21ê
Sibatê: Roja makzimanan ya navneteweyî
ROJAN
HAZIM
21ê Sibatê, ji du alîyan ve manadar e ji bo Kurdan: Yêk: Bi biryara UNESCOyê [17ê Teşrîna [Mijdar] 1999ê] wekî roja makzimanan li cîhanê hatîye qebûl kirin û cara ewil jî li 21ê Sibata 2000ê hatîye pîroz kirin. Vê gavê bûye tradisyoneke navneteweyî û li seranserê cîhanê wekî ”roja makzimanan” tête pîroz kirin. Du: 21ê Sibatê ji teref Rêxistina Yêkitîya Neteweyan [UN] ve wekî roja dijî kolonyalîzmê hatîye qebûl kirin û di vê rojê da kolonyalîzm tête rûreş û şermizar kirin.
Rastîya îro, Kurdistan kolonî ye, hem jî di navbeyna Tirkiye, Îran û Sûrîyeyê da. Vêca maqûl e ku Kurd di vê rojê da sîstemê kolonyalîzmê protesto bikin û têkoşîna xwe ya dijî kolonyalîzmê bilindtir bikin û ji xwe ev prosesa têkoşînê jî dom dike. Li milê dî, Kurdî wekî ziman jî li van hersê dewletan fermîyen di nav sîstemê perwerdeyê da nayête bi kar înan. Bi taybetî li Tirkîyeyê di nav jîyana rojane da jî di bin zordestîyeke mezin da ye. Bi serê xwe Kurdî axivtin jî kar û kiryareke polîtîk e. Dewleta Tirk ji destpêkê were aşê asîmîlasyonê li ser zimanê Kurdî û bi giştî kultur û folklora Kurdî bi kar tîne û adeta di nav beraşên xwe da dihêre, dike ar û hevîrê ziman, kultur û folklora xwe. Dewleta Tirk asîmîlasyoneke hind xedar li ser zimanê Kurdî bi kar tîne ku îro bi milyonan Kurd ji vê hebûna xwe ya xwezayî hatine qetandin. Ev polîtîka dewletê, di van salên ku goya prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê destpêkirî da jî dom dike. Hukûmeta Teyîb Erdogan, -ji bilî çend rotuşên vîtrînal û dekoratîv yên wekî kurs anjî nîv seet weşana Kurdî di televizyona dewletê da, ku ew jî ji alîyê xwastekên xelkê Kurd ve manayeke giring îfade nakin-, di vî midehê desthilata xwe da, ji bo ku Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî mûyê xwe jî nelivandîye û dijî vê yêkê ye jî. Erdogan, di heftîya ewil ya Sibatê da ji bo seradanîyeke fermî çû Elmanyayê û di kombûna xwe ya li Kölnê da, [10 Sibat 2008], got ku ”asîmîlasyon sûcekî mezin e”. Rast got, asîmîlasyon sûcekî mezin e beramberî mirovahîyê, hem jî di eyarê sûcê jenosîdê da ye. Ji ber ku eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê beramberî zimanê Kurdî dikin û ev sûcê wan di dereceya jenosîdê da ye. Anku Erdogan û hukûmeta wî û pêkve dewleta Tirk, li ser zimanê Kurdî neku tinê sûcê asîmîlasyonê dikin, herweha sûcê jenosîdê jî dikin. Zimanek heke di nav sîstemê perwerdeyê da nehate bi kar înan, ev rêya xwezayî li ber hate girtin, hemû kanalên jînê li ser hatin birîn, hingê ew ziman aşkera tête kuştin, tête qetil kirin. Îro li ser zimanê Kurdî eve tête kirin. Kî dike? Bi navê dewleta Tirk, Erdogan û hukûmeta wî!. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, eve nêzîkî esrekê ye vî sûcî dikin beramberî zimanê Kurdî. Ew qatilên zimanê Kurdî ne!. Erdogan li Elmanyayê dibêje Elmanan ”zimanê Tirkî asîmîle nekin, çiku asîmîlasyon sûc e”!. Belêm her ev Erdogan heroj vî sûcî dike, Kurdî asîmîle dike. Divêt Kurd her roj û her seet vî sûcî bînin bîra Erdogan û hukûmeta wî. Wezîrê Erdogan yê ji perwerdeyê mesûl, anku wezîrê perwerdeyê jî Kurd e û ji Wanê ye. Navê vî qatilê zimanê xelkê xwe Huseyin Çelîk e. Ev wezîrê Kurd, her roj û her seet, bi navê dewleta Tirk, bi navê vê dewleta kolonyalîst, beramberî xelkê xwe sûc dike, zimanê xelkê xwe qetil dike û dibe qatilê zimanê xelkê xwe.
Divêt Kurd du plaketan çêkin û bikine stuyê Erdogan û wezîrê perwerdeyê Huseyin Çelîk û li ser binivîsin: Asîmîlasyon sûc e û hûn zimanê Kurdî asîmîle dikin û hûn sûcdar in!. Hûn qatilên zimanê Kurdî ne!. Hûn asîmîlatorên zimanê Kurdî ne! Jenosîd sûc e û hûn sûcê jenosîdê dikin li ser zimanê Kurdî!. Hûn jenosîdatorên zimanê Kurdî ne!. Hûn sûcdar in beramberî zimanê Kurdî!.
Gelo
rûyê Erdogan û Huseyîn Çelîk yê çir û qayîş dê sor bibe, dê ji
xwe, ji kir û kiryarên xwe şerm bikin? Me
ne bawer e!. Belêm rûyê wan tif jî heq nekirîye!. Heyfa tifê!.
ROJAN
HAZIM
18 Sibat 2008