paşve       

 

2007 û rêya rast

 

ROJAN HAZIM

 

Dewleta Tirk timamî polîtîka xwe ya navîn û derve, her bi çi awayî be, li ser birandina xelkê Kurd ava kirîye û li ser vî esasî gava diavêje. Gotineke qedîm heye; ”Mirinê nîşan bide, bi tayê razî bike”. Hevrikên xedar bi vî taktîkî hereket dikin û hemleyên xwe li ser şkandina hevrikê xwe plan dikin. Bi êriş û fişara bêhnçikêr, resmê mirinê tînin ber hevrikê xwe û hevrikî bi tayê razî dikin. Ev gotine li ser vê pratîka hevrikîya dijminane afirîye. Belêm di rikeberîya Dewleta Tirk û xelkê Kurd da ev gotine jî manayekê îfade nake. Çiku Dewleta Tirk, ev gotina hizar salî, ev taktîkê nemerdane jî di pratîka xwe da pûç û betal kirîye. Dewleta Tirk beramberî Kurdan li şûna wê gotinê, ”Yêk rê heye, ew jî mirin e” binecih kirîye. Anku Dewleta Tirk mafê ”bi tayê razîbûn”ê jî nade xelkê Kurd!. Gerçî xelkê Kurd bi berxwedana xwe ya îro, hêza xwe nîşanî yar û neyaran daye ku çu cara ”bi tayê razî nabe”, lê mexsed li vê derê destnîşankirina xedarî û zalimîya Dewleta Tirk e!. Ji bo serhildanên ji serê Komara Tirk heta yên îro domdikin jî jibereke fermî hebû û ew jiber evro jî bi israr tête dubare kirin; ”Me isyanên bûyî hemû şkandine, em dê vê isyana dawîyê jî bişkênin”!. Lê rastî ew e ku ”isyan” bi dûv ”isyan”ê ketîye û Dewleta Tirk nikarîye rêyê li ber van ”isyan”a bigire. Ji xwe ev ”isyan”a dawîyê bi salan e dom dike. Hêj di destpêka vê ”isyan”ê da zimanê fermî dîsa ve eynî bû; ”mistek eşqîya ne, em dê reya wan biqelînin”!. Sal 1984 û îro 2006 jî xilas bû û saleke nû, anku sala 2007ê dest pê kir, belêm ”isyan” dom dike. Gotinên di van salên dirêj da hatine gotin danin alîyekê, hema generalên ku piştî Tebaxa 2006ê hatine ser kar jî ew hevoka jibera qedîm wekî benîşt dîsa ve di devê xwe da cûn. ”Heta terorîstê dawîyê jî nemîne, em dê şerê dijî terorê bidomînin” digot generalê ertêşa baskê reşahîyê!. Kengî digot ev gotine? Gava pêşengîya polîtîk û leşkerî ya bizava neteweyî ya xelkê Kurd li bakura Kurdistanê, anku PKK û KKKyê, agirbes îlan kirî dihatin gotin ev gotinên şerxwaz. Ev axivtin û gefxwarine helbet nîşana zihnîyetekê bûn: Zihnîyeta şerxwazîyê, zihnîyeta birandina xelkekê, zihnîyeta dijî aştîyê, zihnîyeta dijminahîya xelkekî cîran bû. Xelkê Kurd û pêşengîya polîtîk û leşkerî, digel ku hêz û şiyana domandina têkoşîna çekdarî heye jî, lê daku keysî bide lêgerînên muhtemel lihevhatin û pêkhatineke maqûl, yêkalî şerê aktîv da sekinandin û hêzên xwe yên çekdarî kêşane ser pozisyona xwe parastina meşrû û bi dengekî bilind xwastekên xwe yên aştîyane pêşkêşî bîr û rehîya giştî kirin. Lê Dewleta Tirk bi hemû mekanîzmayên xwe ve, şûna ku vî keysî ji bo lihevhatina xelkê Kurd û Tirk bi kar bîne û rê bide aştîyeke maqûl, makîneya xwe ya şer dîsa ve di dereceya herî bilind da aktîve kir û operasyonên xwe li seranserî Kurdistanê belav kirin û domandin. Eve tête vê manayê; “ez aştîyê naxwazim û neku tinê şer dixwazim, dixwazim we qir bikim”!.  Dewleta Tirk konsepta xwe ya “antî Kurd”, bi hemû mekanîzmayên xwe ve, bi hemû dem û dezgehên xwe yên polîtîk û “sivîl” ve, li ser “lihevnehatina digel xelkê Kurd” ava kirîye. Pratîka ku îro tête domandin li ber vê zihnîyetê reng wergirtîye. Bi taybetî ertêşa Tirk, timamî nifûza xwe ji bo cepheyekî bi vî rengî serf dike û ji baskê çepê heta baskê rastê û heta îslamîstan, organîzebûneke fireh pêktîne dijî xelkê Kurd. Wekî salên berê, sala 2006ê jî bi gotinên “em dê dawîya terorê û terorîsta bînin” borî!. Di ferhenga wan da teror û terorîst bizava neteweyî ya xelkê Kurd û gerîlla û hemû têkoşerên azadîyê ne. Çi kirin gelo, anjî encam çi lêhat? Vaye 2006 jî xilas bû, Dewleta Tirk çi bi destê xwe ve îna? Digel ku ertêşa Tirk, bi hejmara xwe ve yêk ji ertêşên herî boş e li cîhanê, li ber çeperên gerîllayan çi bi dest ve înaye? Encam li meydanê ye: 2006 jî xilas bû, encama ku Dewletê Tirk û bi navê Dewleta Tirk jî ertêşê bi dest ve înayî, ji şkestê pêve tiştek nîne. Xelkê Kurd di warê legal da jî, di warê parastina çekdarî da jî çik li ser pêya ye, jînde ye û xwe hazirî serkevtinên mezintir dike.

Bizava neteweyî ya xelkê Kurd, hêzên gerîlla, digel ku kapasîte û qabilîyeta şerekî domdirêj heye, lê dîsa ve dem bi dem bi agirbesên yêkalî keysî didine Dewleta Tirk, belêm mixabin ku ev Dewleta Tirk ku ji xwûnrêjî, kuşt û kuştdarîyê pêve tiştekê nake û nabîne, santîmekê xwe ber bi lihevhatin û pêkhatineke maqûl nalîvîne. Ji teref dewletê ve çu werarên [semptomên] ku xwe nêzîkî pêkhatina digel xelkê Kurd bike jî, -qet nebe di van demên nêzîk da-, xuya nakin. Ji xwe sala 2007ê jî sala hilbijartinan e û hukûmeta ku goya xwe terefdara reformên Yêkitîya Ewrûpayê dibîne jî, dîreksîyona xwe badaye milê şovenîzma Tirkî û Îslamîzmê û li ber vî bayî derketîye nêçîra rehîyên nijadperêsîya Tirk. Hilbijartina serokkomarîya Tirk jî bi serê xwe binasê serêşîyeke kûr ya polîtîk e di nav Tirkîyeyê da. Digel ku Îslamîst û Kemalîst li ser postê serokkomarîyê ketine nav rikeberîyeke kûr jî, belêm di polîtîkên dijî Kurd da paralel û hetta hevrayî hereket dikin. Sala 2007ê  ji nihe ve kivş e ku dê bibe periyodeke têkoşîneke xurt di navbeyna bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Dewleta Tirk da. Dewleta Tirk cepheyê xwe yê “antî Kurd” vehûnandîye, tehkîm kirîye û di pozisyona êrişkarîyê da ye. Divêt hemû dînamîkên bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî li ber vê realîteyê xwe organîze bikin û beramberî cepheyê Dewleta Tirk, cepheyê neteweyî yê xelkê Kurd di dereceya herî pahn û berîn da pêkbînin. Heke hêzên polîtîk yên ku bi navê xelkê Kurd têkoşînê didin, dixwazin gavan bi cepheyê Dewleta Tirk paşve bidin avêtin, divêt cepheyê herî fireh yê neteweyî ava bikin û çeperên xwe parastinê saxlem bikin û fişarê ji ser cepheyê Dewleta Tirk sist nekin ku rêya rast jî ev e.

Em hêvî dikin ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd dê 2007ê bike sala serkevtinê.

Sala nû, sala 2007ê, bila li xelkê me pîroz be û bo xelkê me, bo hemû xelkên cîhanê dilşahîyê bîne.

ROJAN HAZIM

26 Kanûn 2006

serî