û zora li ser jinê ne. Digel ku þertên ku jina Kurd evro têda gelek negatîv in, lê disa ve ne cihê pesîmizmê ye. Relatîven jî be çirîskên pêþkevtina jina Kurd têne dîtin. Hiþyarbûn û gihiþtina civata Kurd, pêþkevtinên li seranserî cîhanê, bi giþtî modernîzasyona li dinyayê tête dîtin, tesîrên pozîtîv li jina Kurd jî dike. Bizava antî kolonyal ya xelkê Kurd herçend di bin desthilata mêr da pêþdikeve jî, lê dîsa ve di van salên dawîyê da jina Kurd jî haj xwe bûye, wekî cinsê jin xwe daye pêþ, giranahîya xwe daye his kirin, rol û wezîfeyên giring wergirtine, bi dest ve înane. Lê eve hemû hêj jî gavên biçûk in û ne layiqî jinê ne. Vêca rojên wekî 8ê Adarê jî spesîfîken dibin wesîle û binasên ku jin bi giþtî bête serê rojeva cîhana di bin desthilata mêr da. Dubilmoralîya mêr hêj jî dom dike û mixabin di prosesa wekhevîtîyê da hêj pêyê xwe li erdî asê dike û beramberî jinê desthilata xwe diparêze. Ev rikeberîya mêr ya di warê parastina desthilata xwe da, jinê diþkêne helbet. Lê belê, jîyan têkoþîn e û çu destkevt bêyî bedel naêne bi dest êxistin. Xala giring ew e ku bi hejmareke biçûk jî be jina Kurd jî bi vê yêkê hesya ye û haj xwe bûye û hêdî hêdî xwe organîze dike û bi hêza organîzeyî li ber desthilata mêr çik radiweste.
Armanca jîyanê mirov e. Mirov ji du cinsan, mêr û mêyan, pêkhatîye. Azadî, wekhevîtî û dadyarî evro di dinyaya modern û pêþkevtî da bihayên herî bihadar in. Jin û mêr layiqî van bihayan in. Li alîyê dî jîyan kolektîv e. Berpirsiyarîyên beramberî jîyana kolektîv jî bi ruha kolektîvî dikarin bêne wergirtin. Heta ku terazîya jîyanê di navbeyna jin û mêr da sedased wekhev neête ragirtin, ne azadî, nejî dadyarî pêktêt li jîyanê. Di jîyana ku ev biha têda nebin, li wê derê jî dê hergav zulm hebe. Jina Kurd jî divêt hem mil bi milê mêrê Kurd ji bo azadîya welatê xwe Kurdistanê berpirsiyarîyê wergire û têkoþînê bide, hem jî ji bo wekhevî û azadîya cinsê xwe serê têkoþînê sist neke. Di her halî da rol û erkên jinê du qat ji yên mêr zedetir in û mixabin di nav têkoþîna bi giþtî jîyanê da jî wekhevî nîne û ji xwe di vê derê da divêt mêr xwudan wijdan be, mirov be, dadyar be û zemînê wekhevîyê pêkbîne. Jina Kurd hêj ji van xewnên xweþ dûr e û mêrê Kurd jî dest ji desthilata xwe berdanê gelekî dûr e mixabin. Belêm çerxa jîyanê ber bi pêþ ve dizivire. Mêr û desthilata mêrî nikare heta hetayê bibe taqoz û kelem li ber rêya bizava jinê ya ji bo azadî, wekhevî û dadyarîyê. Ya rast ew e ku mêr li xwe vegere, desta ji vê zora xwe berde, desthilata xwe ji bo xêr û qencîya mirovahîyê û civatê digel jinê parve bike. Lê divêt jina Kurd jî desta ji paradoksa xwe berde û ferq û cudahîyê di navbeyna kur û kiçên xwe da neke û vê zihnîyeta mêrperês terk bike. Gava jina Kurd, wekî maka jîyanê, kurê xwe bi van bîr û hizran gihand û serwext kir hingê dê bigihe xwezî û daxwaza xwe jî. Tête hêvî kirin ku ne tinê 8ê Adaran, di her demên jîyanê da jin bête bîr û jin jî xwe bike fîgûrê wekhev yê jîyanê.
Dîroka 8ê Adarê bi slogana “Nan û aþtî” dest pê kir, lê jina Kurd evro berî nanî azadîyê dixwaze, li azadîyê digere, li aþtîyê digere, lewma ew slogan evro ji bo jina Kurd bûye “Azadî û Aþtî”!. Azadîyê pêþî ji nanî wergirtîye. Hêvî dikin ku jina Kurd bigihe azadîya xwe û digel azadîya xwe xelkê xwe jî bigihîne azadîyê û aþtîyeke dadyar. Hingê dê nan jî bi tam û lezettir be!.
Di nav rojên bi xem, kul û keser yên jîyana xelkê Kurd da, meha Adarê dîsa serî dikêþe. Gava 16-17ê Adara 1988ê rejima Beasa Seddam bi bombeyên kîmyayî jahr li ser serê Kurdan li Helebçeyê barandî, di niþkê da pênc hizar mirî û her hind jî birîndar li paþ vê bombebaranê man. Ev roja bi xem hersal tête bîrînan û ev kiryara nemirovî tête protesto kirin. Bîrînana van rojên reþ yên Helebçeyê, heta rizgarî û azadîya Kurdistana Baþûr wekî aksîyoneke polîtîk hate kirin. Protestoyên berî azadî û rizgarîyê, xwenîþandanên polîtîk bûn herwisa. Belêm piþtî rizgarbûna Kurdistana Baþûr ya ji sala 1992ê pêve, jenosîda li Helepçeyê bû bîrînaneke seramonîyal. Dezgeh û rêvebirîya Kurd, wekî organê dewletî li Helepçeyê mabed ava kir û ew mabed bû cihê seradanî û bîrînana þehîdên Helepçeyê. Eve tête têgihiþtin, ji ber ku Kurd li wî parçeyê ku Helepçe lê, ew rejima ku Helepçe wêran kirî hilweþandine û êdî xwudan desthilat in, dewlet in, gihiþtine rizgarî û azadîya xwe. Di serî da dewleta Kurd û hemû xelkê Kurd, divêt heta hetayê qirkirina Helepçeyê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin û hersal bi seramonîyên mezin û balkêþ bi bîr bînin. Eve ji bilî erkekî neteweyî, erkekî mirovî ye jî. Qirkirina li ser xelkê Kurd ya li Helepçeyê ne tinê dijî xelkê Kurd hatîye kirin, herweha dijî mirovahîyê hatîye kirin. Eve divêt bi hemû nifþên evro û yên paþerojê ve bête ragihandin û mirovahî bête serwext kirin. Helepçe êdî ne malê Kurd e, malê mirovahîyê ye. Rojên qira Helepçeyê divêt êdî ne rojên nasyonal bin, herwisa internasyonal jî bin. Desthilata Kurd divêt rojên qira Helepçeyê înternasyonalîze bike û li goreyî vê naverokê bi bîr bîne û seramonîyên bi vî rengî amade bike û bi cih bîne. Helepçe divêt bibe mabeda aþtîyê û bîrînana çekên kîmyayî li seranserî cîhanê. Hîroþîma û Nagazakî çawa li Asyayadûr di vê rolê da ne, Helepçe jî qet nebe ji bo rojhilatnavîn û Ewrûpayê bibe merkeza aþtî û bizava antî çekên kîmyayî. Helepçe bi dîtîyên xwe, bi serpêhatîya xwe, bi þehît û birîndarên xwe ve hêjayî vê fonksîyonê ye. Eve jî di serî da wezîfeya hukûmeta Kurdistana Baþûr e. Lê mixabin ku hukûmeta Kurdistana Baþûr, rêvebirên xwudan desthilat yên Kurdistana Baþûr bi tevahî ne di berpirsiyarîya vê bûyerê da ne. Bîrînana evsale ya li Helepçeyê jî eve da kivþ kirin ku hukûmet û rêvebir di nav zeafeke mezin da ne. Lewma bîrînana þehîdên Helepçeyê evsale bû meydana bi rengekî cudatir ji ya salên borî. Helepçeyîyan ser li îdareya xwe ya neteweyî rakirin. Li paþ van serrakirinan kîjan hêz, kîjan dewlet, kîjan îdeolojî û kîjan hisab, dek û dolab hebin, ferq nake û di encam da xelkê Helepçeyê pêkve ser li îdareya xwe rakirîye. Çi gotine? “We Helepçe ji bîr kirîye!”. Heke xelkê mexdûr, xelkê birîndar yê Helepçeyê piþtî sala qirê 18 sala û hem jî di nav þertên azadî û rizgarîya Kurdistanê da, pêkve rabûn û wisa qîryan, hingê rêvebirîya neteweyî ya Kurd divêt kumê xwe dane ber xwe û bihizire ka li kî derê þaþî kirîye!. Lê rêvebirîya Kurd eve nekirîye û bi metodên antî demokratîk û dîktetorîyal êriþî ser xelkê Helepçeyê kirîye û yêk ji wan protestêran jî kuþtine. Desthilata evro ya Kurd bi navê azadî û demokrasîyê, rejima antî demokratîk, hov û dîktetorîyal hilweþand û hate ser kar. Hêj ji ser wan salên reþ gelek neborîye, hema 92ê bêjin eve 14 sal in ku Kurd li ser axa xwe xwudan desthilat in û ji 2003ê were jî eve sê sal in ku Seddam hatîye hilweþandin û ew Seddam nihe di zîndanê da ye û bi sûcê jenosîda Helepçeyê jî tête dadgeh kirin. Xwûna þehîd û birîndarên Helepçeyê hêj germ û taze ye. Desthilata polîtîk ya Kurd mixabin ku Helepçe tinê bi bîrînana seramonîyal ve hêla ye û xelkê Helepçeyê, jîyana wan, evroya wan, subehîya wan adeta ji bîr kirîye ku ev infîala hinde xurt pêkhatîye. Þûna ku guhê xwe bidin vê hawar û gazîya xelkê Helepçeyê, hukûmeta Kurdistanê jî eynî wekî rejimên antî demokratîk hêza polîsî bi kar înaye û xelk bi darê zorê daye belav kirin. Heyf!. Sed cara heyf bo vê zihnîyeta antî demokratîk. Ji serok û serokwezîran, heta wezîr û berpirsiyarên dî yên îdarî û asayiþî, heta berî çend salan li çîya bûn, li welatên derve bûn, opozisyon bûn û dijî rejima antî demokratîk têkoþîn didan. Nihe her ew kadroyên þerê azadîyê, têkoþîna demokrasîxwazîyê li ser kar in, xwudan desthilat in, li iqtidarê ne û dest pê kirine antî demokratîzmê dikin!. Qeda li wan bikeve! Þûna ku xelkê Helepçeyê qani bikin, wan serwext û agahdar bikin, jîyana wan xweþtir û baþtir bikin, li ser pirs û pirsgirêkên wan rawestin û bi rêya diyalogê, digel wan bi hevra li çareyê bigerin, rabûne eynî wekî rejimên ku berî çend salan bi serê wan jî tînan, bi hêza leþker û polîsî radihêlin xelkê sivîl û çekê bi kar tînin, xelkê birîndar dikin, dikujin. Xortekî 19 salî, bi navê Ehmed Silêman, bi fîþekên pêþmergeyan hate kuþtin. Ev xorte berî roja jenosîda Helepçeyê salekê hatîye dinyayê û yêk ji wan zarokên bi þans bûye ku ji wê qirê xilas bûye û sax maye. Ji ser qira Helepçeyê 18 sal derbaz bûn û bîrînana jenosîda Helepçeyê ya evsale, anku ya sala 18ê, di bin desthilata neteweyî ya Kurd da hate pêkînan. Di sala 18ê da, ciwanekî 19 salî ji teref pêþmerge anjî polîsekî Kurd ve tête kuþtin!. Eve encam û bûyereke gelek trajîk e!. Vî ciwanî çi gotîye? „Bila Helepçe tinê di vê rojê da neête bîr!. Sexbêrîya Helepçeyê bikin, li Helepçeyê xwudan derkevin!. Xelkê Helepçeyê reben, feqîr û jar maye, birsî û têhnî ye, hey hewar li xelkê Helepçeyê xwudan derkevin!.“ Gelo ma ji vê xwastekê mirovîtir xwastek dibe?. Bersiva rêvebirîya neteweyî ya Kurd çi bû? Fîþek!... Bi navê Kurdistana azad eve perîþanî ye, bêdadî ye û qeda li wan berpirsiyara bikeve ewên ku biryara zora polîsî dayîne. Xelkê Helepçeyê çi gotîye? “Yên ku Helepçeyê tinê vê roja qirê tînin bîra xwe bila neêne Helepçeyê!”. Eve xwastekeke demokratîk û mirovî ye. Yên ku bûyne binasê vê gotinê bila kumê xwe danin ber xwe û bifikirin, ka boçi xelkê ev slogane avêtîye. Mexdûrên rejimên dîktatorîyal û antî demokratîk çawa evro radibin metodên wan rejiman dijî xelkê xwe bi kar tînin!. Eve bi gotina herî sivik bêhiþî ye!. Kadroyên xwudanê vê zihnîyeta antî demokratîk nikarin desthilata xwe biparêzin û kursîya wan jîdirêj nîne, bila bizanin. Ew xelkê ku rejima Seddam hilweþandî, dirêj bikêþe jî dê dûmahîka wan jî bîne. Xwezî rojek zûtir li xwe vegerin û normên demokrasîya kamil li nav civata xwe jî binecih bikin. Eve bo wan jî bo xelkê jî dê bi silamettir be.
Ax Adar! Kul û derd li vê meha Adarê xilas nabin. Xelk bûyîn û qewimînên berê yên di meha adarê da rûdayî, tîne bîr, protesto dike an pîroz dike, lê vê carê bûyer û qewimînên nû bi serê xwe tîne. Eve êdî bûye qedera xelkê Kurd. Çu rojên adarê neman ku Kurd an bi bîr bînin, protesto bikin, anjî pîroz bikin. Rojên pîrozîyê xwezî zêde bin di adarê da, lê her diçe rojên protestokirin û bîrînanên xemgîr zêde dibin. 12ê Adara 2004ê, vê carê rejima Sûrîyeyê dora xwe kir û êriþî ser xelkê Kurd kir. Di protestoyên Kurdên Sûrîyeyê da, ji Qamiþlo heta Helep û Efrînê di navbeyna 12 heta 16ê adarê da 56 Kurd kuþtin, bi dehan kes birîndar kirin û girtin. Sûrîye piþtî derêxistina serokê PKKyê Evdila Ocalan, payîza 1998ê, kete devê meqesa dewleta Tirkîyeyê û ji wê rojê pêve rejima Sûrîyeyê adeta dijî Kurdan ji Ankarayê tête kumanda kirin. Sûrîye evro bi vê hukûmeta xwe ya bermayê Hafiz Esad ve, di nav dûmena dewleta Tirkîyeyê da bi rê dikeve. Bi taybetî di polîtîkên dijî Kurd da digel dewleta Tirkîyeyê gelek bi aheng e. Li piþt qetlîama 12ê Adara 2004ê da jî provakasyona Tirkîyeyê hebû û eve li hisaba hukûmeta nû ya Sûriyey jî têtin helbet. Rejima Beasê ya Sûrîyeyê û piranîya sunnîstên Ereb, piþtî hilweþîna rejima Seddam ya li 2003ê, Kurd adeta bo xwe kirine armanc û dijminahîyeke kûr dikin. Rejima Sûrîyeyê, piþtî guhorîna li Iraqê û pozisyona nû ya Kurdan, ji Kurdên li nav xwe xofeke mezin dike. Ji ber ku di nav Sûrîyeyê da, relatîven jî be, opozisyona herî xurt û organîze dîsa ve Kurd in û rejim gelek micid ji vê rewþ û pozisyona Kurda ditirse. Ji ber hindê jî di 12ê adara 2004ê da wekî Kurdan piþtevanîya xwe ji bo Kurdistana Baþûr dîyar kir û herweha xwastek û daxwazên xwe jî bi dengekî bilind gotin, rejima Sûrîyeyê bi zêrandina Tirkîyeyê jî êriþî Kurdan kir. Rejima Sûrîyeyê darê binê pê xwe birî bi êriþa Qamiþlo, Helep û Efrînê ya di navbeyna 12-16 adarê da. Heta evro, digel ku rejima Hafiz Esad û Beasa wî çu heq û huqûq nedan Kurda jî, lê dijî kevneperêsên “Birayên Musulman”, Kurdan piþtevanîya Esadan kir. Hafiz Esad çû, kurê wî Beþîr hat, lê ew bi polîtîka xwe ji babê xwe paþvetir ma û wî xirabtir kir, êrîþkarî kir û xwûna Kurda rêht. Vêca Kurd hersal, her adarê vê kuþtdarîya rejima Sûrîyeyê ya Beþîr Esad jî protesto dikin. Evsale jî Kurdan kuþtîyên Qamiþlo, Helep û Efrînê ji bîr nekirin, ew bi bîrînan û rejima Esad bi xurtî protesto kirin. Mixabin ku kula adarê xilas nebû û bi vî rengî biçe xilas jî nabe.
Cejna Newrozê, wekî hersal, ev sale jî bi coþ û heyecaneke mezin hate pêþwazî kirin. Halê Kurdan ev e, ji þînê derdikevin, berê xwe didin þahîyê. Eve êdî bûye realîteya jîyana xelkê Kurd. Kurd di nav vê çembera bêbextîyê da, di binê zulma mezin da ne þîna xwe bi dilê xwe dike, nejî þahîya xwe bi dilê xwe dijî. Þîn jî, þahî jî, ji naverokên xwe yên eslî dûrketine û bivê nevê bûyne rojên berxwedanê, serhildanê û têkoþînê. Çi bikin Kurd?! Ma dihêlin ku Kurd jî wekî hemû xelkan þîna xwe wekî þînê, þahîya xwe jî wekî þahîyê bikin û bijîn. Kurd li çaralî ji protestoyên kuþtdarîya rejima Sûrîyeyê ya li 2004ê derketin, ketin nav protestoyên jenosîda Helepçeyê. Ew protesto hêj xilas nebûyî vê carê cejna Newrozê derê Kurda quta. Kurda vê carê jî pankart, plakat û afîþên Newrozê derêxistin pêþ û ketin ser rê, cade, kolan û meydanan. Newroza evsale jî li sê parçeyên dagîr yên Kurdistanê bûne platformên dijî kolonyalîzmê û dagîrkerîya rejimên Faris, Ereb û Tirkî. Tinê li parçeyê baþûr Kurdan Newroza xwe di nav hewayê azad da pîroz kirin, lê rexekî wan jî bi xem bû, çiku birayên wan yên li parçeyên dî di binê zulmê da bûn û Newroza wan bi slogan û xwenîþandan û ablûkayên polîs û leþkeran derbaz dibû. Li Kurdistana Baþûr xelk derkete mêrg û çîmena, zozana, wekî Ehmedê Xanî jî gotî, geþt û seyran kirin û dil û hinavên xwe bi þahîya Newrozê germ, têr û tijî kirin. Di qada bilind ya dewletî da seramonîyên fermî hatin kirin, leþkerîya neteweyî bi disiplîn û rêzgirtinê cejna xelkê xwe pîroz kirin. Belêm mixabin ku di hersê parçeyên dî yên Kurdistanê da Newroz wekî çalakîyeke polîtîk hate kirin û di nav disiplîneke hindî hûn bêjin mezin ya polîtîk da hate pîroz kirin. Eve ji þertên heyî derkete meydanê. Ne Tirkîye, ne Sûrîye nejî Iran, fermîyen xelkê Kurd wekî hevpar nabîne, qebûl nake û hemû cejn û qewimînên tardisyonelî wekî xwenîþandanên polîtîk dibînin û hindî ji wan bêt asê û bend û qedexe dikin. Vêca xelkê Kurd di nav van dewletan da, di nav van þertên dijwar û asê da cejna xwe pîroz kirin. Digel ku hinde asetî, barîkat û blokaj ji teref van dewletan ve li pêþîya Kurdan hatin danan jî, nikarîn rê li ber pîrozîyên boþ û milyonî bigirin. Hema li bakur Kurdan li hemû bajêr û bajêrkên Kurdistanê û herweha li merkezên dîasporayê Newroz amade kirin û pîroz kirin. Pîrozbahîya Newroza evsale gelek bi zanahî ji Þemdînaya Hekarîya hate dest pê kirin. Eve destpêkeke sembolîk bû û agirê Newrozê ji meydana bajêrkê Þemdîna hate hilkirin. Þemdîna bû sembola agirê Newroza 2006ê. Xelkê Þemdîna li payîza 2005ê ajan û tîmên kuþtdarî û terora dewletî li ser kiryareke bêyûm desteser kirin û afîþeyî hemû cîhanê kirin. Xelkê Þemdîna perdeya li ser rûyê terorîst yê dewleta TCyê rakir û ew rûyê terorîst nîþanî dinyayê da. Þemdîna bi vê çalakî û xizmeta xwe ya deþîfrekirin û afîþekirina terora dewleta TCyê bû sembola bizava demokratîzasyonê. Ji ber vê yêkê, temsîlkara bizava neteweyî ya di warê legal da, DTPyê [Partîya Civata Demokratîk] agirê Newrozê li Þemdînanê hilkir û starta pîrozbahîya Newrozê ji Þemdîna da. Newroza 2006ê herçend li seranserê Kurdistanê bi boþahîyeke gelek mezin hate pîroz kirin jî, lê çavên Kurda jî yên dewleta Tirkîyeyê jî evsale zivirîne ser du merkezên stratejîk: Diyarbekir û Wan. Kurdan jî pîrozîya Newrozê di van herdu bajêrên mezin yên Kurdistanê da, tam di 21ê Adarê da amade kirin. Kurdan ji van du merkezên stratejîk yên Kurdistanê mesajên xwe yên aþtîyane û demokratîk gelek bi biryar dane dewleta Tirkîyeyê, bîr û rehîya Tirkîyeyê û cîhanê. Kurdan wekhevî, azadî, demokrasî û aþtî xwastin. Kurdan ev çar xalên giring û sereke derêxistin pêþ di meydanên Kurdistanê da. Xelk bi sed hizaran beþdarî pîrozbahîyên Newrozê bû. Li seranserî Kurdistana Bakur û li merkezên mezin yên dîasporayê yên wekî Stanbol, Mersîn, Edene, Izmîr û yên dî nêzîkî pênc milyona Kurd ev xwastekên xwe gihandin dewleta Tirkîyeyê û dinyayê. Kurdan hindî ku hêz û taqeta wan heyî dengê xwe bilind kir, sloganên xwe yên wekhevî, azadî, demokrasî û aþtîyê avêtin û ji bo çareserîya van xwastekan jî diyalog xwastin. Kurdan cejna xwe ya Newrozê aþtîyane pîroz kir. Kurda Newroz kire platforma xwastekên xwe yên demokratîk û polîtîk. Newroz cejna azadîyê ye û gelek normal e ku Kurd di nav vê bindestîyê da, azadîyê bixwazin, wekhevîyê bixwazin, demokrasîyê bixwazin û aþtîyê bixwazin. Ji ber ku ji bo Kurdan cejna Newrozê eve hemû ne. Kurdan îradeya xwe ya neteweyî di vê platforma mezin ya neteweyî da, di Newrozê da, di bin geþîya agirê gur yê Newrozê da nîþandan. Ev dengê heqîyê, dadîyê yê Kurd bi hêza milyonan li seranserî Kurdistanê, li Tirkîyeyê, li dinyayê dengveda. Merlezên dinyayê ev dengê azadîyê bihîstin û “Kurd azadîyê dixwazin” gotin. Lê dewleta Tirkîyeyê ev awazê hinde gur û bilind, hinde xurt û bi biryar þaþ tercume kir, guhên xwe bi betona xwe ya salan girtin, çavên xwe bi qirêj û gemara xwe ya tradisyonel tarî kirin. Milyonan Kurda di þahîya Newrozê da aþkera û zelal û gelek bi biryar gotin ku dewleta Tirkîyeyê divêt digel hêza ku gerîlla afirandî û kumanda dike rûne û pirsa Kurd çareser bike. Lê dewleta Tirkîyeyê dîsa ve tîyaroya sê meymûna leyist: çavên xwe girtin got ez nabînim! Devê xwe girt go ez naxivinm! Guhên xwe girtin go ez nabihîzim!. Dewleta Tirkîyeyê careke dî darê binê pêyê xwe birî, bivir li pêyê xwe û das li destê xwe da. Piþtî vê xwe lêhbandinê rabû kete nav dek û dolabên kevnare û planên êriþkarîyê çêkirin û pratîze kirin. Bi navê dewleta qedîm ya kolonyalîst ertêþa Tirk, planê xwe yê þer derêxiste ser maseyê û dahola þer quta. 24 û 25ê adarê sêkuçeya Diyarbekir, Bîngol û Mûþê hilgirte binê bombeyên kîmyayî û ji reþahîyê jî operasyoneke dorfireh da dest pê kirin. Di beyana roja 25ê Adarê da encama vê êriþa bêbextane ya ertêþa Tirk derkete meydanê û 14 gerîllayên HPGya PKKyê hatin þehît kirin. Eve derbekî giran bû li bizava neteweyî ya Kurd ketî. Dewleta Tirk bersiva milyonan xelkê Kurd ya di Newrozê da gelek dijminane û bêbextane da bi kuþtian van 14 gerîllayan. Hukûmeta Erdoxan ji xwe eve mideheke di îdareya kolonîyê da, Kurdistanê da însîyatîv berze kirîye û îdareya Kurdistana kolonî ji salên berê hêj xurttir ketîye destê ertêþê. Erdoxan û hukûmeta wî di pirsa xelkê Kurd da dîreksîyon badane ser xeta tradisyonel ya dewletê û bi taybetî Erdoxan ew gotinên li Diyarbekir û Þemdîna gotî; “Pirsa Kurd heye û em dê çareser bikin” yêkcar ji bîr kirin û dest bi retorîka kevnare kir û bi vê yêkê hem xwe þkand û gav paþve avêt û teslîmî ertêþê bû, hem jî tifa xwe alîst. Erdoxan bi vê badana dîreksîyonê ketîye þarampolê û ew hizir dike ku dê bi vê retorîka nasyonalîstîya Tirkî xwe xilas bike, lê xwe dixapîne û ertêþ dê deftera wî jî bigire û di þarampolê da nahêle û dê gêr bike kendalê kûr ku êdî bêhnê wernegire. Erdoxan rojekê piþtî ezameta pîrozbahîya Newrozê çi got: “Em dê bibine yêk milet, yêk welat, yêk ala” û wisa dewam kir: “Me ev welate, ev ala, ev istiqlal, ev komar bi sanahî qazanc nekir… Me têkoþîna xwe ya hebûnîyê, bi gotina “an istiqlal, an mirin” qazanc kir… Bila çu kes hisabên þaþ neke. Yên ku dixwazin sihê li Newrozê bikin hene… Aþkera dibêjim, niyeta wan kivþ e… Dixwazin, hizûra vî miletî, aþtîya navxweyî xirab bikin û bi çandina tovê nifaqê biratîya me zeîf bikin… Bi avnehîya Xwudê em dê wekî yêk milet, yêk welat, yêk ala heta hetayê pêkve bin…” [Vatan, 22. 03. 2006]
Ev axivtin, ev gotin û ev hevok ji bo xelkê Kurd ne xerîb in. Di demê Osmanîyan da sultanan gotine, di demê komara nû da Mustafa Kemal û hevalên wî gotine û heta nihe jî kî hatîye ser kar, kî bûye serokwezîr û serokkomar ev gotinên þevî dubare kirine. Belkî berî pêncî an sed salan xelkê Kurd bi van gotinên biriqok dihate lêhbandin, lê ew roj çû, ew Kurd çû. Evro demekî dî ye, Kurdekî dî li meydanê ye, Kurdekî cuda li ser texteyê satrancê ye. Kurdan xwe gihand, xwe guhorî, xwe pêþve bir, lê Tirkan xwe neguhort, xwe nû nekir, xwe pêþve nebir. Qanûna xwezayê ye, qanûna dîyalektîk e, yên ku xwe nûve dikin, pêþve dibin, digihînin, serdikevin, belêm yên ku xwe nagihînin, xwe nûve nakin, di parastina statûkoya antî demokratîk rikê digirin û xwe asê dikin, paþve dimînin û berze dikin. Li ber vî formûlî jî, Tirk dê berze bikin, Kurd dê qazanc bikin. Eve wekî du cara du çar, eseh e.
Erdoxan bi axivtinên xwe yên nasyonalîst hem çav li generalan diniqîne û mesajên þerxwazîyê dide ertêþê, hem jî bi van mesajên antî Kurd nêçîrvanîya rehîyên nasyonalîzam Tirkî dike. Erdoxan bi van polîtîkên tradisyonel yên dewleta Tirkîyeyê xwe têxe dava ertêþê ku ew jî lê digerin ku benikê Erdoxan û partîya wî û hukûmeta wî bikêþin. Ji ber vê reftara Erdoxanî ye ku ertêþê amadekarîyên xwe ji bo þerê dijî Kurdan amade kirîye û li hêvîya okeya Erdoxanî ye. Ertêþê hem li Geverê, piþtî bûyera Þemzîna, firikeyên cengî li ser xelkê firandin, hem jî di roja 21ê Adarê da, li Newroza Diyarbekirê firokeyên cengî li ser serê milyona Kurda firandin û mesaja þer dan. Li Wanê jî helîkopterên cengî firandin li ser serê xelkê Kurd. Bi firandina van firoke û helîkopterên cengî mesaja xêrê helbet nedidan bo xelkê Kurd. Wan ev firoke û helîkopterên cengî ji bo niyetên xwe yên bêyûm û ne bi xêr firandin. Bi van firandinan xwastin bêjine Kurdan ku bombe li ser serê we ne!. Di encam da bi mesajê jî neman ji xwe. Bi wan firoke û helîkopterên cengî bombeyên kîmyayî barandine ser serê gerîllayan. Þerxwazên ertêþê bi destûra hukûmeta Erdoxanî starta þerê dijî Kurda dîsa daye. Generalê herî þerxwaz yê ertêþa Tirk Yaþar Büyükanýtê ku heta heftka xwe di nav xwûna Kurdan da sor bûyî evro xwudan desthilat e, lixavê ertêþê di destê wî û yên wekî wî da ye. Ma her ew general Büyükanýt nebû ku destê wî di êriþa Þemdîna da jî hebû û piþtî þahîya Newrozê jî ev rola xwe ya bêyûm dubare kir. 24ê Adarê çû seradanîya Erdoxanî kir û her wê rojê planê xwe yê êriþa bi çekên kîmyayî ya li ser gerîllayan bi Erdoxanî da îmza kirin û wê rojê operasyon da dest pê kirin. Gerîllayan berxwedaneke xurt nîþandan beramberî hêzên reþahîya ertêþê, belêm ma dikarîn çi bikin beramberî bombeyên kîmyayî ku bi firoke û helîkopterên cengî li ser serê wan dihatin barandin. Erdoxanî bi îmzakirina vî planê general Yaþar Büyükanýt destê xwe kire nav xwûna gerîllayên Kurd, xwûna miletê Kurd. Ertêþê bi erêkirina Erdoxanî firoke û helîkopterên xwe yên cengî li esmanê Kurdistanê firandin, bombeyên jahrê barandin ser Kurda. Ertêþê Erdoxanê îslamîst jî kire þirîkê kuþtdarîya xwe li Kurdistanê. Ertêþê bi biryara Erdoxanî hem Kurd kuþtin hem jî benikê Erdoxanî jî kêþan. Erdoxanî xwe bi timamî teslîmî generalan kir û ev teslîmîyete bo wî, bo partîya wî, bo hukûmeta wî xêrê naîne. Xêra Erdoxanî di tifaqa digel Kurda da bû. Erdoxanî heke ew soz û axivtinên xwe yên li Diyarbekir û Þemdîna bi cih înaban, digel Kurdan bi cisaret bi rê ketiba, diyaloga xwe digel hêza temsîlkar ya Kurda danaba, li ser planekî maqûl digel temsîlkarên Kurd rûniþtiba û bi Kurda ra lihev hatiba, da jîyê desthilata xwe jî dirêj kiriba, hem li nav Tirkîyeyê, hem li meydana navneteweyî da rûyê xwe jî, yê hukûmeta xwe jî spî kiriba. Lê Erdoxanî rêya aþtîya navxweyî negirt, rêya teslîmîyeta ertêþê girt û xwe avête koþa ertêþa þerxwaz ku istiqbala wî jî di wê derê da nîne û Erdoxanî bi vê teslîmîyetê jîyana xwe ya polîtîk jî avête rîskê û paþeroja xwe jî tarî kir. Eve jî tercîhek e helbet, lê tercîheke þaþ e û Erdoxan û hukûmeta wî, partîya wî dê vê êþê bikêþe, lê gava bi wê êþê hesîyan, hingê jî direng dimînin. Erdoxanî þaþîya Erbakanê mamostayê xwe dubare kir. Wî jî di pirsa Kurd da xwe teslîmî ertêþê kir û gava ertêþê keys peyda kirî benikê wî kêþa û dûmahîka wî tête dîtin. Kurda di demê Erbakan da jî keys da îslamîstan ku gaveke pozîtîv biavêjin û çareserîyekê ji bo Kurdan bibînin û digel pêþengên Kurda dîyalogê danin û lihevhatineke maqûl bi hev ra pêkbînin. Lê Erbakan ev avansa Kurda nedît û xwe teslîmî ertêþê kir û dawîya xwe jî bi destê xwe îna. Erdoxan jî kete eynî korîyê. Kurda keys û avanseke mezin dane Erdoxanî ku digel Kurdan rûne, diyalogê dane, digel temsîlkarên Kurda aþtîyeke maqûl, anjî qet nebe aþtîyeke konjonktûrel pêkbîne. Lê Erdoxanî ev destê aþtîyane yê hêza temsîlkar ya xelkê Kurd li ber çav negirt, xwe sparte ertêþê ku her wê ertêþê gora wî dikola. Erdoxan kete gora ku ertêþê kolayî. Erdoxan bû gorîyê þaþî û teslîmîyeta xwe û bû gorkolê xwe. Erdoxanî terefê heqîyê, dadîyê, anku terefê Kurd red kir, xwe da terefê neheqîyê, bêdadîyê anku terefê ertêþê ku ertêþê sêpîya wî danaye û li ber keysekê ye ku benikê wî û hukûmeta wî bikêþe. Qatilê 14 gerîllayan Erdoxan û jukûmeta wî ye… Erdoxan û hukûmeta wî di bûyerên piþtî þehadeta gerîllayan da jî sûcdar e, gunehkar e. Xelkê Kurd li þehîdên xwe xwudan derket û merasimên mezin û boþ pêkînan. Di merasimên Diyerbekir, Sêrt, Edene û Batmanê da xelkê di maksîmûm dereceyê da reaksîyona xwe nîþanda û bêhna dewletê adeta çik kir. Bajêrên dî yên Kurdistanê jî, Diyarbekir, Batman û Sêrt bi tinê nehêlan û wan jî bi boþahî piþtevanî kirin û dijî êriþkarîya ertêþê û þehîtkirina 14 gerîllayan berxwedaneke xurt nîþandan. Kurd bi mitîng û meþên bi hizaran, li gerîllayan xwudan derketin. Di bin koordînasyona ertêþê da, polîs jî gelek bi þiddet êriþî xelkê kirin û di encam da 8 kes kuþtin, bi dehan kes birîndar kirin û nêzîkî hizar kesan jî hatin girtin. Polîs û panzeran têra nekir vê carê merkezên Diyarbekir, Batman û Sêrtê bi tank û cemseyan ve tijî bû. Leþkeran ref ref cade û kolanên bajêran dagîr kirin û þiddeteke bêtixûb bi kar înana dijî xelkê. Ji Adîyemanê [Semsur] heta Þirnex, Hekarî, Wan û Agirîyê, li rojavayê jî, ji Urfayê heta Entabê protestoyên boþahî pêkhatin û xelkê êriþkarîya ertêþê û polîsî û helbete reftara hukûmetê protesto kirin. Polîs û leþkeran, bi tank, panzer û sîlehên dî yên giran, fîþekên gazê merkezên bajêran kavil û wêran kirin, zerar û ziyaneke mezin gihandin xelkê. Erdoxanî dîsa ve zimanekî êriþkar bi kar îna û adeta polîs û leþker zêrandin ku zêdetir êriþkarîyê, lêdanê û kuþtinê bikin. Gotina Erdoxanî ya ”Yên ku zarokên xwe rêkine van protestoyan, paþê dê bigirîn” çu cara ji bîra xelkê Kurd naçe û divêt neçe jî. Herwisa Erdoxanî gef li xelkê Kurd xwar û got ku polîs û leþker berê xwe nadin ka eve jin e an biçûk e, dê dijî protestêra þiddetê bi kar bîne. Ev gefa Erdoxanî ji bo polîs û leþkeran bû motîvasyon û zêrandinek û ji xwe leþker û polîsan jî qet texsîr nekirin û þiddeta xwe di dereceya herî bilind da bi kar înan.
Adarê derê xwe bi xwûnê vekir û dîsa bi xwûnê girte ve. Gava adarê demê xwe xilas kirî û noba demî dewrî meha Nîsanê kirî, blançoya þehîdên Kurdistanê, 14 gerîlla û 8 protestêr bi timamî bûne 22 kes û axa pîroz ya Kurdistanê þehîdên xwe bi serbilindî wergirtine ber singê xwe û ew þehît bi germî koþ kirin. Wekî Nîsanê guhê xwe nîþandayî, êriþkarî û terora dewletê hêj jî didomî, belêm berxwedana Kurda jî bi hemû heþmet û pîrozîya xwe li hemberî dagîrîya hêzên çekdar yên dewletê dom dikir. Me go dewleta TCyê Adar kire xwûn ji bo xelkê Kurd. TCyê pêla terora xwe bilind kir. Belêm di encama bûyer û qewimînên sere Adarê û dûmahîka Adarê û pîrozbahîyên Newrozê da tiþtek bi konkretî derkete meydanê: Xelkê Kurd hêza xwe ya polîtîken temsîlkar careke dî derêxiste pêþ bîr û rehîya Kurdistan, Tirkîye û hemû dinyayê. Xelkê Kurd reftara xwe gelek aþkera ron kir û bi dengê milyonan dubare kir ku di roja evro da ne nan, nejî goþt dixwaze, azadîya kamil dixwaze, wekhevîyê dixwaze, aþtîyeke dadyar dixwaze. Wekî hercar dîsa ve aþkera kir ku xwe ji terora TCyê nade paþ û dê têkoþîna azadîya neteweyî bi rikeke mezin bidomîne. Kurdan bi vekirî gote TCyê ku li binas û hisabên biçûk û erzan negere, zûtirîn dem digel wan dîyalogê dane û bi hêza temsîlkar ra rûne ser maseya lihevhatinê. Xelkê Kurd, hêza xwe ya temsîlkar jî destnîþan kirîye. Meþrûyen, huqûqen, etîken û polîtîken PKK, HPG û DTP, evro û di þertên heyî da, ji teref xelkê Kurd ve wekî temsîlkar hatine kivþ kirin. Xelkê Kurd, di þertên evro da tercîha xwe bi vî rengî kivþ kirîye û divêt her kes û her alî rêzê nîþanî vê reftara xelkê Kurd bide. Di þertên evro da desthilata polîtîk bi piranî û giranî di destê tradisyona PKKyê [Kongreya Gel û KKK] da ye. Belêm ji bilî wê jî hêzên sosyopolîtîk û sosyokulturel hene, lê opozisyoneke lawaz e. Iqtidar, anku desthilata polîtîk li dinyaya evro bo çu kes û çu partîyan baqî nîne û li goreyî dem û þertan û di çarçoveya normên demokrasîyê da dest diguhore. Þik têda nîne ku ev prosesa demokratîk dê li nav civata Kurda jî bin bigire, rûne û fonksîyonel be. Lê digel vê rastîya objektîv, evro xet û tradisyona PKKyê xwudan desthilat e û hêza temsîlkarîya xelkê Kurd jî lê heye û xelkê Kurd ev rol û fonksîyone jî bi riza xwe daye wê. Tiþtê mayî ew e ku TC wekî dewlet digel vê hêza temsîlkar ya xelkê Kurd rûne ser maseyê û çareserîyeke maqûl digel Kurdan biafirîne. Jêdera Newroza 2006ê, ya serhildan û berxwdana xelkê Kurd ya piþtî Newrozê ev bû bo dewleta Tirkîyeyê!. Jîyan didome, têkoþîn didome. Xuya ye ku Nîsan jî tena û aram nabore, belêm misqalek þik têda nîne ku serkevtin ya xelkê Kurd e û eve sedased e.
Serþorî bila bo dewleta Tirk be, bo Erdoxan û hukûmeta wî û bo ertêþ û polîsê Tirk be.
Serfirazî bo xelkê Kurd, bo gerîlla û hemû têkoþerên Kurd be.
Bila stêrên biriqî yên esmanê sîrsahî yê Kurdistanê bibarin ser giyanê pak yê þehîdên Kurdistanê.
ROJAN HAZIM
Adar 2006