paşve

 

11ê Îlonê û teror

HAYDAR IŞIK

 

Berî sê salan terorîstên Erebo-Islam li New Yorkê qetilamek kirin. Bi hizaran mirovên bêguneh û bêsûc kuştin. Kanê dibêjin dîn û millîyeta terorê nabe. Hal ew e ku terorê hem dîn, hem jî millîyet heye. Yên ku bi navê Islamê bi rê ketî, ku dînê Islamê jîyana mirov pîroz qebûl dike, li New York, li Madrîd, Hewlêr, Silêmanî, Stanbol û li vê dawîyê jî li Beslanê zar û zêç qetil kirin. Ji bo vê yêkê dîtina rejimên Ereb û rejima Ayetullahên Iranê têra dike. Li çu welatên Islamî azadîyên kesane, îfadekirina ramanî, heq û huqûqê ji bûyînî hatî, rêzgirtina jîyana mirov û çapemenîya serbest ya wekî li welatên Ewrûpaya Rojava, naêne dîtin. Heke ev dewletên ku bi navê dîn û dewletê terorê bi kar tînin û diperînin, bûne realîteya cîhana îslamî, dîyar e ku dînê terorê heye.

Em tinê çavê xwe li navçeya xwe bigerînin. Di vê navçeyê da ji bilî dewleta Israîl, welatekî duyê ku dezgehên demokratîk yên rexurt hebin, peyda nabe. Kesekî Israîlî, polîtîkên dewleta xwe yên dijî Filistînîyan rexne dike, di bin slogana ”Aştî heman nihe” da bi sed hizaran dimeşe. Dikare neçe eskerîyê. Di her sewîyeyê da dikare mafên xwe biparêze û ramana xwe bêje. Mirov li çu pêşveçûnên demokratîk yên li vî welatî heyî, ne li Misir, ne li Sûrîyeyê, nejî li Iran û Tirkîyeyê rast naêt. Van dewleta, şiddet kirine tradisyona dewletê, bi prensîba hertişt bo dewletê û bijî dewleta babîn û herweha bi tarzê prîmîtîv yê dewletperêsîyê, prîm dane terorê û teror bi dezgehên ”dewleta kûr” domadine û lewma jî ev dewlete dezgehên herî zalim in.  Şefê kevin yê MITê gelek aşkera dibêje ku li hemberî Ocalan du caran kiryarên terorê pêkînane. Eve tête wê manayê ku terorê alîyê etnîkîya dewletperêsî jî heye. Li navçeyê, neteweperêsên Tirk-Ereb û Fars û dînperêsên fanatîk, wekî ku pênc şertên islamê bihebînin, xwe di terorê alandine.

Di roja îro da şiddet ji aletîya polîtîk derketîye û li şûna ku hevkarî digel bizava demokratîk ya azadîya Kurdî bête kirin ku entegreyî cîhanê bibe; digel sosyalîstên enternasyonalîst, bo rizgarkirina proletaryaya cîhanê, dijî Amerîka, Israîl û siyonîzmê bilindkirina alaya şer, dê bi Kurdan bide berze kirin.

Xelkê Kurd, gorîyê terora dînperêsên radîkal û neteweperêsên Tirk, Ereb û Fars e. Divêt eve bête gotin.

11 Ílon 2004, Şembî

Özgür Politika

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

Not:

Fanatîzma dînî û neteweperêsîya Tirk, Ereb û Fars, çend dijmirovî be, sîyonîzm jî hind rûyê kirêt yê dewleta Israîl e. ROJAN HAZIM

 serî