22ê Tîrmehê û 22 parlementerên lîsteya Kurdistanê
ROJAN
HAZIM
Ji
hilbijartinên 22ê Tîrmeha 2007ê, 22 parlementerên lîsteya Kurdistanê
derketin. Gerçî du ji wan ji dîasporaya mezin, ji Stanbolê, hatine
hilbijartin ku yêk jî jê serokê ÖDPyê (Partîya Azadî û Piştgirîyê)
Ufuk Uras e û ew jî ji nav lîsteya namzetên ”Hizar hêvî” hate
hilbijartin. Ev hejmare têra grûb dananê dike û ji xwe biryara vegerîna nav
DTPyê jî dane û Kurd bi navê partîya xwe êdî xwudan grûb in di
parlementa Tirkîyeyê da. –[Heke ”qezayên meçhûl” bi serê wan neynin,
anjî ji ber vê tabloyê parlement neyête belav kirin, ku guhên ertêşê
mûç in!.]- Bi gotina parlementerên Kurd yên Rojhilatê yên demê Hatemî li
parlementa Iranê, di parlementa Tirkîyeyê da jî ”Fraksîyona parlementerên
Kurdistane” pêkhat. Herçend berî hilbijartinan armanca hejmarê bilind
hatibû kivş kirin jî, lê axir daxwaz grûb danan bû. Me bi xwe di întervûya
digel ”Kovara Bizaw” da, di navbeyna 20 heta 25an da texmîn kiribû û
digel namzetên hatine asteng kirin, hejmara ku me texmîn kirî kêm zêde
derket.
Gelo
encameke çêtir mumkun bû? Bersiva vê pirsê ”belê” ye, lê eve girêdayî
şertan, hêz û îmkanan, pozisyona terefan û xebatê bû. Heke bi termînolojîya
spore îzah bikin, Kurdan 22 gav piştî partîyên sîstemê dest bi bezê
kir. Di ser da jî kulvarê ku Kurd lê dibezîn bi sedan barîyeran ve
hatibû asteng kirin. Dewletê timamî çerxa xwe seferber kiribû ku namzetên
serbixwe yên DTPyê neêne hilbijartin, anjî qet nebe negihin hejmara grûb
dananê. Zulm, entrîka û hîlebazîyên nedîtî hatin kirin beramberî namzetên
Kurd. Gelek aşkera rehîyên namzetên Hekarî, Urfa û Agirîyê ji bo
partîya sîstemê, AKPyê, hatin dizîn. Dewletê herweha hilbijartin gelek bi
zanahî bi namzetên ”Hizar hêvî” yên Edene û Mersînê dane berze kirin.
Operasyona li ser Edene û Mersînê polîtîkeke stratejîk bû. Dewletê
nexwast ku ji Kurdistanê ve korîdorek ji ser Edene û Mersînê vebe Deryaya
Spî. Hêj li bîr e, di hilbijartinên Nîsana 99ê da jî şehridarîya
Mersînê, ku Hadepê [paşê bû Dehap] qazanc kiribû, bi operasyoneke nîveşevê
ji destê Kurdan hatibû standin. Lewma daberizîna li ser hilbijartinên Edene
û Mersînê bi taybetî hate kirin. Digel ku rehîyên hatine dizîn yêk bi yêk
hatin belge kirin û pêşkêşî dayreya hilbijartinê ya bilind jî
hatin kirin, belêm wan ev serlêdana namzetên Kurd red kir. Di berzekirina
Hekarî û Agirîyê da jî rola dewletê kivş e, lê belê rola sereke ya
DTPyê bi xwe ye ku li van herdu bajêran şaşîyeke mezin hate kirin.
Heke hisabeke rasyonel hatiba kirin û li goreyî vê rasyonelîteyê namzet
hatiban tesbît kirin, hejmara parlementerên hilbijartî bi rehetî da 25 bin.
Bêşik Kurd û partîyên sîstem û rejimê, di zemînekî dadyar [adil]
da neketin hilbijartinan. Namzetên Kurdan adeta bîr bi derzîyê kolan. Belêm
dîsa ve berzekirina bi taybetî du parlementerên ji Hekarî û Agirîyê
şaşîya DTPyê bû û çu mazereta vê şaşîyê jî nîne.
DTPyê du parlementerên ji Hekarî û Agirîyê adeta di tepsîya zêr da bi
dest AKPyê, anku partîya sîstemê ve berdan. Li Urfayê jî kar û xebateke sîstematîk
nehate kirin, lewma namzetê duyê hate berze kirin ku eve jî şaşîya
DTPyê bi xwe ye. Di berzekirina du meydanên dî yên dîasporayê, anku Edene
û Mersînê da jî şaşîyên navxweyî hene, belêm rola tayînker ya
dewletê ye û ferqa rehîyan gelek jî ba, dewletê biryara xwe dabû ku Edene
û Mersînê nedin Kurdan.
Di
encam da, armanc hem ketina parlementê bû, hem jî grûb danan bû û herdu
armanc jî bi dest ve hatin, lê bi pozisyoneke zeîf. Hejmara grûbê bi benikê
pembû ve girêdayî ye û eve qabilîyeta hereketê bivê nevê dê zeîf bike.
Lê di her halî da gihiştina vê qonaxê û bi kar înana platforma
parlementê jî ji bo têkoşîna azadîya xelkê Kurd giring e. Ji ber huqûqa
antî demokratîk ya Tirkîyeyê û konjonktura nav Tirkîyeyê, fermîyen navê
”grûba Kurda” bi kar neyêt jî, ewil car e ku meşrûyen bi navê xelkê
Kurd grûbeke parlementeran dikevin parlementa Tirkîyeyê. Lewma divêt bi doza
rewa ya xelkê Kurd ve girêdayî bin û li goreyî vê îdeal û armancê xebat
bête kirin li bin banê parlementê. Grûba DTPyê, bi disiplîna demokratîk
divêt hem rasyonel hereket bikin, hem jî prîmê nedine gef û gurên partîyên
rejimê yên di nav parlementê da û zemînê xebata legal her bo her firehtir
bikin û di legalîzekirina xwezî û daxwazên xelkê Kurd û normalîzekirina
sethê polîtîk da bi cesaret gavan biavêjin. Şik têda nîne ku dê çenbera
li dora wan bête teng kirin, qabilîyeta manewraya wan dê bête asteng kirin.
Ji xwe hêj parlement nevebûyî ev gava qeyd û bend kirinê avêtin. Wezareta
Dadîyê demildest biryarek da ku parlementer bêyî destûr nikarin seradanîya
her zîndanîyî bikin. Ev biryar bi taybetî bo grûba DTPyê hate derêxistin
ku parlementer seradanîya Ocalan û girtîyên dî yên polîtîk yên Kurd
nekin. Ji vê gava ewil jî kivş dibe ku rojên gelek bêhnçikêr li pêşîya
grûba DTPyê ne. Lê eve têkoşîn e û rejim dê astengan zêde bike,
DTPyî jî divêt ji bo demokratîzasyonê bêyî rawestan têkoşînê
bidin.
Bi
navê xelkê Kurd ketina parlementa Tirkîyeyê, ku sentrala sîstemê kolonyalîzma
Tirk e li ser serê xelkê Kurd û Kurdistanê, dê zor û zehmetîyan jî bi
xwe ra bîne. Zorîyên qanûnî, fizîkî dê hebin, lê yêk ji zorîyên
dijwar jî bo parlementerên Kurd ew e ku, di vekirina parlementê da sûnda ku
pê ne bawer in, bixwin. Sûnda parlementa Tirkîyeyê, sembola nijadperêsîyê
ye, antî Kurd e, antî demokratîk e, ji bo Kurdekê, ji bo sosyalîstekî
demokratîk, bo demokratekî lîberal û humanîstekê xwe înkar kirin e. Lê
mixabin ku di konjonktura îro da parlementerên Kurd jî dê vê sûndê bixwin
û eve bi serê xwe şiddeteke psîkolojîk e li ser Kurdan. Bihizirin,
Kurdekî ku ji bo azadîya xelkê xwe û rizgarîya welatê xwe têkoşînê
dide, dê vê sûndê bixwe: ”Ji bo
parastina hebûn û serxwebûna dewletê, yêkpareyîya ku nayê lêkvekirin ya
welat û xelkê û desthilata xelkê ya bê qeyd û şert; ji bo girêdana
bi serdestîya huqûqê û dewleta demokratîk, laîk û sosyal ya huqûqî û prensîbên Ataturkî; xebata ji bo refah û dilşahîya xelkê
xwe; ji bo îdeala mafê mirov ya her hevwelatî, ku ji mafên bingehîn û azadîyan
istifade bikin; li ser namûs û şerefa xwe sûnd dixwim.”
Ev
sûnde terorîzekirina bîr û bawerîyên cuda ye, îşkence û şiddeta
li ser nûnerên ji neteweyên dî ye û nîşana şovenîzm û nijadperêsîya
Tirk e û zulm e. Lê mixabin ku Kurd ji bo têkoşîna berdewam û demdirêj
dê vê ”fedakarîyê” bikin. Tête hêvî kirin ku di bizava guhorîna
makqanûnê û demokratîzasyonê da parlementerên Kurd vê şiddeta psîkolojîk
jî bînin rojevê û vê sûndê jî bidine guhorîn.
ROJAN
HAZIM
29 Tîrmeh 2007