paşve

 

14yê Gulanê, roja ”Cejna Zimanê Kurdî” ye

 

ROJAN HAZIM

 

Cejn, ji hewcehîyên erf û edetî, sosyokulturel, sosyopolîtîk, neteweyî, dîrokî anjî dînî bin, ji bo ”ferd” û ”civatê” bûyîn û bûyer û platformên pîrozîyê ne. Civat wekî pêkhatineke kolektîv bi hev ra cejnên xwe pîroz dike. ”Ferd” jî cejna xwe digel ”ferdên dî” parve dike. Lewma karekterîstîka sereke ya ”cejn”ê, pîrozîya kolektîv e. Cejn li ser bûn û bûyîn û bûyeran ava dibin û bi vî rengî jî dibin tradisyonên komî yên mayînde û berdewam. Cejn di jîyana ”ferdî” da be, anjî di ya ”komî” da be, şahîyê sembolîze dike. Cejn herweha ”ferdî” be, an ”komî” be, encama ”serkevtinekê” ye.

Di jîyana xelk û neteweyan da sedan cejn hene ku bi hizir û bîreke tîr û tijî ya hevrayî têne pîroz kirin. Di nav van cejnên bi hevratîyeke bilind da têne pîroz kirin, yên neteweyî û dînî, di serî da tên. Lê di nav vê silsileya cejnan da jî yên herî kolektîv cejnên neteweyî ne. Netewe wekî hebûneke kolektîv, ji alîyê sosyolojîk û bîr û hizirî ve heterojen e, belêm ji alîyê stûna ragir ve homojen e. Ziman stûna ragir ya neteweyî ye û ji xerca homojen ya neteweyî pêkhatîye. Netewe bi zimanê xwe yê “yêkpare” hebûna xwe diparêze û bi vî rengî xwe mayînde û berdewam dike. Neteweyên bi ber êriş, dagîrî û birandinê dikevin, di serî da xwe bi hêza zimanê xwe li ser pêya dihêlin. Êrişkar, dagîrker û kolonyalîst jî, xelk û neteweyên ku bindestkirî, her di serî da ji alîyê ziman ve hildigirin binê zeptûrepta xwe û metodên birandina zimanê wan bi kar tînin û zimanê xwe serdest dikin. Têkoşîna dijî van dagîrker û kolonyalîstan jî di serî da bi parastina ziman dest pê dike. Di rikeberîya xelkê Kurd û dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk da ev prosese hate jîyan û mixabin ku hêj jî dom dike. Dewleta Tirk, birandina neteweyê Kurd her ji destpêka komarê pêve bo xwe kire armanc û ji bo vê polîtîka xwe ya qirêj jî aşê hêrana zimanê Kurdî, anku mekanîzmaya asîmîlasyonê di dereceya herî bilind da xebitand. Dewleta Tirk bi polîtîka asîmîlasyonê xwast reya jîyanê ya neteweyê Kurd bibire û xelkê Kurd nîne bike. Belêm nikarî û di vê polîtîka xwe ya dijmirovî da sernekevt. Zimanê neteweyê Kurd, Kurdî, her bi çi rengî be xwe parast û pêşve bir. Zimanê Kurdî, wekî alaya dengî ya neteweyê Kurd, di hiş û bîr û gewrîya mirovê Kurd da jînde ma û heta hêza xwe ya dawîyê, dijî asîmîlasyona “Tirkî” berxweda. Dewleta Tirk, herçend îro jî polîtîka xwe ya asîmîlasyonê didomîne jî, lê êdî nikare Kurdî bihelîne. Zimanê Kurdî, dijî asîmîlasyona Tirkî, serkevtîye û cejna xwe heq kirîye. Neteweyê Kurd, deyndarê zimanê xwe ye û divêt bi cejneke mezin vê serkevtina zimanê xwe pîroz bike.

Vêca di van waran da pêşengîyek jî pêdivî ye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî, di vî warî da gaveke dîrokî avêtîye û “14yê Gulanê” wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye. KNKyê di banga xwe ya 4ê Adara 2007ê da wisa gotîye: Hemû xelk û neteweyên cîhanê, di rojeke salê da, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta nihe tradisyoneke bi vî rengî di nav xelkê Kurd da nehatibû dest pê kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNKyê, di sala 2006ê da, bi pêşniyara komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, 14yê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl kir û dîyarî xelkê Kurd kir. KNK hêvî dike ku xelkê Kurd dê li roja cejna zimanê xwe xwudan derkeve û hersal vê cejna zimanê xwe pîroz bike û vê cejnê mayînde bike û wekî tradisyon bidomîne. Zulm û zora li ser xelkê Kurd di serî da bi qedexekirina zimanê Kurdî dihate kirin û îro jî tête domandin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, li çu zimanan nehatîye kirin. Belêm xelkê Kurd bi rikeke nedîtî, li zimanê xwe xwudan derket, zimanê xwe jînde kir. Bi jînde mana zimanê Kurdî xelkê Kurd jî jînde ma. Xelkê Kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parast, paşeroja xwe ronahî kir.”

Ev biryare gelek di cih da ye, biryareke neteweyî ye. Di prosesa têkoşîna azadîya xelkê Kurd û parastina zimanê Kurdî da, beramberî asîmîlasyona zimanên dewletên dagîrker û kolonyalîst û bi taybetî jî dijî asîmîlasyona Tirkî, berxwedaneke xurt hate dan û di vê rikeberîyê da zimanê Kurdî, digel hemû kêm û kasîyan jî be, serkevtî bûye. Lê belê, tehlîkeya li ser zimanê Kurdî hêj jî dom dike û divêt hişyarî û baldarîya ji bo parastina zimanê Kurdî bête domandin û şuûra li zimanê xwe, li Kurdî xwudanderketinê jînde bête girtin û bizava di vî warî da neête sist kirin. “Cejna Zimanê Kurdî” ji ber vê yêkê dê bibe platforma herî xurt ku xelkê Kurd hem dijî asîmilasyonê bi zanîn û serwextî li zimanê xwe xwudan derkeve, hem jî bi bîr û hizirike yêkgirtî ya neteweyî nîşana hebûna xwe, anku zimanê xwe, bi cejnekê pîroz bike û ev cejne dê bibe binasê bilindbûna hiş û bîr û şuûra parastina zimanî di nav civatê da ku eve herweha dê otoasîmîlasyona li navxweyî jî bişkêne. Bi vê hêvîyê, 14yê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, bila li neteweyê Kurd pîroz be!

Ez vê carê nivîsara xwe bi paragrafa ji banga KNKyê bi dawî tînim. KNK bangî xelkê xwe dike, guh bidinê:

Bo organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel, sosyoekonomîk, medyaya Kurdî, ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermend, rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistanê û timamî xelkê Kurd;

Ji nav elementên ku neteweyan pêktînin, ziman yê sereke ye. Ziman îdentîtêta neteweyan e. Ziman alaya dengî ya neteweyan e. Zimanê me, zimanê Kurdî jî, nîşana hebûna xelkê Kurd e. Zimanê me, zimanê Kurdî, îdentîtêta xelkê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, alaya dengî ya neteweyê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, bi salan ji teref dewletên kolonyalîst û dagîrker ve hate qedexe kirin, asîmîlasyoneke nedîtî li ser zimanê Kurdî hate bi kar înan û ev polîtîka asîmîlasyonê bi rengên cuda îro jî tête domandin. Belêm xelkê me, wekî hemû xelkên cîhanê, bi rik, berxwedan û têkoşîneke xurt, ev hebûna xwe ya pîroz parast. Îro xelkên cîhanê salê rojekê cejna zimanên xwe pîroz dikin. KNKyê jî bi vê bîr û bawerî û bihazanîna berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya dijî asîmîlasyonê, roja 14yê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kir. KNK hêvî û bawer dike ku xelkê Kurd dê vê rojê bi hizir û bîreke bilind ya neteweyî pîroz bike û wekî tradisyon bidomîne.

KNK bang dike ku ”14yê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, li Kurdistanê, li her derê ku Kurd lê, bi şahî, bi semîner, konferans, sempozyûm û axir her bi çi rengî be, bête pîroz kirin.

Parastina Kurdî, parastina Kurdetîyê ye.

KNK ji nihe ve 14yê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.”

ROJAN HAZIM

27 Nîsan 2007

serî