Ji Sêwasê heta Hekarîyê, ji Qersê heta Osmanîyeyê Kurdistan di bin dagîrîya ertêşa Tirk da ye û ertêş bi hemû hêza xwe ve di nav êrişkarîyeke xedar da ye. Ji 850 hizar hejmara ertêşê, bêyî mubalexe nîv milyon leşker îro li Kurdistanê hatine bi cih kirin û hemû jî di nav halê şer da ne. Digel vê dagîrîya bêhnçikêr ya seranserê Kurdistanê, nihe jî sêkuçeya Hekarîyê û Şirnex û Sêrt duqat hatine dagîr kirin û ev navçeya stratejîk di bin ablûkayeke gelek dijwar da ye. Ertêş bi dîyarkirina vê ”navçeya ewlehîyê” dixwaze sehmeke mezin bide xelkê Kurd, belêm ev sîleha wan jî li wan vegerya û gelek kuştî dan. Bi vê gava nû, ertêş dixwaze kir û kiryarên xwe yên leşkerî û polîsî yên li Kurdistanê, bê tixûb û bê pirs û pirsyar bike û herweha xwe ji hemû doz û biryarên huqûqî û qanûnî jî bide muaf kirin!.
Îro ji alîyê Kurda ve kivş e ku li Kurdistanê bi navê îdareya kolonyalîzma Tirk, iqtidar di destê ertêşê da ye. General Buyukanit ev yêke, di preskonferansa 12ê Nîsanê da û paşê jî bi muhtiraya faşîstî ya nîveşeva 27ê Nîsanê deklare kir ku ew êdî li pêş perdeyê ne. Ertêşê bi vê hemleya nû giranahîya xwe dana ser îdareya ”sivîl” û di bin kontrola xwe da proseseke nû da dest pê kirin. Paşxistina hilbijartinên serokkomarîyê û îlankirina hilbijartinên pêşdem [pêşwext] yên parlementê li 22yê Tîrmehê, bi vê fişara ertêşê pêkhatin.
Nihe prosesa hilbijartinan bi hemû hêz û hêla xwe ve dest pê kirîye. Belêm proses herweha di bin kontrol û koordîneya ertêşê da pêşdikeve. Eve tête wê manayê ku heke 23yê Tirmehê encameke bi dilê ertêşê dernekeve meydanê, dosyaya ihtimala berterefkirina parlementê di bin çengê generalan da ye û dikarin hergav danin ser maseyê. Ertêşê vê gavê hemû giranahîya xwe daye ser partîyên li dora xwe, ku ji hilbijartinan wan serkevtî bidine derêxistin, ku di serê wan da jî CHPya Baykalî têtin û helbet MHP jî pêra. AKP jî, herçend li pêş ertêşê xwe wekî partîyeke ”mexdûr” dide nîşan dan jî, lê gava dor hate astengkirina bizava xelkê Kurd, bê qeyd û şert digel CHP û partîyên dî yên biçûk, di cepheyê ”antî Kurd” da cihê xwe digire. Di pirsa lîsteya yêkpare ya namzetên serbixwe da ev tifaqa bêyûm ya AKP û CHPyê hate dîtin ku rê li ber namzetên Kurd yên DTPyî bigirin. Ev cepheyê bêyûm bi vê jî nema, ”qanûna polîsî” jî derêxistin û bi vê qanûnê selahîyeta polîsî bêtixûb kirin.
TCyê [Komara Tirk] di vê prosesa hilbijartinan da, konsepta ablûkakirina bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya di warê sivîl û demokratîk da jî êxistîye nav pratîkê. Herwisa bi operasyonên leşkerî û polîsî ve jî terora dewletê bêtixûb tête domandin li Kurdistanê. Bi vî rengî dixwazin bêhnê li xelkê Kurd çik bikin û çûna ser sindoqê bloke bikin daku rê li ber hilbijartina namzetên DTPyî an bi timamî bigirin, anjî hindî dest bide hejmara namzetên hilbijartî kêm bikin ku negihin dereceya grûbê li parlementê. Esasen îlankirina navçeyên qedexekirî ji alîyekê ve bi armanca astengkirina hilbijartinan ve jî girêdayî ye. Bi dîzayn û kumandaya ertêşê, hema bêjin hemû mekanîzmayên dewletê bi vê armancê hereket dikin. Tirpankirina gelek namzetên DTPyî ji alîyê Rêvebirîya Bilind ya Hilbijartinan jî divêt di nav vê konseptê da bête biha kirin.
Li milê dî, DTPyê jî namzetên xwe yên serbixwe aşkera kirin. Gerçî divêt bête gotin ku DTPyê hem di tesbîtkirina namzetên navxweyî da, hem jî namzetên ji tifaqa ronakbîr û rêxistinên demokrasîxwaz yên Tirk da, hindek kêmasî hetta şaşî kirin, belêm êdî ew gav li paş ma. Îro divêt DTP xwe di maksîmûm dereceyê da bi armanca serkevtinê ve kilîl bike. Di van şertan da yêk ji karên sereke yê neteweyî jî ew e ku Kurd di nav xwe da yêkitîyeke maqûl pêkbînin û bi hev ra dijî vê zulma dewletê xwe bikine sîper û bi xebateke gelek xurt, bi serkevtî ji sindoqê derkevin. Demê hilbijartinan kivş e ku dê di bin teroreke nedîtî ya dewletê da derbaz be ji milê Kurdan ve. Lê belê, digel van hemû zor û zehmetîyan jî, divêt Kurd platforma hilbijartinan hem ji alîyê ziman ve, ku Kurdî bi kar bînin, hem jî ji alîyê ajîtasyon û propagandaya azadî, demokrasî û bi giştî mafxwazîyê ve, bikine meydana têkoşîna azadî û demokrasîyê. Ji bo bi dest ve înana hejmareke zêdeyî grûbê di parlementê da jî, divêt xebateke xurt, dînamîk û aktîv bête kirin. Demê hilbijartina bi serê xwe divêt wekî platformeke xebat û têkoşîna sivîl û demokratîk bête dîtin û layiqen kar bête kirin. Kurd divêt bi kêmasî hejmareke bi kalîte ya grûbê bi dest ve bînin. Bi danana grûbekê, dê çeperek li parlementa Tirk jî bête qazanc kirin, ku eve herwisa li cepheyê dewleta dagîrker û kolonyalîst jî dê bibe şkestek. Ji ber hindê, tête hêvî kirin ku, hêza leşkerî ya terefê Kurd, bi taybetî di vê konjonktûra hilbijartinan da, ji bilî parastina meşrû, hindî mumkun be ji alîyê kiryarên leşkerî ve di çeperên parastinê da bimîne û rê nede ku tansîyon bête bilind kirin. Reftar û pozisyoneke bi vî rengî dê qabilîyeta hereketa hilbijêrên Kurdistanê jî fireh bike. Helbet pozisyona parastina rewa û aktîv ya hêza leşkerî ya bizava neteweyî jî, rast e û heqê wan e jî. Lê belê, digel xwe parastinê, temînkirin û parastina rewşa tena ya hilbijartinan jî hewce ye û divêt terefê Kurd vê însîyatîvê jî nîşan bide, daku rê li ber provakasyonên ertêşê yên li ser hilbijartinan bête girtin û encameke serkevtî ji hilbijartinan bête hilgirtin.
ROJAN
HAZIM